Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir
Jin

Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

Gerîlaya YJA Starê Zekiye Dêrazor ku bi bandora Zekiye Alkan û têkoşîna YPJ'ê beşdarî nava refên gerîla bû, diyar kir ku jiyana gerîla derfet da wê ku wêrekî û hêza xwe keşif bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çiyayên Kurdistanê li gel heybeta xwe bi çîrokên têkoşîn û jiyanê yên bêhejmar ên şahidî jê re kiriye, xwedî wateyeke xweser e. Çiyayên ku ji şahidî ji jiyan, êş, kêfxweşî û serketina gerîla re kirine, ji bo têkoşerên azadiyê ne tenê qadeke têkoşînê di heman demê de bûne warê keşifkirina xwe û hêza xwe.

Yek ji kesên bi lêgerîna azadiyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê gerîlaya YJA Starê ya ji gelê Ereb Zekiye Dêrazor e. Dêrazor ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, bi bandora tecrûbeyên têkoşînê û şehîdên li nava malbata xwe lêgerîna xwe ya li azadiyê kûr kir.

Dêrazor ku destpêkê Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) nas kir, ji sekin û îradeya jinan a li nava têkoşînê bi bandor bû. Dêrazor ku hêza jinan a guhertina jiyanê û jinûve avakirinê li nava refên YPJ’ê nas kir, demekê li Rojava di nava YPJ’ê de têkoşîn meşand.

Dêrazor ku bi tevlîbûna li nava refên YPJ’ê re fikrê neteweya demokratîk a Rêber Apo nas kir, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.

Dêrazor nêrînên xwe yên têkildarî pirsgirêkên jinan bi van gotinan anî ziman:

“Em weke jinên ji gelê Ereb xwedî mafên siyasî û leşkerî nînin. Her tim weke makîneyeke zarokan tînin dinyayê têne dîtin û di nava çarçoveyeke teng de têne hiştin. Ez jî weke jineke Ereb a ku mafên wê jê hatine stendin ketim bin bandora tevgera YPJ’ê. YPJ ne tenê tevgereke leşkerî ye; di heman demê de tevgereke siyasî ye ku ji bo gel û jinan têdikoşe. YPJ bi bandora nêrînên Rêber Apo xwe ava kiriye. Bi taybetî bi nêzîkatiya ‘Jin azad nebe civak jî azad nabe, têdikoşe. Herî zêde vê têkoşînê bandor li min kir.”

‘BI BANDORA JI ZEKIYE ALKAN MIN NAVÊ WÊ LI XWE KIR’

Gerîlaya YJA Starê Dêrazor qala çîroka lixwekirina navê “Zekiye” kir û got, “Piştî ku tevlî nava YPJ’ê bûm, min jinên têkoşer ên weke Zekiye Alkan nas kir û xwest, navê wê li xwe bikim. Hevala Zekiye Alkan yek ji jinên têkoşer bû ku canê xwe ji bo welatê xwe feda kir. Ji bo azadiya gelê xwe bedena xwe da ber agir. Ji bo min xwedî wateyeke taybet bû. Weke wê min xwest hêjayî gelê xwe bim û ji bo parastina gelê xwe têbikoşim.”

Dêrazor diyar kir ku piştî navê xwe kir Zekiye, biryar da ku bi berpirsyariya vî navî rabe û got, “Ji bo karibim xwedî li navê xwe derkevim min biryar da ku tevlîbûna li nava refên gerîla rêya herî rast e. Lewma beşdarî nava hêzên YJA Starê bûm.”

Dêrazor ragihand ku dema destpêkê hat çiyayên Kurdistanê ji bilindahiyê ditirsiya û ev tirsa xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji ser xwe avêt. Dêrazor got, “Dema ku hatim çiyayên azad ez destpêkê ji bilindahiyê ditirsiyam. Lê belê bi hevalên xwe re min ev tirs ji ser xwe avêt û wêrekiya xwe dît. Piştî ku hatim çiyayên Kurdistanê min dît ku hêza min têra her tiştî dike.”

‘DI NAVA JIYANA GERÎLA DE HERÎ ZÊDE HEVRÊTIYÊ BANDOR LI MIN KIR’

Dêrazor anî ziman ku di nava jiyana gerîla de herî zêde têkiliyên hevrêtiyê bandor li wê kir û got, “Alîkariya bi hev re û piştevaniya jinan a ji hev re gelekî bandor li min kir. Ev jî bû sedem ku hîn bêhtir ji jiyanê hez bikim û ji bo armancên mezin bijîm.”

Dêrazor axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Min fikrê Rêber Apo nas kir. Bi taybetî gelekî bandor li min kir ku nirxandinên xwe yên têkildarî jinan ne di çarçoveya neteweyeke bi tenê de ye. Nêrînên Rêber Apo ew hêz da min ku ji tiştekî netirse û wêrek be. Ji ber ku di nav asîstemê de min ev hêz bi xwe re nedidît; hîs nedikir ku xwedî mafê jiyaneke bi hêsanî me. Lê belê dema ku min fikrê Rêber Apo nas kir, min hêza xwe dît.”

Dêrazor diyar kir ku her kes zane bê Rêber Apo çi nirx ji jinan re afirandiye û got, “Lîderê ti tevgerê ev yek nekiriye. Ji ber vê jî em jin minetdarê Rêber Apo ne ku ji bo me jinan jiyaneke azad ava kiriye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye
Nûçeya Pişt re PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Jinan a DBP’ê: Çalakiyên me wê heta azadiya Abdullah Ocalan dewam bike

Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî got, "Çalakiyên me wê heta azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Em bi ruhê Zîlan têdikoşin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Zeynep Kinaci ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?