Jin li Navenda Çanda Kurd a Darmstadtê kom bûn û li ser amadekariyên festîvalê nîqaş kirin. Di civînê de behsa girîngiya beşdariya xurt a jin, ciwan û malbatan hat kirin.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan, ku dê di 20’ê Hezîranê de li Dortmundê were lidarxistin, wekî yek ji çalakiyên herî girîng ên di têkoşîna jinên Kurd de hate destgirtin. Hate diyarkirin ku festîvala îsal jî dê bi beşdariyeke xurt û bernameyeke tejî were pêk anîn.
Meclîsên jinan, destnîşan kirin ku festîval ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de cîhek ji bo xurtkirina hevgirtina jinan û rêxistinbûnê ye jî.
Di festîvalê de dê performansên muzîkê, pêşandanên folklorî, axaftin û çalakiyên çandî yên cûrbecûr hebin. Bernameyên taybet ji bo zarok û ciwanan jî dê werin amadekirin.
Jinên Darmstadtê, bang li hemû gelê Kurd û dostên demokratîk kirin ku beşdarî festîvalê bibin.

