Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji malbatekê şeş hevrê
Kurdistan

Ji malbatekê şeş hevrê

Heval Niştiman û heval Mezlûm ên ji Rojhilat aşiqê azadiyê bûn. Ji vê malbatê 6 hevrê û berxwedêr rabûn. Hevaş Niştiman, Pêywend, Viyan, Helo û Helo Dersim di dem û cihên cuda yên têkoşînê de tevlî nava karwanê nemiran bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Ji dema destpêkirina înkarkirina Kurd û Kurdistanê heta bi vê demê, bi dehan tevger rabûn ku azadiya Kurd û Kurdistanê ji xwe re kir fikir û îdeolojiyê. Hin ji van tevgeran bi dehan salan têkoşîna çekdarî û siyasî meşandin. Hin ji wan hîn di demên destpêkê de ji ber dek û dolabên dijmin ji hev belav bû. Dawiya dawî gelek tevger ava bûn, piraniya wan jî tasfiye bûn. Van tevgearn bi hezkirina ji Kurdistanê ya di dilê xwe de kar kirin. Gelek ciwan di oxira armancên van tevgeran de canê xwe feda kirin. Gelek ciwanên Kurd di oxira heman armancê de êşkence dîtin, hatin girtin û hatin kuştin. Ya ku van ciwanan dikir têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê bû. Bi hezaran kesî dan ser şopa van ciwanan û tevlî îdeolojiya azadiya Kurdistanê bûn. Di nava van de gelek kesan bi çîroka xwe ya balkêş û xweser bal kişandin.

https://video.anf-news2.com/live/firat/59b2f76a_20261113150634_2026-11-16-qendil-mezlum-viyan-hpg-gerillasi-yek-malbat-ses-reheval-1.mp4

Di vê nivîsa xwe de em ê qala çîroka jiyanê ya heval Niştiman û heval Mezlûm bikin. Heval Mezlûm û heval Niştiman hevalên hev ên jiyanê û hevrêyên hev tên têkoşînê bûn. Du zarokên wan hene. Ji bajarokê Mûçêj ê bajarê Kamyaran ê Rojhilat in. Bi hestên welatparêziyê mezin bûn û xwe dan vê têkoşînê. Di nava rêxistinên Rojhilalt de kar kirin, berdêl dan. Heval Mezlûm Viyan di çîroka xwe de bi van gotinan qala bêhêvîbûna li pêşberî tevgerên Kurd û piştre jî dema naskirina Rêber Apo dike: “Navê min Mezlûm Viyan e. li bajarokê Mûçêj ê Kamyaran ji dayik bûm. Me bi hevala Niştiman re bexçeyek çêkiribû, firingî diçand. Me bostanek ava kiribûn û li wê derê bîrek kolandibû. Êvarekê dema çûm gund min dît ku li ser dîwar Ocalan hatiye nivîsandin.

Min berê di nava tevgerên cuda yên siyasî de kar kiribû. Di nava partiya Tudeh de wezîfedar bûm. Piştre jî bi giştî beşdarî nava Partiya Komala bûm. Li bajarê Sineyê min kar dikir. Ji ber karên xwe jî li zindanên Îranê du salan hatin girtin. Lê belê van partiyên klasîk xiyanet li gel kirin. Di nava wan de mirovên baş hatin şehîdxistin. Hinekan bi komployan rêveberiya van partiyan bi dest xistin. Piştî ku Kak Fuad hate şhîdxistin rêveberiya Partiya Komala kete destê malbateke ji Bokanê. Vê partiyê berjewendiyên xwe da pêş û gel ji bîr kir. Piştî ku min ev dît, ez ji siyasetê aciz bûm. Min destûr nedida ku kesek di nava malê de li ser siyasetê biaxive. Ji ber ku xiyanet li gel kiribûn. Gundiyan xwarina xwe bi wan re parve dikir, deriyê xwe li wan vedikir. Lê belê ew çûn teslîm bûn, gelê me dan girtin û gelek mirov ji ber vê hatin girtin. Piştî wê rojê ez ji siyasetê aciz bûm. Min nedixwest kesek bê gel min û li ser siyasetê biaxive.”

YÊ DESTPÊKÊ TEVLÎ NAVA TEVGERA AZADIYÊ BÛ BAZ BÛ

Heval Mezlûm Viyan ragihand ku piştî pirtûkên Rêber Apo xwend, fikrên Rêbertî pejirand û got, “Rojekê kadroyekê PKK’yî hat mala me. Ji min re got, ew xwendekarekî zanîngehê ye. Bi vî rengî xwe bi min da naskirin. Piştre jî rojekê li zanîngehê min pirsa ‘Ev Ocalan kî ye?’ ji kurê xwe Baz kir. Wî jÎ ji min re got, ‘Eger tu bixwaze ez pirtûkên wî bînim bidim te?’ Min jî got, ‘Bîne’. Ji min re pirtûka ‘Divê mirov çawa bijî’ anî. Hîn di rûpelên destpêkê yên pirtûkê de pê hesiyam ku fikrê vî Rêberî, pênaseyên wî yên siyasî û fikrên wî yên li ser avakirina civakê jiyên Marx, Engels, Mao, Che Guevara û her wiha ji yên Hz. Mûhammed Mustafa û yên pirtûkên din ên cîhanê çiqasî cuda ye. Bi sedema wê nizanim, lê dema ku min ew pirtûk dixwend dilê min lê dixist. Dema ku li ber wê birka avê min ew pirtûk dixwend, bûm aşiqê wî Rêbertî. Dema ku min pirtûk dixwend, min fêhm kir ku perspektîfa wî ya li ser avakirina civakê ji perspektîfên dn cuda bû. Min di wî fikrî de berjewendiyeke şexsî nedît. Ji ber vê jî bûm aşiqê wî fikrî.”

Piştî ku tevger nas kir kurê hevalê Mezlûm, Baz ji malbatê cuda bû û tevlî nava refên têkoşînê bû. Tevlîbûna Baz bû destpêka çîrokeke welatparêziyê. Mezlûm Viyan anî ziman ku kurê wî Baz piştî ku çû çiyayên Qendîlê û 10 rojan perwerde dît, ji bo qedandina zanîngehê vegeriya û got, “Piştî Zanîngehê Baz got, ‘Ez ê tevlî nava refan bibim’. Di nava me de yê ku destpêkê tevlî bû Baz bû. Baz piştî ku tevlî bû heval Niştiman ji min re got, ‘Biçe li kurê me bipğirse, çi dike, hîn bibe’. Ez ji Rojhilat rabûm û hatim Başûr. Ji min re gotin, biçe geliyê bi navê Qela Tukanê. Gotin, ‘Li wî gelî heval hene’. Min jî wesayitek kirê kir û hatim cihê bi navê Qela Tukanê. Wesayita em tê de bûn hate rawestandin û çend hevalên jin ez pêşwazî kirin. Van hevalan yek bi yek ez hembêz kirin û gotin, tu bi xêr hatiye. Piştre jî bi destê min girtin û birin malekê.

Min di nava civakê de exlaqekî welê bedew nedîtibû. Belê di nava civakê de mirov hev hembêz dike. Lê belê min hembêzkirineke ewçend ji dil a weke ya hevrêyan nedîtibû. Ev yek ji bo min cuda û taybet bû. Em li hundir rûniştin. Hevaleke jin a çav şîn û porê wê digihîşt heta lingên wê li pêşiya min rûniştibû. Min ji wan pirsî ku ji bo kişandina çixareyê dikarim dervim derve yan na. Wê jî xwelîdankek, çayek û çixareyek dirêjî min kir. Ji min re got, ‘Yabo, tu çima hat?’ Bi Soranî wateya ‘Yabo’ hinekî cuda ye. Ji ber vê jî hinekî serê min tevlîhev bû. Hevrêya jin a li gel got, ‘Gotina Yabo bi wateya bavo’ tê bikaranîn. Min jî got, ‘Kurê min tevlî nava refên we bû. Ez jî hatim bipirsim bê li ku ye û çi dike’. Ji min pirsîn bê ji kengî ve li wê derê ye. Min jî got, 21 roj in. Hevalekê got, ’17 sal in min malbata xwe nedîtiye’. Hevalek din got, ’10 sal in min malbata xwe nedîtiye’. Yeka din got, ’14 sal in min malbata xwe nedîtiye’. Ne şaş bim ew heval ji bajarê Dêrikê bû. Bi destê min girt û got, ‘Yabo min weke keça xwe bibîne. Li van iyayan ez niha li mala xwe me’.

Min ji hevallan re got, ‘Bang li wesayitekê bikin, ez ê biçim’. Piştî ku hevrêya jin bi vî rengî bi min re axivî, min şerm kir ku tiştekî din bipirsim. Hevrêyên jin got, wê şevê bimîne, eger bixwaze dikare hîn bêhtir jî bimîne. Min jî got, ‘Na, ez ê biçim’. Li wesayitê siwar bûm û vegeriyam mala xwe Dema ku ji pêliyan hildikişiyam mala xwe kurê min ê mezin Pêywend ji pêlikan dadiket jêrê. Hevala Niştiman ji min re got, ‘Tu çû, te dît?’ Min jî jê re got, ‘Belê, min dît. Wê şevê saet di 2’an de me hev dît, silav da hev’. Neçar ma bûm ku derewan bikim. Pêywend ji min re got, ‘Derewan li dayika min neke’. Êdî Newroz nêzîk dibû. Ji me re hate gotin ku di Newrozê de dikarin biçin qadên gerîla û zarokên xwe bibînin. Wê demê Pêywend jî dixebitî. Şevekî min CD’yek dît. Dema ku min li naveroka wê temaşe kir, bi axaftineke Rêber Apo hesiyam. Min fêhm kir ku ev kar ê Pêywend e û di nava kar de ye. Lê belê ji bo ku em bi karê wî nehesin bi dizî dikir.”

KURÊ MEZIN PÊYWEND JÎ PIŞTÎ BIRAYÊ XWE BAZ TEVLÎ NAVA TEVGERÊ BÛ

Mezlûm Viyan diyar kir ku kurê wî yê mezin Pêywend jî tevlî tevgerê bû û dûre wî jî dest bi kar kir. Mezlûm Viyan got, “Ji bo pîrozbahiya Newrozê em çûn qadên gerîla. Pêywend jî hatibû wir. Piştî ku em gihîştin wir Pêywend got, ‘Ez jî tevlî tevgerê dibim’. Hevala Niştiman jê re got, ‘Bi xêr be’. Lê belê hevalan ev qebûl nekir. Jê re got, ‘Tu biçe, li bajêr bixebite’. Ji xwe me Baz jî nedîtibû. Hevalan ji me re got, ‘4’ê Nîsanê careke din bên’. Em çûn û 4’ê Nîsanê dîsa hatin. Min ji hevalekî pirsî bê Baz li ku ye. Ji min re got, eger dixwazî Baz bibîne divê 7 rojan bimeşe. Êvarekê dema ku ji bo kişandina çixareyekê derketim derve min dengek bihîst. Yekî distira. Dengê wî dişibiya dengê kurê min Baz. Ketim hundir û min got, ‘Çima te rastî ji min re negot?’ Wî jî pirsî, ‘Çima, çi bû?’ Min jî jê re got, ‘Baz li derve distirê’. Ew jî keniya û got, ‘Rast e, tu yê sibe Baz bibîne’. Piştî rojekê em çûn û hevala Niştiman Baz dît. Piştre jî kurê min ê mezin Pêywend li dû Baz tevlî nava tevgerê bû.

Em vegeriyan Rojhilat. Ez û niştiman jî tevlî kar bûn. Me kar dimeşand, pirtûkên Rêber Apo belav dikir. Biraziyê me yê li gel me dima Helo dema gihîşt 20 salî rojekê me bi hev re xwarin dixwar. Ji min re got, ‘Ez ê sibe biçim’. Piştî Baz û Pêywend Hel jî tevlî nava refan bû. Ez û Niştiman tenê man. Ji bo bexçeyê firingyan pêwîstî hîn bêhtir bi kar û karkeran hebû. Piştî ku mirovên li derdorê bihîstin ku zarokên me tevlî refan bûne, ji bo alîkariya bi bexçe ji serê sibehê ve dihatin. Sibehekê dema ku ez û Niştiman çûn kar, me li bexçe dît ku nêzî 100 kes civiyan e. Ji bo alîkariyê bi me re bikin hatibûn. Nehiştin ku em kar bikin. Me tenê xwarin û av ji wan re dibir. Gel ewqasî dihat alîkariyê ku karekî em bikin ji nemabû.”

PIŞTÎ ÇALAKIYÊN ROJAVA NEÇAR MAN DERBASÎ BAŞÛR BIBIN

Hevalê Mezlûm li dû êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, protestoyên ji bo Kobanê û Rojava û êirşên dewleta Îranê bi van gotinan vegot: “Di dema serhildana ji bo Rojava de plan hatibû kirin ku saet di 17:00 de meş û çalakî bê lidarxistin. Rojek beriya çalakiyê du kesên li nava rejîmê wezîfedar serdana me kirin. Van kesan ji me re gotin, ‘Em we dawetî vê çalakiyê dikin’. Min jî got, ‘Ez bi karê ve xwe mijûl im, cotkar im, karê xwe dikim.’ Min got, ji ber vê yekê em ê neyên. Hevala Niştiman got, ‘Karê min jî, karên te yên rêxistinî jî ji bo vî gelî ye. Eger em biçin tevlî vê çalakiyê bibin, em ê herdu bêne tasfiyekirin’. Ev herdu kesên hatibûn gel me belasebep hatibûn. Êvarê dema em meşiyan hevala Niştiman ji min re got, ‘Kêfa te li cih e, ne? Zarokên te li hemberî fîşekan sînga xwe kirine çeper, tu jî li malê kêf dike’. Piştî van gotinan min biryara xwe da ûu got, ‘Temam, sibe em ê jî tevlî wê çalakiyê bibin’.

Min agahî da ciwanên li derdora xwe û got, em ê tevlî çalakiyê bibin. Ez û Niştiman ji bo çalakiyê ber bi bajarê Sineyê ve bi rê ketin. Kolana ku em ê lê bimeşiyan bi leşker û polîsan dagirtî bû. Min ji hevala Niştiman re got, ‘Ev ne meş û çalakiyek e, ev operasyoneke tasfiyekirinê ye’. Wê jî got, ‘Mejiyê te timî negatîf dixebite’. Ciwanên ku tevlî çalakiyê bûn dema em dîtin gotin, ‘Binihêrin heval Mezlûm û heval Niştiman jî hatine’. Wê kêliyê her kesî ji bo me li çepikan xistin û dirûşma ‘Bijî Kobanê’ qîriyan. Min û heval Niştiman cihê xwe li refên herî pêş ên meşê girtin. Kolan tijî mirov bûbû. Li temamiya bajarê Sineyê çalakiyê destpê kiribû. Ciwanekî gomlekek li xwe kiribû. Di binê gomlek te tîşortê ji ala PKK’ê hebû. Wê demê polîsên rejîmê êriş birin ser wî ciwanî. Ji bo pêşî lê bigirim min xwe da pêş. Polîsan vê carê êrişî min kirin; du hestiyên sînga min û serê min şikandin. Di heman demê de bi gaza çavan dişewitînin êrişî heval Niştiman jî dikirin.

Wê kêliyê çenteyê heval Niştiman winda bû. Min telefonî wê kir. Ciwanekî telefona wê vekir. Min jê pirsî bê kîye. Wî jî got, ‘Çenteyê heval Niştiman bi min re ye. Were çente bibe’. Ez jî fikirîm ku çenteyê heval Niştiman ketiye destê îstîxbarata Îranê. Lê belê di nava malbata me de hinekî eks heye. Ji ber vê jî min got, ‘Çi dibe bila bibe ez ê biçim’. Dema nêzî cihê ku wî ciwanî ji min re got bûm, min careke din telefon kir. Min dît ku çenteyê heval Niştiman di destê ciwanekî de ye. Ji min re got, ‘Ev çenteyê heval Niştiman e. Binihêre bê tiştekî kêm an jî winda tê de heye yan na??’ Dema ku min ji nava çente dinihêrî ciwan ji min re got, ‘Min heval Pêywend nas dikir’. Min serê xwe rakir û dît ku êdî ew ciwan ne li wir e. Piştre min û hevala Niştiman me hev dît.”

BI HER BERDÊLÊ ÇÎROKA XWE BEDEW KIRIN

Heval Mezlûm Viyan di dawiya axaftina xwe de got, “Piştî çalakiyê telefonek ji min re hat. Hate gotin ku îstîxbarata Îranê mala me dorpêç kiriye û eger em vegerin em ê bêne girtin. Me jî ji neçarî koçî Başûr kir. Piştî ku gihîştin Başûr em li cihekî sekinîn û me çay vexwar. Min ji heval Niştiman re got, ‘Tu zane ku dewleta Îranê em ji xaka me qewirandiye. Em bi zanebûn ji herêma me hatin derxistin. Siyaseta dewleta Îranê cuda ye. Em bi daxwaza xwe neçûn, hatin sirgûnkirin. Ji bo li herêma me kesek nemîne ku siyasetê bike û karê rêxistinbûnê bimeşîne em dûr xistin’.

Demekê em bi hevrêyan re man. Me got, ku em dixwazin tevlî partiyê bibin. Hevalan ev yek qebûl nekirin. Li ser vê yekê em çûn Qeladizê û me malek kirê kir. Demekê em li wir man. Lê belê Viyan li Rojhilat mabû. Ew jî biraziyê min bû, kurê birayê min bû. Min xwest ku Viyan bê vê derê. Piştî ku Viyan derbasî Rojhilat bû bi daxwaza xwe tevlî nava refan bû. Em jî demeke dirêj li Başûr m an. Ez timî li gel hevrêyan bûm, bi wan re dixebitîm. Heval Niştiman digot, ‘Tu çima ewqasî kêfxweş e? Tu timî bi hevalan re ye, lê ez her tim li malê me. Rast e, li taxa xwe me rêxistiniya xwe ava kir, bi jinan re me komîn ava kir, lê belê ev têrê nake’. Di vê demê de pêvajo nebaş bû û balafirên şer timî herêmên heval lê bûn bombe dikirin. Li ser Qeladizê balafirên şer digeriyan.

Rojekê heval Niştiman rahişt çeka Kalaşnîkofê ya li malê û min dît ku derket ser banê xanî. Berê çeka xwe da ezmanan û gule berdida balafirên şer. Carekê min dît ku li Qeladizê her kesî berê çeka xwe dan ezman û gule berdan. Wê demê çekên Katyûşa û Doçka jî dihatin bikaranîn. Gelê Qeladizê bi telefonê li hev geriya û digot, ‘Dayikeke gerîla rahiştiye çekê û gule berdide ezmanan’. Piştre jî her kesî dest bi bikarnaîna çekê kir. Di nava çend deqeyan de Qeladizê veguherî dojehê. Piştî vê bûyerê heval Niştiman jî tevlî nava refan bû. Piştî ku heval Niştiman tevlî bû ez jî tevlî bûm. Ew ji bo beşdariya li nava karên tevgera jinê çû, ez jî çûm perwerdeya bingehîn a şervanên nû. Bi vî rengî bi malbatî em tevlî bûn.”

Ew ne ji ber hezkirina ji çekê û şer hatin. Ez aşiqê fikrekî bûn û dan pey wî fikrî. Aşiqê azadiya welatê xwe bûn. Têkiliyên xwe veguherandin çîroka azadiyê ya neteweyî. Her berdêla ku dan ev çîrok û hezkirina xwe mezin kirin. Ji nava malbatekê şeş hevrê, têkoşer rabûn. Heval Niştiman, Pêywend, Viyan, Helo û Helo Dersim di dem û cihên cuda yên têkoşînê de tevlî nava karwanê nemiran bûn. Ew ji bo şopdarên xwe bûn bîrdariyeke nemir a mînaa herî bedew a lehengiyê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’
Nûçeya Pişt re Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rapora NY’ê: Di sala 2024’an de tundiya li dijî zarokan gihîşt asta herî bilind

Li gorî rapora salane ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2024’an de tundiya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Kobanê piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir

Gelê Kobanê ji bo silavkirina berxwedana bakurê Kurdistanê daxuyanî da û got, "Em ê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Dêrikê ji şehîdê xwe veşart: Em ê bibin şopdarên wan

Xelkê kantona Cizîrê cenazê şervanê QSD'ê Êrîş Umut bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat veşart.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?