Kaja Kallas li Luksemburgê axivî û diyar kir ku ew ê bi kêfxweşî agirbesteke ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê dide sekinandin, pêşwazî bikin. Kaja Kallas sa zanîn ku lê belê nediyar e bê ka wê Rûsya li gorî lihevkirina muhtemel tev bigere yan na.
Kaja Kallas piştre anî ziman ku divê agirbesta muhtemel li gel rafînerên petrolê sînordar nebe.
JI YE’YÊ LI HEMBERÎ RÛSYAYÊ BANGA ZEXTA ZÊDETIR
Serokê DYE’yê Donald Trump dabû zanîn ku agirbesteke ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê bide sekinandin, lihevkirinek çêbûye. Lê belê daxuyaniya Trump a berbehs rê li ber nediyariyan vekir. Ûkraynayê diyar kir ku ew amadeye li gorî agirbestê tev bigere lê belê hê Rûsyayê ti daxuyanî nedane.
Kaja Kallas piştre anî ziman ku divê zexta li ser Rûsyayê were zêdekirin û bang li DYE’yê kir ku ji bo bidawîkirina şerî pêkanîn ferz bike.
Wezîrê Karên Derve yê Letonyayê Babia Braze jî got: ‘’Ti rêyên din tune ne; Zextê li Rûsyayê bikin, piştevaniyê bidin Ûkraynayê.’’
JI AVÛSTRALYAYÊ DAXUYANIYA AGIRBESTÊ
Hikûmeta Avûstralyayê jî diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin agirbesteke ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê dide sekinandin.

