Piştî peymana 29`ê Çileyê û entegrekirina hêza leşkerî û saziyên rêxistinî mijara tevlîbûna YPJ`ê ya ji artêşa Sûriyeyê re heta niha nehatiye pejirandin. Jinên li Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê dan û pêngavek dan destpêkirin. Ji Rêveberiya Bajarê Kobanê Rûken Ehmed têkildarî mijara berbehs ji ANF`ê re axivî.
Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku di dîrokê de jinên Kurd bûne pêşeng, parastina civak û axa xwe kirine û got: “Yên ku li hemberî DAÎŞ’ê têkoşiyan û ew têk bir, jin bûn. Jinan di warên diplomasî, siyasî û civakî de cihê xwe girt û bûn pêşeng. Li Şengalê di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser bajêr de 5 hezar jinên Êzîdî hatin revandin û ew li bazaran hatin firotin. Çima wiha li jinên Êzîdî hat? Ji ber ku parêzvanên xwe tune bûn û bi tenê jin dikarin bibin parêzvanên xwe.’’
Rûken Ehmed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li gel avabûna hêza jinan gavên dîrokî hatin avêtin û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî berxwedaniya li Şengalê û avabûna hêza jinan, jin bûn parêzvanên jinan û civaka xwe, ji dayîkan bigirin heta jinên ciwan li hemberî artêşan sekinîn û li ber xwe jî didan. Ji lewra jî tenê jin dikarin xwedî li civaka xwe û jinan derbikevin.’’
JIN CIVAKA XWE DIPARÊZIN
Rûken Ehmed piştre destnîşan kir ku jin girêdayî axa xwe û civakê ne û got: ‘’Ew tu carî axa xwe bernadin. Di dîroka bi hezaran salan de jinan civak xwedî kiriye û parastiye. Ger jin di nava artêşê da tune be, ew artêş wê rengê xwe yê civakbûnê winda bike. Artêşa bêyî jinan, bes tê wateya talan û wêraniyê. Artêş bes ji bo parastina civakê hatiye avakirin, ne ji bo talan û wêrankirinê. Lê belê jin jî beşek ji civakê ne û ew jî wê di nava artêşê de civaka xwe biparêzin.”
YPJ LI KU DERÊ BE BI HEZARAN JIN LI DORA WÊ KOM DIBIN
Rûken Ehmed diyar kir ku yê ku dibêjin nabe ku jin di nava artêşê da cih bigirin, ew bi xwe desthilatdar in û wiha got: “Neqebûlkirina jinan ya di nava artêşê, avakirina civakeke ne demokratîk û ne aştiyane ye jî. Civak ne li hemberî wê yekê ye ku jin di nava artêşê da cihê xwe bigirin. Artêşa bêyî jinan rengê tirsê derdixîne holê. Beriya 20 salan dema ku leşkerekî rêjîmê dihat, tirsek dixist nava dilê her kesî. Ma avakirina artêşê ne ji bo parastina civakê ye? Çima civak jê ditirse? Em nimûneyeke din jî bidin. Dema ku YPJ`ê herêmên din rizgar dikirin, bi hezaran kes li dora wê kom dibûn û ew hembêz dikirin. YPJ ji her kesî re bû îlham.”
BI TEVLÎBÛNA JINAN WÊ SÛRIYE PÊŞ BIKEVE
Rûken Ehmed piştre anî ziman ku dema civak ji artêşa xwe bitirse, ne pêkan e ku ew artêş ser bikeve û wiha got: “Em weke hemû jinan li pişta YPJ`ê ne û em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin da ku jin di nava artêşa Sûriyeyê de cihê xwe bigirin. Wê Sûriye li gel tevlîbûna jinan a ji artêşê re winda neke, berovajî wê yekê, wê Sûriye pêş bikeve.’’
SEDSALA AZADIYA JINAN E
Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de komkujiyên li perava Sûriyeyê û li Siwêdayê pêk hatin, bi bîr xistin, got ku di encama wan komkujiyan de bi hezaran jin hatin qetilkirin, destdirêjî li wan hat kirin, ew rastî êşkenceyê hatin û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku li perava Sûriyeyê û li Siwêdayê komkujî hatin kirin, êrîşkaran berî her tiştî berê xwe dan jinan û jin kirin hedefa xwe. Çima wiha kirin? Ji ber ku parêzvanên jinan tune bûn. Ji ber vê yekê jî êrîşî wan jinan kirin. Jin wê bi hebûn, reng û siyaseta xwe, xwe biparêzin. Dema ku jin bibin parêzvan wê demê tu kes nikare ne destdirêjiya jinan bike ne jî êrîşî destkeftiyên civaka wan bike. Ev sedsal, sedsala azadiya jinan û civakê ye. Ji ber vê yekê jî divê êdî Hikûmeta Şamê jî têkildarî mijarê pêngavên erênî biavêje û parastina civak û jinan bike.”

