Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Apo destpê kir, nêzî sala duyemîn dibe. Di ser qebûlkirina “qanûna çarçovey” re jî mehek derbas bû ku li Meclîsê bi dengê 470 wekîlan hate qebûlkirin. Tevgera Azadiyê li gel ku qanûn kêm dît, weke gavekê nirxand. Lê belê derengketina gavên şênber ên ji bo bicihanîna qanûnê fikarên girtiyan û malbatên wan ên li ser pêvajoyê zêde dike.
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Nûrten Karagoz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘DIRÊJBÛNA PÊVAJOYÊ BAWERIYA MALBATÊN GIRTIYAN DIŞIKÎNE’
Nûrten Karagoz ragihand ku malbat li bendê ne ku qanûn bi cih bê anîn û got, “Bêguman ev gotinên min ne tenê nêrîna min e; malbat jî vê yekê dibêjin. Ji ber ku em komeleyeke piştevaniya bi malbatên girtiyan re ne. Bi rengekî xwezayî em bi malbatan re di nava hev de ne, bi hev re ne, hevdîtinan dikin, diçin û tên. Tişta ku ew dibêjin ev e: Difikirin ku wê zarokên wan azad bibe, lê belê dirêjbûna pêvajoyê ya di vê astê de bi wan re dibe sedema bêbaweriyeke cidî.
“Daxwaza malbatan bi vî rengî ye: Madem qanûn derket, bila dewlet li pişt vê qanûnê bisekine û pêwîstiya wê bi cih bîne. Bila bi lez pêk bîne ku hem malbat bigihêjin zarokên xwe, hem jî bi rastî pêşî li vê xitimînê bê vekirin. Yanî rewşeke xitimî û meşeke giran heye; malbat dibêjin divê ev yek tavilê bi dawî bibe.”
‘GIRTÎ DIXWAZIN KU PÊŞÎ LI PÊVAJOYÊ BÊ VEKIRIN’
Nûrten Karagoz anî ziman ku girtî meseleyê tenê li ser mijara berdanê nabînin, dixwazin pêşî li pêvajoyê bê vekirin û got, “Ez bi vî rengî bibêjim: Girtî bêguman li bendê ne ku bi vê qanûnê re hevalên wan bêne berdan. Lê belê rewşeke welê nîne: ‘Li benda berdanê ne, em bêzar bûn bila êdî bêne berdan’. Ne di rewşeke welê de ne. Weke ku min beriya niha qalê kir, dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin. Bêguman derengketina vê pêvajoyê hem li girtîgehan hem jî li ser malbatan barekî giran ê psîkolojîk bi xwe re tîne.
Bi vê pêvajoyê re diviyabû li girtîgehan bêhiqûqî kêm bibûya, lê belê em dibînin ku zêde dibe. Betalkirina berdanê, kiryarên kêfî û êşkence gihîştiye asta herî bilind. Ji vir jî encameke bi vî rengî derdikeve holê: Her girtîgehê li gorî xwe hiqûqek ava kiriye û wê hiqûqê pêk tîne. Halbûkî bêguman divê li vî welatî tenê hiqûqek derbas bibe. Tişta ku em jê re dibêjin kiryara kêfî ev e.
Li girtîgehan mixabin hîn jî rastiyeke weke Desteyên Îdare û Çavdêriyê hene. Me berê jî gelek caran anîbûn ziman; ev deste li derveyî hiqûqê hatine avakirin û mesele bi temamî ji kêfa wan re hatiye hiştin. Dewlet ji aliyekî ve qala avkairina jiyaneke bi hev re ya civakê û hiqûqa xwişk û biratiyê dike, li aliyê din jî mixabin êşkence, bêhiqûqî û betalkirina berdanê li girtîgehan dewam dike. Û li bendê ye ku civak jî li ber vê yekê ranebe. Tiştekî bi vî rengî pêkan nîne. Civaka demokratîk an jî her saziya ku di vê mijarê de têkoşînê dimeşîne, bêguman divê nerazîbûnê nîşan bide û ev nerazîbûn gelekî xwezayî ye.”

