Dayika şehîd Diljîn Mazlûm (Ruha Feysel Hesen), Yadê Evîn têkildarî qetilkirina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî û ji bo rê li ber fitneyê bê girtin divê çi bê kirin nêrînên xwe anî ziman.
Yadê Evîn di destpêka axaftina xwe de şehîd Sîpan bi bîr anî û got, “Ji bo malbata şehîd Sîpan û tevahî gelê me sersaxiyê dixwazim. Em wek dayik hew şer dixwazin. Li şûna şer em aştiyê, xwişk û biratiyê dixwazin. Ez wek dayika şehîd Diljîn bang li ciwanan dikim ku xwe ji zimanê dijmintiyê dûr bixin. Divê ciwan bibin pira navbera gelan ku lihevhatin û aştî çêbibe. Em hew dixwazin ciwan werin kuştin. Pêwîst e em hemû ji bo aştî û demokrasiyê rola xwe bilîzin. Hewce ye ciwan ji her demê zêdetir ji bo aştî û edaletê têbikoşin. Dem hatiye ku şer wergere aştiyeke bi rûmet.”
Yadê Evîn wiha domand, “Ciwanekî Kurd ê bi salan li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer kir, bi awayekî nemerdane hat revandin û bi hovîtî hat qetilkirin. Di ti ol û baweriyan de kiryareke wer hov û dirinde nîne. Di dîmenên piştî qetilkirina şehîd Sîpan de jineke di destê wê de xencer hebû. Jinek çawa dikare tiştekî wer bike? Ti wijdan û exlaq tiştekî wisa nikare qebûl bike. Divê ew jin ji xwe şerm bike û hesab bide wijdanê xwe.”
Yadê Evîn bal kişand ser nerazîbûnên ji bo qetilkirina şehîd Sîpan û wiha xivî, “Li gelek bajaran pêkhateyên herêmê rabûn ser piyan û nerazîbûna xwe ya li hember vê hovîtiyê nîşan dan. Bi vê wesîleyê ez ciwanên me yên piştî binçavkirinê li girtîgeha Kobanê ji ber şewata rû da şehîd bûn, bi hurmet bi bîr tînin. Weke dayik kezeba me dişewite. Em ê ti carî rêya şehîdan bernedin. Tevî hemû şerxwaz û xeraban jî em ê welatekî azad û aram ava bikin. Rêbertiya me fikir û felsefeyeke wisa mezin da me ku di her şert û mercî de em dikarin li ser piyan bimînin.”
Dayika şehîd Diljîn Mazlûm Yadê Evîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Banga min ji hemû pêkhateyên herêmê re ew e, em destê xwe bidin destê hev, ji bo heqîqet, azadî, edalet û demokrasiyê têbikoşin. Wê serketin teqez a berxwedêr û mafdaran be.”

