Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşandin.
Di destpêka peyamê de hate gotin, “Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê bibe sedema destpêkirina serdemeke wisa ku tê de jiyana demokratîk a ku herî zêde pêwîstiya me pê heye xurt bibe, hiqûq edaletê belav bike, azadî serdest bibe û nan bi awayekî dadperwer û wekhev bê parvekirin.”
Hevserokên DEM Partiyê gotin, di van rojên dîrokî de yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tiştê herî bi xêr ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pêkhanîna demokrasiyeke xurt û aştiyeke birûmet e, dabînkirina aştiya civakî ya bi edalet û heqane ye.
Peyama DEM Partiyê bi vî rengî dewam kir:
“Bi hêviya gihîştina rojên ku hemû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rabin û li ser bingeha hemwelatiya wekhev siberojeke azad û aştiyane bê avakirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina siberojeke hevpar û civakeke demokratîk bidomînin.
Em Cejna Qurbanê ya hemû gelên xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka jiyaneke nû ku tê de edalet, wekhevî, demokrasî û azadî serdest be.”

