Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bi rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (DKG) û rojnamevanan re rûnişt. Di kombûna li DFG’ê de rojnamevanan bal kişandin ser sansurê, zextên dîjîtal û girtinê.
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek diyar kir ku yên berê li hemberî zextên li ser rojnamevanên Kurd bêdeng man îro bi heman kiryaran re rû bi rû tên. H evseroka MKG’ê Roza Metîna jî destnîşan kir ku rojnamevanên jin li gel zextê jî wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Rojnamevan Bîlal Guldem û Oznûr Deger jî ragihand ku li gel pêvajoya aştiyê zext dewam dike, astengiyên li pêşiya hesabên medya dîjîtal û sansur rûtîn bûne.
Bakirhan jî diyar kir ku çapemeniya azad ji bo karibe rastiyê bigihîne gel di nava mercên zehmet de têdikoşe û bi bîr xist ku berê rojnamevan rastî êrişên bombeyî hatin, îro jî rastî zext û sansurê tên.
Tûncer Bakirhan anî ziman ku zextên li ser rojnamevaniyê tenê bi çapemeniya Kurd namîne û destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de divê pêşî li rojnamevaniya rasteqîn bê vekirin.
Bakirhan got, “Kiryarên li dijî çapemeniyê nîşaneya nêzîkatiya li pêvajoyê ye. Heta ku êrişên li ser çapemeniyê nesekine, wê zehmet be ku gel ji pêvajoyê û avakirina aştiyê re bê qanihkirin. Divê sîstem bi çapemeniyê re jî li hev bê.”
Bakirhan ji bo rakirina zextan banga têkoşîna hevgirtî kir.

