Metirsiyên têkildarî mafê jiyana girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibin û tevî bangên hiqûqnas, mafparêz û rêxistinên civakî jî pêngavneavêtina dersthilatdariyê ya di vê mijarê de dibe cihê rexneyê. Tehliyeya gelek girtiyên nexweş ku tedawiya nikare li girtîgehê bê kirin, tevî ku di qanûna înfazê de hukmeke li dijî vê yekê asteng tune ye jî bi hin sepanên îdarî û siyasî tê astengkirin.
Girtiyê 30 salan Ahmet Tamîr têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş ji ajansa me re axivî.
‘PERGALEKE KU RÛMETA ÎNSANAN HEDEF DIGIRE HEYE’
Ahmet Tamîr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan û ev yek anîn ziman: ‘’Sepanên li girtîgehan ne li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî û ne jî li gorî hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe ne. Bi temamî rêveberiyeke kêfî heye.Heya mafê herî sereke zimanê dayikê jî tê qedexekirin. Bi awayekî eşkere nêzîkatiya ‘Tu bîat bikî her tişt serbest e, lê belê tu nekî heya mafê herî sereke jî qedexe ye’ tê ferzkirin. Dozger biryarên girtîgehê erê dike, dadgeh jî biryara dozgerî rast dibîne. Bi vî rengî binpêkirina mafî vediguhere rewşeke sazûmanî. Êdî mesele bes ne binpêkirina hiqûqê ye, her wiha pergaleke ku rûmeta însanan hedef digire heye.’’
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ JI MAFÊ TEDAWIYÊ TÊN MEHRÛMKIRIN’
Ahmet Tamîr piştre anî ziman ku li girtîgehan girtiyên nexweş herî zêde bi tabloya herî giran re rû bi rû dîminin, destnîşan kir ku heya di pirsgirêkên tenduristiyên yên lezgîn de jî polîtîkayên gîrokirinê tên sepandin û got: ‘’Pirsên weke ku derê kesêê nexweş diêşe û kîjan dermanan bi kar tîne dibe sedema derdasbûna saetan. Li şûna ku divê bi awayekî lezgîn were tedawîkirin, berovajî wê j bo nexweşî giran bibe dem tê derbaskirin. Ev sepan bi awayekî zanebûnî tê kirin. Girtiyên ku ji nexweşxaneyan re tên sewqkirin bi bi ferzkirina mûayeneya kelebçekirî re rû bi rû dimînin. Ev yek mafê tedawîbûnê ji holê radike; dibêjin u yan tu yê bi kelebçeyan mûayene bibî yan jî tê nayê tedawîkirin. Li girtîgehan armanc dikin ku fikra azad, îrade û hêviyan însanan tune bikin. Ev nêzîkatiyeke dermirovî ye. Tiba Edlî dibêje ‘ne guncav e’ lê belê bijîşkekî din dibêje ‘guncav e.’ Nexweşxane biryareke cuda dide lê belê rêveberiya girtîgehê biryareke cudatir dide. Ne diyar e bê ka kîjan biryar derbasdar e. Ji ber ku hemû xwe weke tekane kesê rayedar dibînin. Bi taybetî Desteyên Îadarî û Çavdêriyê tehliyeya girtiyên ku înfazên xwe temam kirine bi hin sedemên cuda taloq dike. Armanca sereke ewe ku morala însanan xirab bikin, hêviya wan bişkînin û bê îrade bihêlin. Li girtîgehan sepanên ku beşeke polîtîkayên şerê taybet in, di dewrê de ne. Bikaranîna hin têgehan tê ferzkirin. Ev yek ferzkirineke siyasî ya eşkere ye.’’
‘HEYA XWENDINA PIRTÛKAN JÎ EGERA CEZA BIRÎNÊ YE’
Ahmet Tamîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li girtîgehan heya mafên çandî yên herî sereke jî di bin zextê dene û ev yek anîn ziman: ‘’Bikaranîna pirtûkxaneyê jî weke egera lêpirsînên dîsîplînê ye. Rojekê dibêjin ku ‘Hûn çima ji pirtûkxaneyê sûd wernagirin?’ û roja din dibêjin ku ‘Hûn çima her roj pirtûkan dixwazin?’ û girte tên girtin. Îdareyên girtîgehan heya tiştên herî jirêzê jî li ser girtiyan dikin amûreke zextkirinê. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne şexsî ne, encamên polîtîkayeke sîstematîk in. Ji bo parastina mafê jiyana girtiyên nexweş û bidawîbûna sepanên kêfî divê raya giştî hesasiyeteke bihêztir nîşan bide.’’

