Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bandora çareseriyê ya li ser aboriya civakê ji ANF’ê re nirxand. Karagoz anî ziman ku KESK ne tenê rêxistiniyeke sendîkayî ye ku ji bo mafên aboriyê têdikoşe û diyar kir ku têkoşîna kedê li gel têkoşîna demokrasî û aştiyê dimeşîne.
‘AŞTÎ WÊ BANDORÊ LI SIFREYA KEDKARAN JÎ BIKE’
Karagoz ragihand ku ew girîngiyê didin karên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ên li Meclîsa Tirkiyeyê û bi bîr xist ku KESK’ê rapora ji 70 rûpelî pêşkêşî komîsyona li meclîsê kir. Karagoz got, “Em weke KESK, rêxistineke kedê ne. Lê belê têkoşîna kedê li gel têkoşîna demokrasî û aştiyê dimeşînin. Ji bo çareseriya meseleya Kurd yan jî pirsgirêka Kurd li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê komîsyonek hate avakirin. Weke konfederasyonê me ji bo vê komîsyonê raporek ji 70 rûpelî amade kir. Em di wê baweriyê de ne ku bi çareseriya vê pirsgirêkê re wê li sifreya me kedkaran nanê me mezin bibe. Ji ber ku çavkaniyên li vî welatî ji çekan, ji şer re dihate veqetandin wê bandorê li sifreya mirovan bike, qet nebe di wê baweriyê de me ku wê bersivê bide kêmasiyên kedkarên cemaweriyê. Ji ber vê jî em teqez daxwaza çareseriya demokratîk a vê pirsgirêkê dikin. Di vê mijarê de em aliyek in.”
‘JI ALIYÊ HIKUMETÊ VE HÎN GAVEK NEHATIYE AVÊTIN’
Karagoz diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û ragihand ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê desthilatdariyê ve hîn gavên şênber nehatine avêtin.
Karagoz got, “Ji aliyê çareseriya vê pirsgirêkê ve ya bi beşdariya partiyên li meclîsê koma xwe hene û beşên civakî hemûyan, civak niha qanih bûye. Li gel gavên gelekî cidî hatin avêtin jî desthilatdariyê, hikumetê gaveke bi tenê ya şênber neavêtiye. Em l ibendê ne ku hikumet jî di vê mijarê de tavilê gaveke şênber biavêje.”
‘PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ GERDÛNÎ Û PEDAGOJÎK E’
Karagoz bendewariyên KESK’ê yên li ser Qanûna Çarçoveyê jî anî ziman û ragihand ku ji bo jiyaneke bi hev re ya nasnameyên cuda divê garantiyên qanûnî bêne afirandin û got, “Welatê me li cografyayeke mezin e ku ji avaniyên cuda yên etnîkî, nasname û baweriyan pêk tê. Ji bo gel karibin bi hev re bijîn divê gavên qanûnî hemû bêne avêtin. Divê perwerdeya bi zimanê dayikê teqez di nava vê qanûna çarçoveyê hebe. Em çima ji perwerdeya bi zimanê dayikê ya zarokên xwe bitirsin? Ev mafekî gerdûnî, zanistî û pedagojîk e. Ji bo bawermendan mafekî îlahî ye. Di çarçoveya qanûna çarçoveyê de divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê teqez bi cih bê anîn, şertê xweseriyê di rêveberiyên herêmî de bê bicihkirin û di heman demê de rêveberiyên xwecihî bêne xurtkirin. Ez dixwazim bibêjim ku di vê mijarê de em aliyek in.”

