Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin
Kurdistan

Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Têkoşîn Cûdî anî ziman ku PKK ruhek e û ti carî naqede. Têkoşîn Cûdî got, "Weke milîtanên Rêber Apo em ê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelan têkoşîna xwe dewam bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji delegeyên kongreyê Têkoşîn Cûdî têkildarî Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê nirxandin kir û anî ziman ku PKK ya ku 52 salan bi rengekî bê eman têkoşiya, di dîroka Kurdistanê de bi roleke girîng rabû.

Têkoşîn Cûdî diyar kir ku PKK’ê dawî li înkarkirina Kurd û Kurdistanê anî û bi vî rengî dewam kir: “Ez di serî de silav, rêz, hezkirin û bêrîkirinên xwe yên pir mezin ji bo Rêber Apo dişînim û Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêber Apo pîroz dikim. Bi heman boneyê jî di şexsê heval Fuat, heval Riza û pêşengê pêvajoya Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Hemû gelê xwe yê welatparêz û azadîxwaz silav dikim.

PKK di tarîtiyê de bû roniyek û ket nava dilê her kesê. 52 salan bê hempa jiyan kir. Şerên gelek dijwar hatin derbaskirin. Gelek şehadet hatin jiyankirin. Gelek berdêlên giran hatin dayîn. Evane hem ji bo civakê hem jî ji bo armanca azadkirina civakê, xwedî wateyek cuda bû û li ser rêya heqîqetê ev têkoşîn hate meşandin. Pêşengtiya jiyana azad û lêgerînvanê vê, pêşengê vê heqîqetê Rêber Apo ye. Rêbertî 52 salan bêyî rawestan ji bo guhertin-veguhertina kesayet, hişmendî, ji bo ku di civakê de wijdan were avakirin, ji bo ku li nirxan xwedî derketin çêbibe, ji bo jiyaneke nû ji bo gel ji pencên faşîzmê were rizgarkirin, têkoşîneke bêhempa da meşandin û di roja me ya îro de bi pêşengtiya Rêber Apo ev têkoşîn berdewam dike. Weke milîtanên Rêber Apo ji bo em bikaribin vê armancê bi ser bixînin û azadiya kûreyî pêk bînin, hem xwezayê azad bikin, hem jî azadiya civakê pêk binin ku her reng û netew bikare di nav de cih bigire ava bikin, PKK bi roleke dîrokî rabû. Em dikarin vê bêjin, cudahiya PKK’ê ya ji hemû şoreşan yek jî ev bû. Artêşbûn û partîbûna jin hate avakirin. Bi pêşengtiya jin civakbûn tê sazkirin. Rêber Apo rêya azadiyê da pêşiya çanda jin a ku beriya 5 hezar sal bi destê zilamsalariyê hate dagirtin. Bi hezaran jin beşdarî vê şoreşê bûn. Bi hezaran jin di nava şer de cih girtin û bi hezaran jin ji bo rêya azadiyê, ji bedenên xwe zarokên xwe dan. Ji bo guhertina hişmendiyê û şerê li dijî hişmendiya desthilatdariyê û şerê li dijî xwe, PKK di dîroka mirovahiyê de bi roleke girîng rabû.

PKK ruheke ku ti carî naqede. Şêweyê jiyanê ye. PKK çand e, çanda jiyankirinê ye, hunerek e û bê wesfe, mirov nikare wesfekî cudatir li PKK’ê bike. PKK’ê înkara li ser Kurdan bi dawî kir. Dema ku ev înkar hat bidawîkirin jî, ew dagirkerî û koletiya li ser hebûna jin jî hate şikandin. Afirêneriya Rêbertî di hemû kesên azadîxwaz û demokratîkxwaz de hişyarî, wijdan û lêgerîneke nû da avakirin. Hemû rewşenbîr, wêjevan û hunermendên jin em deyndarê mîrateya PKK’ê û Rêber Apo ne. Lewma divê em qîmetê vê yekê pir baş bizanin û têkoşîna vê yekê hîn kûrtir bikin û li ser vî esasî weke jinên Kurd divê em pêşengiya hemû hunermendên jin ên cîhanê bikin. Weke jin divê em li dijî sîstema kapîtalîzmê ya ku jinê weke meta bi kar tîne, xwedî li beden, ruh, hişmendî û hestên xwe derkevin. Ev erkê hunermendên jin in, ji ber ku çand bi destê jin hatiye avakirin. Rêbertî bi avakirina PKK’ê çanda jin jinûve zindî kir. Lewma li Rojhilatê Kurdistanê jî meş û serhildanên ku çêbûne, bû malê hemû jinên cîhanê û her kes xwedî lê derket. Li ser esasê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, îdeolojiya azadiya jin hate avakirin. Çawa Eyşe Şan û Meryem Xan bi zehmetiyên pir mezin li ber xwe dan û xwestin ku kevneşopiya civaka Kurd bi zimanê Kurdî bidomînin, Rêbertî jî li vê yekê xwedî derket. Ji Mizgînan destpê kir, bi Delîlayan, bi Berçeman di PKK’ê de hem bi ruhê xwe yê hunerî, hem bi dengê xwe, hem bi rengê xwe, hem bi têkoşîna çekdarî lûtkeyek ava kirin. Ji vir û şûnde jî divê ronahiya ku Rêbertî ava kirî, em li her devera cîhanê belav bikin, weke kevneşopiyekê em bikarin civaka Aştî û Demokrasiyê ava bikin û di heman demê de xweza, beden, têkoşîn û civaka xwe ji hemû qirêjiyên heyî rizgar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin
Nûçeya Pişt re ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Selîm Sadak hate veşartin

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê dema ku li Elmanyayê tedawî didît jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê civîn: Divê dewlet lingê kêm ê pêvajoyê temam bike

Pltaforma Saziyên Demokratîk, diyar kir ku lingê kêm ê pêvajoyê ew e ku dewlet sererastkirinên…

Ji aliyê Stêrk TV

YJA Starê Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şehîd Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?