Di ser Komkujiya 1’ê Gulana 1977’an re 49 sal derbas bûn ku weke 1’ê Gulanê ya bi xwîn cihê xwe di dîrokê de girt. Di komkujiyê de 34 kedkaran jiyana xwe ji dest dan. Hem hesabê komkujiyê nehate pirsîn hem jî Qada Taksîmê her sal 1’ê Gulanê tê qedexekirin. Ji şahidên 1’ê Gulanê ya bi xwîn Hasan Akin ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ti qedexe wê nikaribe rastiya Taksîmê biguherîne ku qada kedê ya 1’ê Gulanê ye.
‘BI SED HEZARAN MIROVÎ PÊL BI PÊL BERÊ XWE DAN TAKSÎMÊ’
Hasan Akin ku bûyerên 1’ê Gulanê ya bi xwîn baş tê bîra wî, anî ziman ku ev komkujiya beriya 49 salan di jiyana wî de guhertinên mezin kir. Akin bi bîr xist ku hevrêya wî Jale Yeşîlnîl a ji Dev-Lîsê di binê panzerê de hate eciqandin û ew kêlî weke rojeke reş di hişê xwe de neqişand. Akin anî ziman ku 1’ê Gulanê ya herî bi heybet a dîroka Tirkiyeyê bi vî rengî hate herimandin. Akin got, wê demê ku nifûsa Stenbolê nêzî 3 milyon mirov bû bi sed hezaran kesî pêl bi pêl berê xwe dan Taksîmê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Karker, kedkar, jin, xwendekar bi sed hezaran mirov hebûn. Ez wê demê 18 salî bûm û bi min re birayê min Xidir hebû ku 17 salî bû. Em di nava korteja Kûrtûlûşê de bûn. Bi Yekîtiya Kedê û TEP’ê re em dimeşiyan. Em ji Uskudarê meşiyan Haremê, ji wir jî meşiyan Saraçhaneyê, êvarê em gihîştin Taksîmê.”
HEVRÊYA WÎ DI BINÊ PANZERA POLÎSAN DE ECIQÎ, BIRAYÊ WÎ BIRÎNDAR BÛ
Akin anî ziman ku piştî bi rengê kortejê ketin Qada Taksîmê rageşiyê destpê kir ûu got, “Dengê çekan hat û her kes li derdorê belav bû. Ez ber bi Kazanci Yokûşû ve beziyam. Atmosfereke welê ya panîkê hebû ku di dema rageşiyê de min birayê xwe winda kir. Piştre hîn bûm ku di lîsteya birîndaran de ye. Di wê rageşiyê de birîndar bû bû. Di nava wê rageşiyê de min kedkarên ku eciqîn nedît. Piştre hîn bûm ku hevala min a 17 salî Jale Yeşîlnîl a ji Dev-Lîsê ku di nava korteja me de dimeşiya di binê panzera polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da.”
‘KEVNEŞOPIYA REWŞA AWARTE BI AKP’Ê DEWAM DIKE’
Akin ragihand ku rojek piştî 1’ê Gulanê ya bi xwîn birayê xwe Xidir li Nexweşxaneya Dewletê ya Taksîmê dît û diyar kir ku li gel 49 salên di ser re derbas bûne jî wî ew 1’ê Gulanê ji bîr nekiriye. Akin ragihand ku ji bo bîranîna kedkkarên piştî komkujiya hêzên tarî jiyana xwe ji dest dan Taksîm weke Qada 1’ê Gulanê bû nîşane û got, li gel qedexeya derketina derve ya ku sala 1979’an li Stenbolê hate ragihandin li herêmên cuda bi hewldanên bîranîn û çalakiyan dewam kir, gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Akin anî ziman ku di sala 1980’î de jî di nava mercên rewşa awarte de destûr nehate dayin ku 1’ê Gulanê bê pîrozkirin û got, karkeran hêza xwe ya hilberînê bi kar anîn, çalkaiyên destberdana ji kar pêk anîn û li herêmên cuda xwepêşandan lidar xistin.
Akin diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê niha kevneşopiya qedexe ya kêfî ya cûntaya faşîst dewr wergirtiye û got, “Li gel hesabnepirsîna ji berpirsyarên komkujiyê weke di dema rewşa awarte de Qada Taksîmê careke din li karker û kedkaran hate girtin.” Akin destnîşan kir ku ti kiryara antî demokratîk wê nikaribe wê rastiyê biguherîne ku Qada Taksîmê qada kedê ye û got, “Me Jale Yeşîlnîl û hemû kedkarên din ên di Komkujiya 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekir. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Taksîm qada 1’ê Gulanê ye û em ê rojekê tekez 1’ê Gulanê bi rengekî bi heybet li vê qadê pîroz bikin. Lewma 1’ê Gulanê tekez wê li Taksîmê vegere û bi navê kedkarên hatin qetilkirin em ê bîrdariyekê dînin wê derê.”

