Ferîboteke ku nêzî 270 rêwî tê de ne, li peravê Bakurê Kibrisê noqav bû. Wezareta Tenduristiyê ya Bakurê Kibrisê ragihand ku bûyer sihara yekşemê qewimî û heta niha têkildarî windahiya can ti bilanço parve nekir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ferîbota ku ji Lîmana Girneyê veqetiya, li peravê Kirbrisê noqav bû.
Rayedaran ragihand ku ji bo tîmên lêgerîn û tenduristiyê bi rengekî bi lez mudaxileyî cihê bûyerê bikin, amadekariyên pêwîst hatine kirin.
Saziyên medyaya herêmî diyar kir ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dewam dikin.

