Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aydin: Divê pêvajo civakî bibe
Rojane

Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

Hevserokê ÎHD'ê Cîhan Aydin işaret bi girîngiya hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re kir û destnîşan kir ku ji bo civakîbûna pêvajoyê divê şefafbûyîn bê zêdekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin serdana komîsyonê ya Îmraliyê nirxand û diyar kir ku hevdîtin ji bo civakîkirina fikra aştiyê girîng e û wiha got, “Ev serdan û xebata komîsyonê, ji bo xurtkirina daxwaza aştiyê hêja ye. Aydin diyar kir ku ew girîngiyê didin ku komîsyonê guh bide rêxistinên civaka sivîl, nûnerên beşên cuda û figurên siyasî û bi notgirtinên van rapor amade bike û vê raporê bi raya giştî re parve bike. Aydin wiha got, “Me jî wekî Komaleya Mafên Mirovan nêrînên xwe pêşkêşî komîsyonê kir; ya girîng ew e ku ev nêrîn wê çawa biteyisin raporan û çawa bandorê li pêvajoyê bikin.”

‘ZANÎNA BÊ KA ÇI HATIYE AXAFTIN, WÊ PIŞTGIRIYÊ XURT BIKE’

Aydin destnîşan kir ku daxuyaniyên piştî serdanê wê piştgiriya civakê zêde bike û wiha got, “Zanîna tişên ku di navrêzan de hatiye axaftin, piştgiriya civakê wê bi awayekî erênî xurt bike. Helbet zelalî girîng e, lê parvekirina tavile ya hinek gavan bi raya giştî re, dikare rê li ser spekulasyonan veke; îtîraza me li dijî vê tune ye. Lê agahdarnekirina civakê derbarê çarçoveya giştî de kêmasiyeke girîng e.”

‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ GAV WERE AVÊTIN’

Aydin bilêv kir ku neparvekirina tu naverokekî derbarê qanûna çarçoveyê de ku ev demeke tê nîqaşkirin, derfetên tevkariya civakî teng dike û wiha got, “Ger gavên ku werin avêtin, bi awayekî giştî bi raya giştî re hatiba parvekirin, me jî dikarbî bi sûdgirtina ji tecrubeyên cîhanê rapor amade bikin û bi tevkariyên pisporan piştgiriya pêvajoyê bikin. Gavên krîtîk ên wekî bêçêkbûna aliyê Kurd, vekişîna ji derveyî sînor û valakirina hin kampan, bi lez hatin avêtin. Ev gav nîşan didin ku aliyê Kurd samîmî nêzî aştiyê dibe; hikûmetê jî divê gavên ku piştgiriya fikra çareserî û aştiyê bike, bi lezgînî biavêje.”

Aydin diyar kir ku Tirkiyeyê bi salan dirêj e, polîtîkayên ewlehiyê dimeşîne û da zanîn ku ev yek rê li ber trawmayên giran û binpêkirinên mafan ên sîstematîk vekiriye.

‘POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ BÛ SEDEMA WINDAHIYÊN GIRAN’

Aydin wiha got, “Dewletê zêdetirî 40 sal in vê mijarê tenê bi perspektîfa ewlehiyê girt dest û ev nêzîkatî bû sedema berdêlên gelek giran. Eger pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an bi ser ketiba, windahiyên mezin ên di 10-15 salên dawî de nehatiban jiyîn. Lê di qonaxa heyî de, li dora maseyeke axaftin, pir girîng e. Ji damezrandina ÎHD’ê ve me her tim di çareserkirina vê mijarê bi awayeke aştiyane û adil de israr kir. Em îro jî israr dikin û ji ber vê yekê ji ber vê pêvajoyê kêfxweş in.”

‘GER FOBIYA GEFA EWLEHIYÊ WERE DERBASKIRIN, WÊ PÊVAJO ZÛTIR PÊŞ BIKEVE’

Aydin destnîşan kir ku di çarçoveya geşedanên li Sûriyeyê de, nîşanên ku dewletê hîna Kurdan wekî gefa ewlehiyê dibîne hene û wiha got, “Ger ev fobî were derbaskirin, wê pêvajo zûtir û rast pêş bikeve. Tevlînebûna CHP’ê ya ji bo serdana komîsyonê ya Îmraliyê me xemgîn kir. Ev serdan ne ji bo zanîna bê ka Ocalan wê çi bibêje ye; ji bo ku partiyên ku di Meclîsê de koma wan heye di mijara aştiyê de pêpinga psîkolijîk derbas bikin bû. Ev zemînekî rûbirûbûn û axaftinê bû.” Aydin diyar kir ku ew dîsa jî daxuyaniya CHP’ê ya ragihandina nedîjberbûna li hemberî pêvajoyê girîng dibînin û diyar kir ku helwesta ji niha şûnde wê ji nêz ve ji aliyê gelê Kurd ve were şopandin. 

‘DIVÊ MEKANÎZMAYA ÇAVÊ SÊYEMÎN HEBE’

Aydin destnîşan kir ku yek ji kêmasiyên bingehîn ê pêvajoyê nebûna mekanîzmayeke çavê sêyemîn e û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Tecrubeyên cîhanê nîşan didin ku çavekî sêyemîn pêvajoyên çareseriyê bi lez dixe. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyeke ji bo venêrînê vekirî û bi tevlîbûna civaka sivîl û ger pêkan be çavekî sêyemîn, wê bi tenduristir bimeşe. Em ê wekî ÎHD’ê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Em ê tenê bi çavdêrkirinê re nemînin, nêrîn, pêşniyar û tespîtên xwe yên têkildarî pêvajoyê hem bi raya giştî û hem jî bi aliyan re parve bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike
Nûçeya Pişt re Qendîl bi rengê payîzê xemilî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MOP’ê Newroza gelê Kurd pîroz kir

Partiya Azadiya Mezopotamyayê, li ser navê gelên Asûrî, Asûrî û Keldanî Newroza gelê Kurd pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê konferansa komînan dewam dike

Konferansa Komînan a Kantona Cizîrê piştî xwendina perspektîfên Rêber Apo bi nirxandinan, dewam dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Çima Sosyalîzma Sovyetê hilweşîya?

Yekîtîya Sovyetê nekarî pirsgirêka herî girîng a çawaniya sînordarkirina çîna ‘’jor’’ çareser bike û bi…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?