Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

Gerîlayên Azadiyê li ser Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn û gotin, "15'ê Tebaxê ne tenê fîşekek e, di heman demê de navê meşa ber bi azadiyê ve ye. Navê meşa heqîqetê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, bi pêşengiya fermandarê mezin ê PKK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 15’ê Tebaxa 1984’an de têkoşîna çekdarî destpê kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 42’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Dilovan Amed bi pîrozkirina pêngava 15’ê Tebaxê dest bi axaftina xwe kir û got, “Piştî pêngava 15’ê Tebaxê me xwe nas kir, dîroka xwe nas kir. Ev roj roja jinûve vejîna gelê Kurd e. Pêngava 15’ê Tebaxê kir ku gelê Kurd ji xewna mirinê hişyar be û gavên nû biavêje. Fîşeka destpêkê weke fîşeka azadiyê hate pênasekirin. Ev yek rastiya gelê Kurd e. Gelê Kurd bi saya vê pêngavê bû xwedî hêz, îrade û artêşê. Wê demê hinekan digotin, ‘Zêde wê dewam neke, di nava çend rojan de wê biqede’. Lê belê berxwedana gelê me û tevgera me roj bi roj mezin bû. Gelê me roj bi roj zane bû, ciwanên me bûn şoreşger û pêşeng. Vê pêngavê li herêmê gelek tişt bi xwe re anî. Şoreşa mejî, şoreşa jinê, Şoreşa Rojava bi xwe re anî. Êdî her kes gelê Kurd nas dike. 15’ê Tebaxê ruh da her kesî. Rastiya dijmin raxist pêş çavan û rêya têkoşînê nîşan da.”

Gerîla Elefterya Cizîr di şexsê fermandar Egîd de şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî û li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê ev nirxandin kir: “Fîşeka destpêkê ya ku hevalê Egîd teqand fîşeka azadiyê bû û ev pêngav îro bi azadiya gelê Kurd digihêje encamê. 15’ê Tebaxê li dijî qirkirinê pêngava jinûve vejînê bû. Pêngava rabûnê û biryara berxwedanê bû. Îro di şexsê hevrê Egîd de bi milyonan mirov ber bi azadiyê ve dimeşin. Ev pêngav her roj hîn bi wate dibe. Guhertinên ku vê pêngavê pêk anî îro di siyaseta Rojhilata Navîn de roleke girîng dilîze. Em çiqasî qala 15’ê Tebaxê bikin kêm e. Lê belê ya girîng ew e ku nirxên 15’ê Tebaxê her tim bêne parastin û fêhmkirin.”

‘PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ GUHERÎNÊN DÎROKÎ PÊK ANÎ’

Gerîla Çiya Zagros jî bal kişand ser sedemên destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxê û bandora vê yekê li ser Tevgera Kurd. Çiya Zagros diyar kir ku gelê Kurd 15’ê Tebaxê weke cejna vejînê pîroz dike û got, “Bêguman destpêkirina 15’ê Tebaxê bêbingeh nîne. Di destpêka vê têkoşînê de armanc Kurdistaneke azad û siyaseteke demokratîk bû. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê dimeşand. Ji ber vê yekê jî darbeya 12’ê Îlonê pêk hat. Di dema vê darbeyê de gelek kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin girtin. Dewleta Tirk di şexsê van hevalan de dixwest ku Tevgera Apoyî teslîm bigire. Li hemberî hevalên li zindanê dîl hate girtin êşkenceyên giran hate kirin. Lê belê berxwedêrên zindanan li hemberî êşkence, komkujî û şerê taybet li ber xwe dan û bi lehengî şehîd bûn.

Pêngava 15’ê Tebaxê jî weke bersiva li xwedîderketina bîranîna van hevalan weke bersiveke dîrokî destpê kir. Vê pêngavê guhertinên dîrokî bi xwe re anî. Tevgera Kurd mezin bû, artêş û partiya jinê ava bû, hebûna Kurdan hat naskirin. Ev yek guhertinên mezin û destketiyên dîrokî ne. Eger îro maseyek li holê hebe û qala demokrasî û azadiyê tê kirin, bêguman di vir de bandora 15’ê Tebaxê ji sedî sed heye. Dewleta Tirk biryara qirkirina Kurdan dabû, lê belê vê pêngavê destûr neda vê yekê. Li ser vê bingehê çi dibe bila bibe divê gelê me û dostên me 15’ê Tebaxê bi coş, kelecan û bi heybet pîroz bikin. Em careke din Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em ê heta dawiyê li ser xeta 15’ê Tebaxê bimeşin û armanca şehîdan pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin
Nûçeya Pişt re Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sara Reza: Newroza îsal wê bibe Newroza rizgariyê

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara Reza têkildarî Newroza îsal axivî û wiha got: “Newroza îsal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

Ji bo gerîlaya YJA Starê Încî Sumbul ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Êrîşên siyasî û leşkerî hêviya aştiyê dişkîne

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê desthilata Tirk hişyar kir û got, “Em desthilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?