Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna hevpar a kedkarên cîhanê hate kirin û hate ragihandin ku bêyî azadiya jinê têkoşîna azadî û kedê temam nabe.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 1’ê Gulanê ne tenê roja pîrozbahiyê ye, di heman demê de “soza avakirina ked, berxwedan û jiyana sosyalîst” e û banga sosyalîzma demokratîk û sincî hat kirin. Her wiha hat gotin ku keda jinê di dîrokê de keda herî zêde tê talankirin e û hat gotin: “Heta jin azad nebe, ked azad nabe.”
Peyama Koordînasyona KJK’ê wiha ye:
“1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê ku hemû kedkarên cîhanê bi yek dilekî di bin banekî de kom dike; di serî de li kedkarê her herî mezin ê Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo, li karkerên madenê yên ku ji Eskişehirê heta Enqereyê ji bo mafê keda xwe dimeşin, li hemû gelên ku li Gimgim, Kanîreş û Gîresûnê li dijî şîrketên madenê dîrok, ax û jiyana xwe diparêzin, li yên ku li Rojava ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk têdikoşin, li yên ku li Rojhilat li dijî şer ji bo jiyana azad kedê didin, li hemû jinên ku li dijî qirkirina jinê li ser piyan in, li dayikên me, li ciwan û zarokan pîroz be.
Meha Gulanê çiqasî meha kedkaran be, ewqasî meha şervanên herî mezin ên kedê û şehîdên hêja yên ku di rêya sosyalîzmê de canê xwe feda kirine ye. Ji ber vê yekê em şehîdên xwe yên hêja bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û weke dilsoziya bi bîranîna wan, soza xwe ya avakirina jiyana sosyalîst nû dikin.
Kedkar ne tenê di roja 1’ê Gulanê de, hemû jiyana xwe bi têkoşîna li dijî dizên kedê derbas dikin. Li dijî vê pergala ku keda civakê bêqîmet dike; dibêjin ‘ked biqîmet e, pîroz e, ked jiyanê ava dike’. Lewre em dizanin ku cîhana em tê de ne, zimanê em pê dipeyivin û nefesa em digirin, bi keda hevpar a bi mîlyonan zindiyan pêk hatiye û dewam dike.
EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞERÊN DESHTHILATDARIYÊ XWEDÎ LI KEDA XWE DERKEVIN
Em her roj dibînin ku; rêveberên dewletan xwe weke patron, gel jî weke karker û koleyên ku divê serê xwe bitewînin dibînin. Di şerên xwe yên berjewendiyan de li ser navê gelan biryaran didin û jin, zarok û kedkaran dikişînin nav şer. Em wek kedkar dikarin bi têkoşîna li dijî van şerên desthilatdariyê yên ku ne şerê gelan in, keda me dimêjin û ekolojiya me qir dikin, xwedî li keda xwe derkevin. Lewre ax ked e, dîrok ked e, ziman ked e; darên ku em diçînin, çiya û çemên ku diherikin ked in. Desthilatdarên îro çav birîne van hemû kedên me û bi şer, rant û şîrketan hewl didin wan tune bikin. Ji ber vê yekê xwedîderketina li gund, baxçe, av, ziman, çiya û zozanên me, di eslê xwe de xwedîderketina li keda me ye.
Encamên vê pergala bêked û riziyayî di nav civakê de dibe sedema encamên pir xirab. Li dibistanan zarok, mamoste û keçên ciwan tên qetilkirin. Çetebûna di nav dewletê de destpê kiriye, digihîje civakê; bi fuhûş û narkotîkê ciwanên me jehrî dike. Xwedîderketina li ciwan û zarokên me yên ku bi keda dayikan mezin bûne, xwedîderketina li ked, pêşeroj û hêviya me ye.
DIVÊ EM BI SOSYALÎZMA DEMOKRATÎK Û SINCÎ TÊBIKOŞIN
Li dijî vê pergala kapîtalîst a ku ji rê derketiye û tu pîvanên sincî û wijdanî nîn e, divê em ji bo sosyalîzma li ser bingeha felsefeya etîk a nû bixebitin. Îro ji her demê bêhtir pêdivî bi baweriya sosyalîzmê heye. Divê em li dijî dînîtiya xerckirinê, qirkirina ekolojîk, dîlgirtina civakê ji aliyê medyaya dîjîtal ve, nexweşiyên hatine afirandin û bêwatekirina jiyanê, bi sosyalîzma demokratîk û sincî têbikoşin. Wek Rêber Apo gotiye: ‘Israra di mirovahiyê de, israra di sosyalîzmê de ye.’
HETA JIN AZAD NEBE, AZADKIRINA KEDÊ NE PÊKAN E
Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi sedsalan e bi desteserkirina welat û nirxên keda xwe, ji keda xwe hatine dûrxistin û biyanîbûne. Ji bo vê em dizanin ku têkoşîneke mezin a welatparêziyê pêwîst e û heta jiyana azad û demokratîk neyê avakirin, ked jî azad nabe. Lewre keda li welatê azad, keda civakî ye. Keda afirîner e ku kole nake, azad dike. Keda ku ji bo pêşxistina jiyana azad û azadkirina civakê tê dayîn pîroz e. Ji ber vê yekê keda dayikê û keda jinê keda herî zêde tê talankirin e, lê di heman demê de keda herî pîroz e.
Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’, heta ku em pergala baviksalar a ku keda jinê tune dihesibîne û jinan bi hovîtî qetil dike nehilweşînin, em nikarin qala azadiyê û nirxa rastî ya kedê bikin. Yanî heta jin azad nebe jiyan, heta jiyan azad nebe jî ked azad nabe. Lewre riya sosyalîzmê tenê bi azadiya jinê pêkan e. Civaka azad û demokratîk a li Rojava hatî avakirin, encama keda jinan e ku xwediyên rastî yên aboriyê ne. Ev encam ji bo hemû jinên kedkar bûye ronahiya hêviyê.
TÊKOŞÎNA JI BO PÊŞEROJEKE DEMOKRATÎK, XWEDÎDERKETINA LI KEDÊ YE
Divê neyê jibîrkirin ku çavkaniya hemû pirsgirêkên kedkaran, nebûna demokrasiyê ye. Tu pirsgirêk nîn e ku pergala demokratîk nikaribe çareser bike. Rêber Apo dibêje: ‘Civaka ku demokrasiyê dizane, bêkariyê hilnayîne. Li ku derê bêkarî hebe, li wir ewqas antî-demokrasî heye.’ Ji ber vê yekê têkoşîna herî mezin a kedê, di eslê xwe de têkoşîna demokrasiyê ye.
Xwedîderketina li kedê, bi komunên ku jiyana azad a gelan li dijî pergala kapîtalîst temsîl dikin pêkan e. Bi pêşxistina pergalên aborî yên li ser bingeha komunê, qelskirina vê çerxa mêtingeriyê pêkan e. Ji ber vê yekê bi munasebeta 1’ê Gulanê cejna berxwedana kedkaran, di duyemîn salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an de; em bang li jin, ciwan, dayik, gundî û hemû kedkaran dikin ku xwedî li vê banga dîrokî derkevin, sosyalîzma demokratîk hûnandin û qadan bi coş tije bikin.
Bijî keda jinan a ku jiyana azad hûnandiye. Bijî 1’ê Gulanê roja yekîtî, piştevaniyê û berxwedana kedkaran!”

