Hevserokê Bajarê Wanê yê DBP’ê Cemal Demîr qonaxa heyî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, atmosfera neyînî ya li ser medyayê yê afirandin û daxwaza Devlet Bahçelî ya li ser statuya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.
Demîr anî ziman ku bi gotinên teng ên weke “Tirkiye ya bê teror” hewl tê dayin ku meseleya Kurd ji cewhera xwe bê dûrxistin û destnîşan kir ku aştiyeke rasteqîn bi lêkirina navê meseleyê û sererastkirinên qanûnî dibe.
Demîr got, rast nîne ku hikumet û medya meseleya Kurd tenê bi aliyê ewlekariyê nîqaş bikin, bi israr nav lê nekin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Niha li Enqereyê polîtîkayeke bi navê ‘Tirkiye ya bê teror’ û operasyoneke bi vî rengî ya têgihiştinê tê afirandin. Ev gotin dewama mejiyê tasfiyeyê yê sed salî ye ku îrade, nasname û mafên dîrokî yên gelê Kurd ji nedîtî ve tê. Asta heyî ji bo çareseriya pirsgirêka sed salî hêviya rêyekê bi xwe re aniye; heta ku hebûna vî gelî, mafên xwe yên rewa neyên nîqaşkirin, eşkere ye ku bi gotinên pûç û polîtîkayên rojane ev pirsgirêk çareser nabe.”
‘STATUYA JI BO BIRÊZ OCALAN DI HEMAN DEMÊ DE EZMÛNEKE SAMÎMIYETÊ YE’
Demîr destnîşan kir ku yek ji aktorên herî girîng ên çareseriyê Rêber Apo ye, divê statuya wî ya muxatabiyê diyar bibe û got, “Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Pêşveçûna pêvajoyê heta niha bi daxwaz û îradeya wî pêk hat. Banga destpêkê ya Bahçelî ew bû ku sûdê ji ‘mafê hêviyê’ bigire û li Meclîsê siyasetê bike. Lê belê hema bibêje du sal di ser re derbas bûn, lê di rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan de guhertinek nebû. Mafê hêviyê ku ji aliyê hiqûqî ve divê karibe sûdê jê werbigire, ji bo wî bi cih nehate anîn. Ev yek di heman demê de ezmûneke samîmiyetê ye.
Bahçelî ji bo statuyê jî pêşniyarek kir. Ji aliyekî ve eger bang tê kirin û li aliyê din guhertinek nabe, wê demê ji aliyê baweriyê ve dibe cihê nîqaşê. Di vir de eger samîmiyetek hebe, wê demê rewşa Birêz Ocallan diyar bikin; statuyekê jê re nas bikin ku karibe bi rengekî azad siyasetê bike û xwe bigihîne gelê xwe. Heta ku statu neyê nîqaşkirin, mafên çandî û zimanî yên Kurdan bi destûra bingehîn neyê garantîkirin û nîqaş li ser vê neyê meşandin, rast nîne ku mesele li ser karên cezaî bê nirxandin û bi vî rengî pêşkêşî civakê bê kirin. Gel êdî ji vê bawer nake.”
‘CIHÊKARIYA LI QANÛNA ÎNFAZÊ DI NAVA ŞEVEKÊ DE DIKAER BI DAWÎ BIBE’
Demîr işaret bi wan gavan kir ku divê hikumet bi lez biavêje û ji bo dewamiya pêvajoyê ya serketî wiha axivî: “Em li benda gavên pratîkî ne, ne sozên neşênber in. Eger hikumet ji dil be, dikare di nava şevekê de dawî li cihêkariya li Qanûna Înfazê bîne. Di rewşeke welê de ku girtiyên siyasî û girtiyên bi nexweşiya giran li zindanan tê ragirtin, gelo mirov çawa dikare qala aştiyê bikin? Guhertina li Qanûna Înfazê, pêşîvekirina li azadiya siyasî û qebûlkirina perwerdeya bi zimanê dayikê; ev hemû hêmanên esasî yên aştiyeke rasteqîn e.”
Cemal Demîr anî ziman ku gelê Kurd bi yekîtiya navxweyî dikare di vê pêvajoyê de destketiyan bi dest bixe û got, “Di nava rewşa krîz û kaosê ya Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan yekane rêya rizgariyê pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Parastina destketiyên li Rojava, rawestandina êrişên li Başûr û biencamkirina pêvajoya li Tirkiyeyê ya bi encamên mayinde yên ji bo gelê Kurd, bi yekbûna hêzên li hemû parçeyan a li dora îradeyekê dibe. Eger em di nava xwe de vê tifaqê ava nekin, li dora maseya xelkê em ê bibin fîguran. Tifaqa nava Kurdan garantiya herî girîng a vê pêvajoyê ye.”

