Pêşniyara budçeyê ya 2027’an a Wezareta Tenduristiyê wê 16’ê Mijdarê roja Duşemê li Komîsyona Budçe û Planê ya Meclîsê bê nirxandin. Endamê Desteya Rêveberiya Şaxê Stenbol-Aksarayê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Dîren Can Kaya bal kişand ser pirsgirêkên di belavkirina budçeyê de.
Kaya işaret bi newekheviya di budçeyê de û diyar kir ku bi giştî 3,3 trilyon TL ji lêçûnên parastin û ewlekariyê re hatiye veqetandin, lê ji bo tenduristiyê tenê 1 trilyon 196 milyar 600 milyon TL par hatiye veqetandin. Kaya bi bîr xist ku valahiya budçeyê gihîştiye 4,1 trilyon TL’yî û got, piraniya budçeyê ji lêçûnên faîzê û polîtîkayên ewlekariyê re hatiye veteqandin.
Kaya bi bîr xist ku desthialtdariyê daxwaza “Budçe ji tenduristî û perwerdeyê re ne ji şer re” ya di salên derbasbûyî de dihate bilêvkirin, bi gotina “Hûn zanin bê fîşek bi çiqasî ye” dihate tepisandin û li gel bibîrxistina daneyên Wezareta Maliye û Xazîneyê girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kir.
Kaya anî ziman ku di pêvajoya şer a 40 salî de 2,3 trilyon dolar çavkanî ji bêrîka kedkarên Tirkiyeyê derket û got, “Di pêvajoya şer a 40 salî de li gorî daneyên Maliyeyê çavkaniyek ji 2,3 trilyon dolarî ji bêrîka kedkarên Tirkiyeyê derket. Li gel nîqaşên aştiyê û civaka demokratîk ku nêzî 2 sal in dewam dike, vê budçeyê bandor li kedkaran nekiriye. Halbûkî ev çavkanî li şûna polîtîkayên ewlekariyê dikarîbû veguheriya navendên jiyan û tenduristiyê ku xizmeta zimanê dayikê li bajaran bide. Aştiya navxweyî tenê bi polîtîkayên bi kêrî gel tê dikare bê avakirin.”
Kaya weke asta destpêkê bal kişand ser kêmasiyên di xizmetên tenduristiyê de û destnîşan kir ku di rewşa ku pêwîstî bi mayina li nexweşxaneyê nîne, divê kêmasiyên li vê qadê yên ji bo pêşîgirtina li nexweşiyan bêne çareserkirin. Bi dewamî bal kişand ser astengiyên li pêşiya xizmetên tenduristiyê yên ji bo girtiyên nexweş û got, divê budçe bê sererastkirin ku mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş ewle bike.
Dîren Can Kaya anî ziman ku ji xizmetên tenduristiyê yên dermankirnê re 1,5 trilyon TL, ji xizmetên tenduristiyê yên parastinê re pareke têrker di budçeyê de nehatiye veqetandin û polîtîkaya budçeyê rexne kir ku li şûna pêşîgirtina li nexweşiyan, giraniyê dide ser tedawiyê. Kaya got, “Ya heyî ne budçeya ‘Wezareta Tenduristiyê ye’, budçeya ‘Wezareta Nexweşiyê’ ye. Dema ku mirov bala xwe dide ser budçeya sê salên dawî, zêdebûneke mînîmal a di asta 6,2, 6,9 û 7,2 pûanî de dibînin. Lê bellê em weke Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê dibêjin, heta ku para di budçeyê de dernekeve ser ji sedî 10’an, pirsgirêkên heyî yên tenduristiyê çareser nabe.”
Kaya modela nexweşxaneyên bajêr rexne kir û diyar kir ku bi rêya modela “Çêbike-Bixebitîne-Radest Bike” çavkaniyên ji budçeya tenduristiyê re tê veqetandin pêşkêşî “Lobîiyên Nexweşiyan” tê kirin.
’29’Ê MIJDARÊ EM Ê LI KARTALÊ BIN, 12’Ê KANÛNÊ LI ENQEREYÊ BIN’
Dîren Can Kaya destnîşan kir ku tenduristî meseleyeke civakî ye ku bi qasî ku tenê ji kedkarên tenduristiyên re neyê hiştin jiyanî ye û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo qadên zimetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê û bê pere kir. Kaya anî ziman ku ew dixwazin bi rêya meclîsên gel û komînên taxan vê têkoşînê mezin bikikn û ev bang kir: “Em bang dikin ku 29’ê Mijdarê li Kartalê, 12’ê Kanûnê jî li Enqereyê beşdarî mîtîngên hevpar bibin.”

