Li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî girtiyên siyasî dewam dikin. Serlêdanên li hemberî binpêkirinan ên salên dawî, tecrîd, astengkirina mafê tenduristiyê û ragihandinê bi rêk û pêk bûne.
Parêzer Esra Bîlen ku rewşa girtiyên siyasî ji nêz ve dişopîne mijar ji ANF’ê re nirxand.
‘TECRÎD ÊDÎ VEGUHERIYE TERCÎHÊ’
Esra Bîlen anî ziman ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li girtîgehan tecrîd e û destnîşan kir ku ev kiryar zêde bûye. Esra Bîlen rewşa li girtîgehan vegot: “Dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehan, dibînin ku ti ji pirsgirêkên ku girtiyên siyasî pê re rû bi rû dimînin tesadufî yan jî yekane nîne. Berevajî vê yekê divê mirov qala avaniyeke pir alî û bi rêk û pêk bikin.
Bi taybetî kiryarên tecrîd û îzolasyonê êdî rewşeke kêmdîtî nîne, hema bibêje veguheriye rejîmeke înfazê ya bingehîn. Girtiyên siyasî yah bi temamî ji girtiyên din têne cudakirin, bi rengekî mutleq bi tenê têne hiştin, yan jî berevajî vê yekê li qadên wan koman têne bicihkirin ku rageşiyan derdixînin. Ev yek jî hem fikara li ser ewlekariyê zêde dike hem jî rewşeke rageş û zextê ya daîmî bi xwe re tîne. Mafên mirovî yên bingehîn ên weke jiyana bi hev re, sohbet, hilberîna kolektîf û piştevanî ji holê têne rakirin. Sîstem şêweyê herÎ giran ê ezeztiyê ferz dike û dixwaze girtiyan bi tenê û bê rêxistin bihêle.”
ZEXTA LI SER KURDÎ
Esra Bîlen destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirineke cidî li ser mafê agahîwergirtin û îfadeyê ye û bi taybetî weşanên Kurdî û muxalîf têne astengkirin. Bîlen işaret bi zexta cidî ya li ser Kurdî kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li girtîgehan gelek rojnameyên muxalîf, weşanên Kurdî yan jî pirtûkên bi naveroka siyasî bi gotina ‘bi gumn e’ ji girtiyan re nayê dayin. Ev kiryarên kêfî yên sansurê êdî rûtîn bûne. Qenalên televîzyonê yên girtî lê temaşe bikin jî ji aliyê îdareyê ve têne diyarkirin û astengkirin. Medya navendî tê ferzkirin. Ev mesele ne tenê sansur e; di heman demê de astengiya li pêşiya girtiyan a têkiliya bi cîhanê, civakê û rastiyê re ye.”
‘BERDAN LI GORÎ FIKIR TÊ KIRIN’
Esra Bîlen bal kişand ser kiryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê û anî ziman ku pêvajoyên berdanê jî kêfî bûne. Bîlen got, “Yek ji pirsgirêkên ku herî zêde em lê rast tên, polîtîkayên berdanê yên kêfî ye ku li ser ‘rewşa baş’ tê nirxandin. Biryarên van desteyan bi giranî xwe naspêrin krîterên objektîf an jî şênber. Ji nêzîkatiyên girtiyan wêdetir nasnameya wan a polîtîk û sekna wan a fikrî esas tê wergirtin. Ji ber vê yekê jî mirovên ku cezayê li wan hatiye birîn li gel ku qediya ye jî bi mehan, bi salan nayên berdan. Ev yek tê wateya dirêjkirina pratîkî ya ceza û binpêkirineke cidî ya maf.”
‘MERCÊN JIYANÊ LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN E’
Parêzer Esra Bîlen diyar kir ku li girtîgehan bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên rojane yên girtiyên siyasî re nayê dayin û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser mercên jiyana rojane tabloyeke gelekî giran dibîne. Xwarina kêm û nebaş, pirsgirêkên hîjyenê, berhemên kantînê yên bi buhayekî gelekî zêde, astengiyên li pêşiya wergirtina ava paqij û pirsgirêkên germahiyê gelekî zêde ne. Ev ne meseleyeke konforê ye, mijareke ku pêwendiya xwe yekser bi mafê jiyanê heye. Bi taybetî ji aliyê girtiyên siyasî ve ev merc gelekî giran e. Ev hemû girtîgehan dike mekanîzmayeke zext û têkbirinê ya pir alî.”
‘REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ BI RÎSK E’
Esra Bîlen anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş jî gelekî giran e, mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin û bi dewamî got, “Rewşa girtiyên nexweş gelekî krîtîk e. Pirsgirêka herî bingehîn astengkirina mafê wan ê tenduristiyê ye. Birina nexweşxaneyê bi mehan tê derengxistin, carna jî qet nayên birin. Dema ku têne veguhestin jî girtî li wesayitên rîngê bi saetan têne rawestandin. Her wiha mûayeneya bi kelepçe tê ferzkirin û girtiyên ku vê qebûl nakin bêyî bêne dermankirin li girtîgehê têne vegerandin. Ev yek jî bi taybetî ji bo girtiyên bi nexweşiyên giran rîska jiyanî ye.”
Esra Bîlen destnîşan kir ku kiryarên xerab li girtîgehan gelekî zêde ye û got, “Ev yek êdî bûyerên tekane nîne, veguherîne kiryarên bi rêk û pêk.
‘GIRTÎGEH NÎŞANEYA PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ YE’
Esra Bîlen ragihand ku girtîgeh ji pêvajoyên siyasî yekser bi bandor dibin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Girtîgeh her tim bûne yek ji qadên herî hesas ên civakê. Ji ber vê yekê jî bandora herî zû ya pêvajoyên siyasî li girtîgehan dibe. Dema ku mirov li rewşa îro dinihêrin, zehmet e ku bibêje pêvajoya aştiyê bi xurtî û erênî bandor li girtîgehan kiriye. Berevajî vê yekê di demên bi vî rengî de girtîgeh dibin qadên dikarin provokasyon lê bêne kirin. Weke ku berê jî hate dîtin, avaniyên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin destpêkê berê xwe didin girtîgehan. Êrişên li ser girtiyan, zêdebûna kiryarên xerab an jî zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ji vê rewşê cudatir nîne.
Bêguman ev binpêkirin timî têne kirin. Lê belê bûyerên di pêvajoyên aştiyê de diqewimin divê weke ‘binpêkirinên asayî’ neyên dîtin. Ji ber ku ev binpêkirin ne tenê li hemberî girtiyan e, di heman demê de destwerdanek li fikrê aştiyê ye, destwerdana li şenxsê lihevkirina civakî ye. Bûyerên li girtîgehan diqewimin ji yên li derve qut nîne; berevajî nîşaneya yekser a atmosfera siyasî ya vî welatî ye.”

