În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Evîndar Ararat: Dewlet bi gotina ‘teror’ê nikare eniya hundirîn xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Zimanê dayikê, nasname û bîra civakî
Kurdistan

Zimanê dayikê, nasname û bîra civakî

Zimanê dayikê dema ku ji nava sînorên malê derket digihêje perwerdeyê, jiyana cemaweriyê û tenduristiya derûnî. Li kîjan ji van qadan şikestineke biçûk rû bide, ji nasnameyê heta bi ragihandina nifşan encamên cidî rû dide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Zimanê dayikê ji bilî zimanê destpêkê yê mirov ê naskirina cîhanê ye, her wiha weke pirekê ye ku nasname lê tê avakirin, xwebûn lê çêdibe û hişê civakî ji nifşên nû re pê tê ragihandin. Ji perwerdeya zarokekî heta bi xizmeta tenduristiyê ya mirovekî zimanê dayikê mijareke gelekî berfireh e. Tengkirina qada bikaranîna ziman, hiştina li derveyî perwerdeyê û bêbersivhiştina ziman li nava jiyana cemaweriyê bêguman bandorê li mirov bi xwe û têkiliya bi civakê re dike.

Mirov beriya her tiştî bi rêya têkiliyên bi derdora xwe re wateyê didin cîhanê. Li gel têkiliyên malbatî û civakî ziman jî parçeyek ji vê pêvajoya destpêkê ya biwatekirinê ye. Carna hevoka destpêkê ya hatiye hînbûn weke amûreke ragihandinê namîne; li nava malbatê, rabirdûyê yan jî li nava têkiliyên bi derdorê bi cih dibe.

Psîkolog Siyabend Aslan zimanê dayikê bi rengê “Hêlîna destpêkê ya mirov e ku di nava wê de çavên xwe li cîhanê vekiriye” pênase dike. Aslan ji ANF’ê re nirxand, qala cihê ziman li nava jiyana mirov kir û got, “Ji amûreke ji rêzê wêdetir ku em pê têkiliyê bi cîhanê re datîne, dilê nasnameya me ye, rabirdûya me ye û xwebûna me ye.”

JI NASNAMEYÊ HETA BI BÎRÊ

Zimanê dayikê yek ji qadên bingehîn e ku nasnameya mirov ava dike. Beşeke girîng a têkiliyên navbera malbat, civak, çand û rabirdûyê li ser ziman tê kirin. Lewma sînordarkirina zimanekî dikare bandorê li têkiliya mirov a bi qada civakî re bike.

Aslan bandora vê yekê li derûniya şexsî û civakî bi vî rengî vedibêje, “Astengkirina bikaranîna zimanê dayikê ya civakekê tê wê wateyê ku tu yekser jê re bibêje, ‘Tu, pêşiyên te û hestên te nehêja ne’.”

Vê yekê jî bi têgîna “Travmaya zimanî” pênase dike û dibêje, “Ev birîneke gelekî giran e ku dibe sedem ku mirov ji koka xwe fedî bike û wê bêqîmetiya kûr hîs bike.”

DÛRXISTINA JI KOKA XWE

Lêkolîner û zimanzan Zana Farqînî jî meseleyê li çarçoveyeke hîn berfireh a civakî bi cih dike. Farqînî bi gotina, “Asîmîlasyon ne tenê qedexeya ziman e, ne bûyereke welê ye ku ziman li derveyî jiyana rojane, perwerde, qada cemaweriyê dihêle” destnîşan dike ku dûrxistina civakên cuda ji koka xwe, weke parçeyek ji vê pêvajoyê dinirxîne.

Farqînî bal kişand ser têkiliya navbera ziman û nasnameyê û got, “Mirovên asîmîle bûye bi giranî di nava nasnameya jjorîn a bi rêya zimanê serwer tê ferzkirin asîmîle dibe û xwe ji nasnameya jorîn dibîne.”

Li aliyê din bersiva civakî ya li nasnameyê jî bîr e. Farînî vê têkiliyê jî bi vî rengî vedibêje: “Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew afirînerê wê çandê ye, barhilgirê wê ye, ragihandina wê ye. Madeya xav a hilberînê, hunera gotinê ye. Bîra civakê ye.”

Bi kurtasî lawazbûna ziman pêwendiya xwe hem bi derfetên heyî yên ragihandinê hem jî şêweyê ragihandina rabirdûyê heye.

JI BÎRÊ BER BI NIFŞÊN NÛ VE

Dewamiya bîra civakî bi ragihandina ziman ji nifşên nû ve girêdayî ye. Zimanekî ku mezinê malbatê pê zane lê belê zarok zehmetiyê dikişînin fêhm bikin an jî pê biaxivin, bi demê re di nava malbaetê de jî nayê bikaranîn. Dema ku zarok veguherî nifşekî welê ku ziman dibihîze lê belê bi kar nîne, zehmet dibe ku bigihîne nifşên nû.

Ev rewş ji bo Kurdî bi şênberî li holê ye. Farqînî dibêje, “Di nava nifşên Kurdan de îro Kurdî winda dibe. Rêjeya mirovên bi Kurdî diaxivin di nava zarok û ciwanan de gelekî kêm e û roj bi roj ev rêje kêmtir dibe.”

Li gorî Farqînî asta perwerdeyê li gel temen di bikaranîna ziman de tê guhertin: “Bi giranî di nava Kurdên bi temenê navîn, extiyar û asta xwe ya perwerdeyê kêm e axaftina bi Kurdî zêde ye. Her ku asta perwerdeyê bilind dibe û temen biçûk dibe ev rewş jî berevajî dibe.”

Bi qasî zanebûna bi zimanekî, ragihandina wî ji nifşê nû re jî girîng e. Farqînî dibêje, “Zimanê ku ji zarokan re nehate ragihandin paşeroja xwe nîne û ew ziman mehkûmî mirinê ye”, lewma bikaranîn ziman li nava malbatê girîng dibîne.

Dema ku zimanê zarokekî li malê hîn dibe li dibistanê jî bersiva xwe bibîne, ev yek mesafeya navbera malbatê û saziya perwerdeyê kêm dike. Naskirina zimanê zarok li qada perwerdeyê, wî zimanî û civaka bi wî zimanî diaxive li nava cemaweriyê bêhtir nîşan dide.

Farqînî destnîşan dike ku bikaranîn ziman tenê li nava malê û derdora nêz di nava mercên heyî de têrê nake û got, “Divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî, fermî bibe, di perwerde, hîndekarî, qada cemaweriyê bi kurtasî li her qada jiyanê bê bikaranîn. Ev yek ji bo dewamiya zimanekî pêwîstiyeke.”

DI TENDURISTIYA DERÛNÎ DE GIRANIYA ZIMAN

Bandora zimanê dayikê ne tenê bi perwerdeyê ye. Mirov dema ku qala tecrûbeyên xwe yên herî giran dike pêwîstiyê bi ziman dibîne. Tirs, travma, şîn û hêrs… Wateya van tecrûbeyan di mejî û hestê mirov de parçeyek ji ziman e.

Psîkolog Siyabend Aslan dibêje, di navbera vegotina tecrûbeyên travmatîk bi zimanekî cuda û bi zimanê dayikê de cudahiyeke girîng heye û bi vî rengî dewam dike, “Hestên me bi zimanê destpêkê yê ku me pê cîhan nas kiriye, yanî bi zimanê me yê dayikê bi rengekî bê sansur dineqişin.”

Aslan diyar dike ku zimanê duyemîn di vegotina êşekê de hinekî dûr dimîne û got, “Vegotina îstîsmareke giran, şînekê yan jî travmayeke berê bi zimanekî duyemîn welê mirovan dide hîskirin ku weke ê êşiya ye ew bi xwe nîne, lê yekî din e. Lewma gotinên bi zimanê duyemîn mekanîk dimînin.”

Lewma li gorî Aslan di psîkoterapiyê de vegotina bi zimanê dayikê yê mirovekî girîng e.

Aslan destnîşan dike ku ev nêzîkatî bi rengekî eşkere radixe pêş çavan ku xizmeta tenduristiya derûnî bi zimanê dayikê luksek nîne; mafekî bingehîn ê mirov e ku nabe bibe cihê nîqaşê.”

Bersiva zimanê dayikê li nava jiyana rojane, di xizmetên cemaweriyê de bêhtir tê dîıtin. Dema ku mirov neçar dimîne ku li nexweşxaneyê giliyê xwe, li dibistanê daxwaza xwe, li saziyeke edlî bûyera bi serî de hatiye an jî li saziyeke cemaweriyê pêwîstiya xwe vebêje, ziman careke din vediguhere meseleyeke bingehîn. Zimanê dayikê di vir de ji nîşaneya nasnameyekê wêdetir vediguhere pêwîstiyeke jiyana rojane.

JI TÊKOŞÎNA ŞEXSÎ BER BI MAFÊ KOLEKTÎF VE

Ji bo parastina zimanekî girîng e ku li nava malbatê bê axaftin, berhem pê bê afirandin, weşan pê bê kirin û karên zanistî bê meşandin. Lê belê bikaranîna ziman li nava jiyana cemaweriyê û perwerdeyê bi mercên hîn berfireh ên civakî ve girêdayî ye.

Zana Farqînî ji ber vê yekê mafê zimanê dayikê ji tercîha şexsî wêdetir dinirxîne: “Bi hewldanên fermî, bi têkoşîna ferdî ziman ji rewşa heyî nikare bi temamî bê rizgarkirin. Ziman mafekî çandî û kolektîf e.”

Farqîn bi taybetî vê destnîşan dike, “Meseleya esasî ew e ku ev mijar civakî bibe û bi hêza rêxistinî ya civakê têkoşîn bê meşandin.”

Bi gotina Farqînî, “Çawa ku zarok siberoja gelekî ne, siberoja zimanekî jî zarok e” ragihandina ziman ji nifşên nû re, ne xeleka dawî ya nîqaşa li ser zimanê dayikê ye; lê belê xala bingehîn e ku hemû sernavan bi hev ve girê dide.

Zarok li malê hînî ziman dibe; li dibistanê bi pêş ve dibe, bi hevalên xwe re bi kar tîne, bi pirtûkan re lê rast tê û li cîhana dîjîtal bi têgînên nû dewlemend dike. Dema ku li nava xizmetên cemaweriyê ew ziman hate bikaranîn, hingî dibe parçeyekî xwezayî yê jiyana rojane. Dema ku xelekeke vê zincîrê qetiya hingî qada bikaranînê ya ziman jî teng dibe.

Meseleya zimanê dayikê danakeve pirsa “Hûn bi kîjan zimanî diaxivin?” Pirsa esasî hîn berfireh e: Hûn bi kîjan zimanî dijîn? Bi kîjan zimanî perwerde dibin? Bi kîjan zimanî xwe îfade dikin? Bi kîjan zimanî dikarin xizmeta cemaweriyê werbigirin? Kîjan zimanî ji zarokên xwe re radigihînin?

Ev pirs ji hev cuda nîne. Dema ku ziman digihêje nasnameyê, nasname jî bi bîra civakî ve tê girêdan. Bîr jî ji nifşên nû re tê ragihandin. Perwerde vê ragihandinê dikare xurtir bike yan jî lawaz bike. Di tenduristiya derûnî de ziman vediguhere yek ji wan amûran ku mirov bigihêje tecrûbeya xwe. Di xizmeta cemaweriyê de jî vediguhere yek ji mercên bingehîn ên fêhmkirinê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapora pisporan a li ser projeya madenê ya li Kasorê: Dikare bibe sedema hezaz, erdhej û erozyonê
Nûçeya Pişt re Evîndar Ararat: Dewlet bi gotina ‘teror’ê nikare eniya hundirîn xurt bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan

Kedkarên li Enqereyê tevî barana zêde li qadên 1’ê Gulanê li hev civiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Hiqûqnasan biryarên Doza Kobanê protesto kirin

Rêxistinên hiqûqê biryarên Doza Kobanê protesto kirin û gotin: “Em van cezayan nas nakin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Evîndar Ararat: Dewlet bi gotina ‘teror’ê nikare eniya hundirîn xurt bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?