Nûrettîn Demîrtaş di çarçoveya têgînên di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbas dibin, nirxandin kir. Nûrettîn Demîrtaş ji bo fêhmkirina pêvajoyê pêşniyar kir ku nêrînek bi perspektîfa dîrokî bê nîşandan.
Nûrettîn Demîrtaş bi vî rengî axivî:
“Ji bo fêhmkirina rewş û bûyerên niha diqewimin her kes nîqaş dikin. Beşeke girîng a van nîqaşan bi rastî jî ji bo fêhmkirinê ye. Lê belê beşek jî ji sînorên rexneyê derbas dibin û ji bo pûçkirina vê pêvajoyê ne.
Ji bo her kesên ku dixwazin bi nêteke baş pêvajoyê fêhm dikin, pêşniyara me ew e ku li şûna wêneyê kêliyan bikişînin û şîrove bikin, bi perspektîfeke dîrokî lê binihêrin. Ev nêrîn hîn bêhtir nêzî heqîqetê ye. Çima? Ji ber ku her tiştên îro diqewimin xwedî rabirdûyê ye.
Eger bi pêwendiya wê ya bi rabirdûyê re bê nirxandin wê encamên hîn rast bêne bidestxistin. Bi taybetî dema mijar gelek be, civakek be eger bi perspektîfeke dîrokî nêrîn û nêzîkatî lê neyê kirin, analîzên rast ên sosyolojîk ti carî nikare bê kirin. Têkiliyên Kurd-Tirk dibe, têkoşîna çînî dibe, têkiliyên zayendî dibe, hin karên riziyayî yên vê demê di nava civakê de rû didin dibe; ji bo fêhmkirina sedema van hemûyan divê mirov bala xwe bidin rabirdûyê.
Perspektîfa dîrokî ji bo vê pêwîst e. Eger hûn dixwazin çareseriyekê biafirînin, divê analîzên sosyolojîk li ser perspektîfa dîrokî bê rûniştandin.
Sermesele li gundekî bûyerek qewimî. Li şûna ku mirov rabe kesekî sûcdar bike divê li rabirdûya wî gundî binihêrin, hewl bidin fêhm bikin bê malbata wî kesî çawa bû, çawa difikirî, rêbaza xwe ya jiyanê li gund çawa bû, xwedî çandeke çawa ye? Nêzîkatiyên ku ew bi wî kesî da kirin çi ye? Yanî hûn ê hewl bidin zemîna wê fêhm bikin. Hewl bidin havênê wê fêhm bikin. Hema yekser darizîne nabe. Naxwe her tişt wê gelekî şexsî bibe. Çareserî jî nabe, wê dubare bibe.
Eger hûn dixwazin pêşî li şaşitiyan bigirin, eger dixwazin rastî serwer bibe, heqîqeta ku xwe pê bigire tenê bi perspektîfeke sosyolojîk a dîrokî dikare bê afirandin. Naxwe bi nêrîna li bûyeran a nêzîkatiya teng encamek bi dest nakeve. Lewma divê mirov pênaseyeke nû li sosyolojiyê bike.
Weke ku tê zanîn zanista sosyolojiyê bi aqlê rojava hate afirandin. Di nava neçariyan de krîzên mezin rû dan û aqlê zanistê yê wê demê ji bo çareseriyê ji van krîzan re peyda bike, sosyolojî kir zanistî yan jî weke gelek beşên zanistê zanista civakî jî veguherand zanistê û bi vî rengî hewl da bibe bersiv.
Dema ku hewl hate dayin ku analîzên civakî bi zanistên weke fîzîk, kîmya, matematîk û biyolojiyê bê fêhmkirin, bi wan qanûn pîvanan bê fêhmkirin, karesatan rû dan. Encam du şerên cîhanê. Encama vê, encama vî aqlî bû. Ev aqil pozîtîvîst e.
Tenê bala xwe dide ser bûyerên di kêliyê de qewimî ne. Her wiha berjewendîparêz e. Weke ku Romayiyên berê kirin, ji bo sedemên bûyeran fêhm bikin pirsa ‘kî qezenç dike’ dipirsin.
Pirseke gelekî pragmatîk e. Li şûna ‘kî qezenç dike’, gelo heqîqet çi ye? Divê mirov bala xwe bidin ser wê. Ji bo jiyana bi heqîqetê divê civak û dîrok ji hev neyên cudakirin.
Eger bûyerên civakî hemû bi pêvajoyên xwe yên dîrokî werin nirxandin, hingî nûbûn û guherîn hîn baştir dikarin bêne fêhmkirin. Wê demê hûn rê li ber bûyeran dixin, ne bûyer rê li ber we dixe. Hûn dibin xwedî îrade.
Rêya hikuma civakê bi îradeya xwe li ser çarenûsa xwe ev e. Berevajî vê yekê wê timî li ser hev ferz bike û bi endezyariya civakî her kesî bi rê ve bibe.
Yên ku îro zêdegaviyê di rexneyê de dikin û êriş dikin, yên ku bi gotinên ’em dewletê dixwazin, divê şer bê kirin’ derdikevin pêşiya me, em lê dinihêrin ku bi aqlê xwe nafikirin.
Hinekan teqlîd dikin. Bi rastî jî aqlekî ecêb e. Mirov nikare jê re aqil jî bibêje, ne fikir e. Yanî teqlîdek heye.
Bûye weke moda. Yek dibêje, yê din dubare dubare. Eger karibe hinekî li ser bifikire, karibe hinekî civakî dîrokî bifikire, wê bibîne ku ev ew fikir in ku li ber wan hatiye danîn, jiberkirin e.
Ji propagandayên bi vî rengî encamek dernakeve, kes nikare bigihêje heqîqetê. Bêguman mebesta me ji nêrîna sosyolojîk a civakî ne tenê ji bo wê ye ku em dibêjin em nêzîkatiyeke rast tenê li bûyerên vê demê bikin.
Yên dixwazin bi rengekî rast bijîn divê xwedî vê nêrînê bin. Eger em têkiliya xwe ya bi dîrokê re baş danînin, têkiliya me ya bi dîrokê re qut be, em ê di vê serdemê de teqez nikaribin bibin xwedî feraseteke jiyana rast.
Her kesê ku jiyaneke rast, adîl, wekhev û azad dixwazin, neçar in ku têkiliya dîrokê û civakê dîne. Lewma eger em sosyolojiyê li ser bingeha têkiliya bi dîrokê re binirxînin, hingî em ê karibin weke zanisteke rast bibînin.
Na eger em li gorî rojê, kêliyê, berjewendiyan analîz û nirxandinan bikin, ev yek wê civakê ber bi şaşitiyê ve bibe. Wê bibe dubarebûna karesatên berê. Di vir de nûbûn çênabe.
Ji bo em ji xwe bawer bikin, reşbîn nebin, bi xweşbînî li cîhan û gerdûnê binerin, xwedî tedbîr bin, bi îradeya xwe, bi aqlê xwe têbikoşin, yekane mercê vê ew e ku têkiliya civakî û dîrokî bi hev re rast dînin.
Ji bilî vê yekê nepêkan e ku mirov rêyeke rast bide wê jiyanê, ku bûyer şexsî nîne. Her şexs di nava civakekê de ye û bûyer hemû jî civakî ye.
Dema ku her bûyer di çarçoveya civakî de bê nirxandin, hingî bandor li civakê dike. Her axaftin, her nêzîkatî bandorê li civakê dike. Wê demê divê em bi berpirsyarî nêzîk bibin.
Ji bo nêrîna sosyolojîk a dîrokî pêwîstî bi jiyaneke bi berpirsyarane heye. Divê mirov bi berpirsyarane nêzî xweza, gerdûn, civak û mirovan bibe.
Eger hişmendiya me ya berpirsyariyê hebe, divê em bi fikir, bi fikrê dîrokî, bi fikrê civakî tevbigerin û heqîqet çi be, wê biparêzin.”

