Yekşem, 26 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtî Necdet Koç li gel metirsiya jiyanî jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya li Sariyerê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih nehaniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê lingê wî şkestî nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Gelê Şoreşger banga îstîfayê li Zeynî Îpek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê ku xwînrijiya ser mejiyê wî dîsa birin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Pêşeroja Şengalê de banga statuya destûrî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin
Jin

Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

Konferansa bi sernavê “Aştî Bê Me Nabe, Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Jinê û Ezmûnên Cîhanê” ku di 4’ê Avrêla 2026’an de li Swîsreyê bi pêşengiya YJK-S û TJA’yê hatibû lidarxistin, daxuyaniya xwe ya encamnameyê eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di konferansê de ku 180 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê û ji erdnîgarî û welatên cuda beşdar bûn, hat destnîşankirin ku pêvajoyên aştiyê ne tenê bi bidawîkirina şer bi sînor in; hat gotin ku ev pêvajo, pêvajoyên piralî ne ku avakirina edaletê, veguherîna civakî û ji nû ve avakirina jiyana hevpar di nav xwe de digirin.

Di konferansê de tecrubeya Kurdistanê bi taybetî hat nirxandin û li gorî perspektîfa Rêber Apo hat destnîşankirin ku jin di pêvajoyên aştiyê de kirdeyên avaker in. Hat diyarkirin ku tevlîbûna tevgera jinê di pêvajoyên muzakereyê de destkeftiyeke girîng e û divê ev beşdarî hîn bêtir were xurtkirin.

Daxuyaniya encamnameyê wisa ye:

“Di 4’ê Avrêla 2026’an de li Swîsreyê konferansa bi sernavê ‘Aştî Bê Me Nabe! Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Jinê û Ezmûnên Cîhanê’ ya ku ji aliyê YJK-S û TJA’yê ve hat organîzekirin, bi beşdariya 180 delegeyên ji 4 parçeyên Kurdistanê û ji welat û erdnîgariyên cuda, bi serkeftî hat lidarxistin.

Konferansê nîşan da ku pêvajoyên aştî û muzakereyê tenê bi bidawîkirina şer nayên sînordarkirin; hat destnîşankirin ku ev pêvajo, pêvajoyên piralî ne ku sazkirina dadmendiyê, dabînkirina veguherîna civakî û avakirina jiyana hevpar dihewînin. Hat teyîdkirin ku jinên ku di nav pêvajoyên têkoşînê de ne û pir caran pêşengiyê dikin, ger bibin beşek ji muzakereyên aştiyê, ev yek ne tenê ji bo daxwazên azadiya jinê, di heman demê de ji bo azadî û hewcedariyên civakî jî dibe alîkar. Ji ber vê yekê hat diyarkirin ku têkoşîna azadiya jinê, li şûna ku ji bo ‘piştî şoreşê were paşxistin, divê bi têkoşîna neteweyî re bi rengekî navhev û bi biryardarî were meşandin. Di vê çarçoveyê de hebûna jinê di pêvajoyên aştiyê de ne tenê daxwazeke siyasî, di heman demê de şertekî bingehîn ê civaka demokratîk û aştiyeke mayinde ye.

Di konferansê de jinên ji Kolombiya, Welatê Bask, Bakur (Bakurê Kurdistanê), Rojava û El Salvadorê tecrubeyên xwe parve kirin. Van tecrubeyan bi eşkerayî nîşan da ku beşdariya çalak, birêxistinkirî û bi vîn a jinê ya di pêvajoyên aştiyê de, muzakereyan hîn berfirehtir, rasttir û civakî dike.

Di nirxandinan de ev tespîtên bingehîn derketin pêş:

  • Wekî ku di ezmûnên dîrokî de tê dîtin, yên ku herî zêde ji şer bandor dibin jin in.
  • Jin di sererastkirina wêranahiya şer de roleke diyarker dilîzin, lê tevî hewildanên mezin, ev yek di zagonên ku di pêvajoyên aştî-muzakereyê de têne qebûlkirin de bi têra xwe nayê xuyakirin.
  • Beşdariya jinê ya di pêvajoyên aştiyê de pir caran sembolîk dimîne û pêvajoyên muzakereyê di çarçoveyên siyasî yên bavik-salar de têne meşandin. Tevî vê yekê, jin bi rêya rêxistinên herêmî û torên piştevaniyê rêyên mudaxelekirina pêvajoyê pêş dixin.
  • Girîng e ku têkoşîna azadiya jinê di nav pêvajoyên muzakereyê de bi têkoşîna neteweyî re bi rengekî navhev û bi israr were pêşxistin, da ku destkeftiyên jinan werin parastin û yên nû werin bidestxistin.
  • Ji bo ku pêvajoyên aştiyê bibe sedema baweriyê û mayinde bibe, divê aliyên muzakereyê di şert û mercên wekhev de cih bigirin.

Di konferansa me de tecrubeya Kurdistanê bi rengekî resen hat nirxandin. Li gorî vê; di bin perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hat destnîşankirin ku jin di pêvajoyên aştiyê de kirdareke avaker e; hat diyarkirin ku xeta siyasî û îdeolojîk a pêvajoyê li ser bingeha bîra dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê hatî avakirin û ev yek ferqeke bingehîn e. Israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo beşdarbûna jinan û tevgera jinê di pêvajoyên muzakereyê de wekî şansekî mezin hat nirxandin û banga xurtkirina nûnertiya jinan hat kirin.

Her wiha di konferansê de, ji bo meşandina pêvajoyên aştî û muzakereyê di şert û mercên tendurist û wekhev de, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bi dengekî bilind hat bilêvkirin.

Nûnera ku li ser tecrubeya Rojava pêşkêşî kir, anî ziman ku jin ne tenê beşdarî pêvajoyên aştiyê bûne, di heman demê de bûne kirdarên ku modeleke civakî û siyasî ya alternatîf ava kirine. Pergala Hevserokatiyê, Meclîsên Jinan û mekanîzmayên Parastina Cewherî nîşan dan ku aştî ne tenê bi muzakereyê, bi avahiyên demokratîk ên di pratîkê de tê avakirin; hat destnîşankirin ku îro ev tecrubeya jinan di bin rîskeke mezin de ye. Di tecrubeya Rojava de nûnertiya wekhev, xwe-rêxistinkirin û mekanîzmayên rêveberiya demokratîk destkeftiyên hevpar ên jinan in û ji bo parastina van destkeftiyan mezinbûna têkoşînê girîng e.

Di konferansê de hat gotin ku nûnertiya jinan a di pêvajoyên aştiyê de nabe ku tenê bi temsîliyeta kesî sînordar bimîne. Tevlîbûna jinan wekî vîneke kolektîf û birêxistinkirî, mercê sereke yê civakîbûna aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de, avakirina komîsyonên aştî û lihevkirinê yên di asta herêmî de girîng hate dîtin.

Pêşxistina torên piştevaniya navneteweyî ya di navbera jinan de, parvekirina ezmûnên welatên cuda û afirandina perspektîfên hevpar ên aştiyê di encamên konferansê de cih girtin. Ji bo mayindebûna aştiyê xebatên bîra civakî hatin pêşniyarkirin û hat gotin ku rûbirûbûna bi rabirdûyê re ji bo domdariya pêvajoyê jiyanî ye.

Di vê çarçoveyê de ev pêşniyarên bingehîn ji raya giştî re tên parvekirin:

  • Beşdariya wekhev, çalak û birêxistinkirî ya jinan di pêvajoyên aştî û muzakereyê de divê bibe mîsogerî.
  • Nûnertiya jinan di şandeyên muzakereyê de divê were xurtkirin.
  • Di asta herêmî de komîsyonên aştî û lihevkirinê werin avakirin.
  • Mafên jinan di bin mîsogeriya destûra bingehîn de werin girtin.
  • Divê pêvajoyên aştiyê bi perspektîfeke ku demokratîkbûnê dihewîne were destgirtin.
  • Xebatên bîra aştiyê werin saziyekirin.
  • Torên piştevaniya femînîst ên navneteweyî werin xurtkirin.

Konferansê careke din nîşan da ku aştî ne tenê rawestandina şer e, lê avakirina jiyaneke azad, wekhev û dadmend e. Her wiha bi kampanyaya “Niha Dema Jinê Ye” ya ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daye destpêkirin, ev perspektîf veguheriye xeteke siyasî ya şênber.

Aştî Bê Me Nabe

Jin Jiyan Azadî

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qendîlê welatiyek ji çiya ket xwarê, jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokomar bi tu awayî nayê paşxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa Azadiyê: Çareserî bi paradîgmaya Abdullah Ocalan dibe

Di axaftinên li Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk de işaret bi paradîgmaya Rêber Apo hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi coşeke mezin pêngava komkirina îmzeyan li Şêrewa berdewam dike

Bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Gelan a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan pêngava komkirina îmzayan hate ragihandin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Bedewiya ji çiyê diherike: Sûlava Kanîspî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE: Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih nehaniye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Rojhilatê Kurdistanê krîza jîngehê kûr dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?