Endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Nûrettîn Demîrtaş têgîna komînê ji ANF’ê re nirxand ku modela jiyana hevpar, azadî û rêxistinbûnê ye.
Demîrtaş anî ziman ku ew li gorî tecrûbeyên dîrokî yên têkoşînê rêxistinbûna li ser komînê ji xwe re dikin esas. Nirxandina Nûrettîn Demîrtaş bi vî rengî ye:
“Em xwe dispêrin tecrûbeyên mûazzam ên têkoşîna xwe û di vê demê de rêxistinbûnek li ser bingeha komînê ji xwe re dikin esas. Di herikîna dîrokê de dewlet û desthilatdar li aliyekî, civak jî li aliyekî bû. Di navbera wan de her tim nakokî hebû.
Komîn nîşaneya aliyê civakê yê vê nakokiyê ye. Rêber Apo di manîfestoyê de aliyên dewlet û komînê vedibêje û bi berspektîfeke dîrokî pêşiya me ronî dike ku divê em çi bikin. Komîn ruhek e.
Ruhê jiyana hevpar û çanda jiyana hevpar e. Vegotina manewiyatê ye, vegotina baweriyê ye, vegotina hezkirin, hurmet û pavrekirinê ye. Gelo mirov nikaer ji vê yekê birevin? Reva ji komînê reva ji mirovahiyê ye.
Kapîtalîzmê kabûseke welê afirandiye ku dema komîn tê gotin, welê dide fêhmkirin ku weke wê her tiştî ji destê her kesî bistîne. Her kes wê di xizaniyê de bibe weke hev. Yanî divê mirov bi vê propagandayê nexapin.
Em tenê li pratîka sosyalîst nenihêrin. Civakên Rojhilata Navîn bi tecrûbeyên komînê yên mûazzam tijî ne. Ya rast, mirovahî bi milyonan salan bi komînan jiya.
Cewhera jiyana civakî ye. Felsefe qala vê dike, ol qala vê dikin. Zerduştî bi temamî baweriyeke civakî ye.
Xiristiyanî dema destpê kir, ma ne tevgera bindestan bû? Di Yahûdîtiyê de cewhereke komînî heye. Bi taybetî li Îsraîlê civakên bi rengê komînal dijîn mînakek e. Em bala xwe bidin Îslamiyetê.
Civakîbûneke mûazzam heye. Mûazzam e. Piştre dewlet û desthilatdariyê gelek tişt bi dest xist û xera kir.
Lê belê di cewhera Îslamiyetê de teqez civakîbûnek heye. Em bifikirin, mirovên îman û baweriya xwe lawaz be wê meyla xwe biçe ser madiyatê. Bêguman bi qasî olan di têkoşîna çînî de jî civakîbûneke mûazzam heye.
Ew çanda jiyana hevpar û ruhê wê hêza herî mezin a bi mirovan re ye. Wê hêza manewî bandor li jiyana civakî jî kiriye. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinbûnê heye, zanebûn divê, kar divê.
Ne tiştekî welê ye ku ji ber xwe ve bibe, ji ber ku civak gelekî ji hev hatiye belavkirin. Sîstemên kapîtalîst, mêtinger û qirker bi wê yekê ve mijûl in ku li seranserê cîhanê civakê belav bike. Hîn jî tişta herî mezin a ku dike dûrxistina mirovan a ji hev e, apolîtîkkirina mirovan e, serwerkirina ezeztiyê li nava mirovan e.
Yanî mirov dikare kesayeteke welê çavbirçî tercîh bike ku bibêje ‘Bila her tişt a min be’? Yan jî kesayetên piştevan, parvekar û rêzdar tercîh bike? Yek jê bi bandora desthilatdarîperestî û dewletperestiyê bi vî rengî ava bû. Yê din jî karakterê civaka komunîst û demokratîk di kesayetiya xwe de nîşan dide. Li pêşberî rastiyeke ewçend şênber ma mirov rêzdar nabe? Mirov kedê nade wê? Bi taybetî di vê serdemê de li hemberî sîstema ku zerarê dide xweza, azadiya jinê û bi israr hewl dide çanda talan û destavêtinê dewam bike, yekane çareya li hemberî vê sîstema kapîtalîst, komîn e.
Komîn bi rastî jî vegotina azadiya civakê ye ku li dora azadiya jinê, di dîrokê de li dora jinê ava bûye. Civakeke ku jin lê azad e bêguman civakeke komînal e. Piştevan e, parvekar e, li ser bingeha hezkirin û hurmetê ye.
Li wê derê îradeya jinê nayê binpêkirin. Ji bo malbatekê jî ev derbasdar e. Di nava malbatekê de komînalîte çi ye? Tê wê wateyê ku di nava wê malbatê de zext tine be, çanda nîqaşê ya demokratîk hebe, îradeya mirov neyê binpêkirin. Ji aliyê baweriyê ve tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku her bawerî bi çanda xwe bijî.
Li gel hebûna ewqas taybetmendiyên bedew û hêja gelo mirov dikare li jiyaneke li derveyî komînê bifikire? Ji bo me komîn tê wateya jiyanê, azadiyê. Em ê di vê de israr bikin, pêk bînin, bixin pratîkê, ava bikin û bedewiya vê bi pratîkê nîşan bidin, bi hemû mirovan re parve bikin.
Berê ji bo Kurdan digotin, heta ku bi çavên xwe nebînin bawer nakin. Niha em ê vê bixin pratîkê û bi hemû mirovan re parve bikin. Em xwedî vê îdîayê ne, em dikarin vê hêzê û vê ferasetê nîşanî civakê bidin.
Ji ber ku em gihîştin rastiya gelekî ku gelekî zane bûye, polîtîk bûye û jiyaneke bê rêxistinî najî. Zemîna me ya dîrokî jî gelekî xurt e. Çandeke me ya komînê ya ji hezaran salî heye.
Em xwedî kevneşopiyeke berxwedanê ya komînal in. Di roja me de jî rêbaza me ya nû ya têkoşînê ev e. Em ê bi komînalîteyê li ber xwe bidin, bi komînalîteyê azad bibe.

