Li gelek deverên Kurdistanê talana xwezayê berdewam dike û qadên jiyanê tên tunekirin. Ji ber projeyên talanê her ku diçe qadên daristanî kêm dibin û li van herêman rîska ziwabûnê jî zêde dibe.
Tevî vê yekê jî bi destê projeyên lêgerîna madenê yan jî sermayeyê gelek qadên daristanî tên tunekirin.
Çêkirina bendavan yan jî ‘’ewlehî’’ weke hincet tên nîşandan û li qadên ku proje tên avakirin bi hezaran dar tên birîn.
Li Bakurê Kurdistanê herî zêde li Şirnexê dar tên birîn. Her wiha li Çewligê jî ev sê sal in bê navber dar tên birîn.
Li Gundê Cafran ê Çewligê tevî gelek îtîrazên gundiyan jî birîna daran nehatiye sekinandin.
Muxtarê gundî Cengîz Kîşîn diyar kir ku ji ber talankirina xwezayê ava gundiyan gelek tê qutkirin, rîska hezazê gelekî zêde bûye û banga dayîna piştgiriyê kir.
Li gundê girêdayî navenda bajêr ev sê sal in dar tên birîn û ev yek bi taybetî di mehên havînê de zêde dibe. Hate zanîn birîna daran li gel daxwaza du gundiyan dest pê kiriye, cerdevan jî daxilî birîna daran dibin û darên tên birîn, tên firotin.
Gundiyan diyar kirin ku wan têkildarî mijara berbehs serî li Muduriyeta Daristanan a Çewlig û Xarpêtê daye û bi walîtî û qeymeqamtiyê re hevdîtin pêk anîne û gotin: ‘’Tevî hemû îtîrazan jî birîna daran nayê sekinandin berovajî wê tê berfirehkirin.’’
‘TEVÎ BI DEHAN DAXWAZNAMEYÊN ÎTÎRAZÊ JÎ BIRÎNA DARAN NEHAT SEKINANDIN’
Muxtarê gundî Cengîz Kîşîn da zanîn ku qadên ku ev sê sal in lê dar tên birîn, ziwa bûne û gundê wan tê hedefgirtin.
Cengîz Kîşîn piştre destnîşan kir ku ev polîtîka li gundê wan tê sepandin û ev yek anîn ziman: ‘’Herî zêde em gundî ji vê rewşê bandor dibin. Du kesên ji gund ji bo birîna daran bi salan e destûrê distînin û tevî ku em naxwazin jî ev destûr tên dayîn. Li cihên ku em diçin bi wan re diaxivin, dibêjin ku ew li dijî wan kesan in lê belê destûrê didin wan kesên berbehs. Li dijî gundê me polîtîkayeke nefretê tê birêvebirin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran dar hatin birîn. Tê gotin ku ev yek wê were berfirehkirin. Piştî îtîrazên me wê heyeteke keşfê were, li qadên ku lê dar hatine birîn, binêre û li gorî wê yekê biryarê bide. Em dixwaz dikin ku qadên ku lê dar hatine birîn werin sererastkirin û dubare dar werin çandin.’’
‘RÎSKA AŞÛT Û HEZAZÊ ZÊDE BÛYE’
Cengîz Kîşîn di dawiya axaftina xwe de banga dayîna piştevaniyê kir, bal kişand ser zirara birîna daran a li ser gundî û got: ‘’Wesayîtên giran ên ku ji bo firotina van daran tên gundî, zirarê didin rêyên me. Dîsa xweza tê pûçkirin û cihên ku ajalên me lê biçêrin kêm dibin. Her wiha qirêjiya ax û hewayê jî zêde dibe. Ji dema destpêkirina birîna daran heya niha li gundî gelek caran av tên qutkirin û em bi rîska hezaz û aşûta ku beriya niha ji ber hebûna daran pêk nedihatin, rû bi rû mane. Li herêmê avên me yên vexwarinê ziwa bûne. Em dixwaz dikin ku dubare daristanên me şîn bibin.’’

