Gundiyên Binarê Qendîlê bi wesîleya salvegera qirkirina Êzidî ji ANF’ê re axivî.
Kak Rênas bi şermezarkirina komkujiya li hemberî gelê Êzidî dest bi axaftina xwe kir û got, “Ji fermana 2014’an û vir ve komployên dewletên navneteweyî dewam dikin. Ev êriş çima hate kirin? Ji ber ku gelê me yê li Şengalê yek ji gelên me yên herî kevn e. Di herikîna dîrokê de dema ku bi qirkirinan re rû bi rû ma, lehengên weke Derwêşê Evdî bi erka parastinê rabûn û nehiştin gel tine bibe. Ji wê demê û vir ve gelê Êzidî timî bi fermanan re rû bi rû ma. Vê rewşê heta komkujiya mezin a dawî ya 74’an dewam kir. Armanca van êrişan tinekirina Êzidiyan bû. Êzidî ji kokên Kurdan ên qedîm e. Li gel ewçend êrişên giran û fermanan 50 milyon Kurd li ser lingê xwe man.
Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku dijminan êriş birin ser rabirdûya esasî û sxweseriya Kurdan. Ji hemû rengên Kurdan aciz in. Naxwazin Kurd vê kevneşopiya qedîm bi rengekî azad bijî. Em dibînin ku gelê Êzidî li hemberî zilmê her roj li ber xwe dide. Ji bo azadiya Şengalê gelek şehîd hatin dayin. Ez van berxwedêran silav dikim. Êrişên li ser gelê Şengalê êirşek li ser tevahiya gelê Kurd e. Em dibînin ku heman êriş û gef bi şêweyên cuda li hemberî gelê me yê Rojava tê kirin. Li gel êrişan jî gelê Rojava DAÎŞ têk bir. Berxwedana li Kobanê hate nîşandan pêşî li azadiya gelê Êzidî yê li Şengalê jî vekir.
Mixabin îro jî li Şengalê dijminên Kurdan hewl didin statuya Şengalê tine bikin. Dixwazin hêzên parastina rewa yên weke YBŞ û YJŞ’ê tine bikin. Li gel vê yekê hewldanên komployê yên hêzên navneteweyî jî dewam dike. Gotineke pêşiyan heye ku dibêje, ‘Kurmê darê ji darê ye’. Hêvîdar im ku gelê Kurd wê dersê ji berxwedana li Rojava û Şengalê, ji bo azadiya gelê Kurdistanê dersê ji van hemû berxwedanan derxîne.”
‘GELÊ ÊZIDÎ LI GEL ÊRIŞAN HEMÛYAN LI BER XWE DA’
Ji gundê Bokriskanê Dilşêr Îbrahîm anî ziman ku gelê Şengalê heta roja îro êşên gelekî giran kişand û got, “Mixabin weke li Rojava, Başûr û Bakur gelê Êzidî jî berê gelekî êş kişand û zilm dît. Ji xwe Şengalê di tevahiya dîrokê de şahidî ji komkujiyan re kir. 74 ferman bi serê gelê Êzidî ve hat. Li gel vê yekê li ber xwe dan. Qet ji hêzên derve alîkarî nexwestin; bi hêza xwe rabûn ser piyan. Lewma hêvî dikim ku gelê Şengalê wê li hemberî gef û planên li dijî xwe hîn xurt bibe û li ber xwe bide. Divê bi yekîtiyê bersivê bidin êrişan. Bi vî rengî dikarin parastina xwe bikin û li ser piyan bimînin. Vê tecrûbeyê bi serketina li hemberî hêzên hundir û derve û bi parastina rewa dikarin tacîdar bikin.”
Ji gundê Bokriskanê Dildar Rojhilatî jî bi bîr xist ku Kurdistan 100 sal in di nava 4 dewletan de hatiye parçekirin û got, “Îro hîn jî li Rojhilat zexteke gelekî giran heye, darvekirin dewam dike. Li Başûr rewş tevlîhev e. Li Bakur jî heta niha nasnameya Kurdan nehatiye qebûlkirin. Li Rojava li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Di vê demê de gelek jin û zarok hatin qetilkirin, mirov birçî hatin hiştin û neçarî koçberiyê hatin kirin. Gelê Êzidî jî li heman êrişan rast hat. Şengal xaka Kurdistanê ye. Berê Sûriyeyê dixwest vê derê dagir bike, niha jî Iraq dixwaze dest dîne ser. Qaşo Kurdên Êzidî yên li Şengalê diparêzin. Lê belê yên ku êrişan dikin jî ew bi xwe ne. Hûn bala xwe bidin kîjan devera Kurdistanê hûn ê zext û zilma li hemberî Kurdan bibînin. Ti dewlet hebûna Kurdan qebûl nakin û naxwazin bibin xwedî nasnameya xwe. Kurd şer naxwazin. Em gelekî qedîm ê vê xakê ne ku xwedî dîrok û çandekê ne. Gelê Êzidî yê xwedî îrade jî li hemberî van êrişan hemûyan her tim xurt bûn û bawer dikim ku wê ji niha û pê ve jî bi vî rengî bimînin.”

