Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê ji bo protestokirina hevdîtinên COP31 û wêrankirina ekolojîk li Parka Aydin Kanzayê kom bûn. Girse ji parkê heta Qada Komarê meşiya. Ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê komeleyên ekolojiyê, sendîka, partiyên siyasî, bi hezaran welatî, ji 90 welatên cuda bi sedan kes, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û parlamenterên DEM Partiyê tevlî çalakiyê bûn.
Di meşê de pankartên wekî “Li dijî COP31ê em jiyanê diparêzin”, “Ax, av, daristan, ked; eger em birêxistin bin pêşeroj em in”, “Dest ji şewitandina daristanên Endonezyayê ya ji bo rûnê palmê berdin” û “Ji Amedê silav li hemû çem, çiya û gelên berxwedêr ên cîhanê be” hatin vekirin. Her wiha dovîzên “Ne avhewayê, pergalê biguherîne”, “Budçeyê ne ji bo şer, ji bo avhewayê”, “Kepçeya xwe bibe û here, li çiyê maden çênabe”, “Dadmendî ji bo avhewayê, azadî ji bo tovê bav û kalan” û “Kêpçeya xwe bikişîne dê bizin derbas bibin” hatin hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Li hemberî nuklerê bijî jiyan”, “Azadî ji bo ajalan, mirovan û rûyê erdê”, “Dest nede hewa, av û axa min”, “Ji Somayê heta Habaşê dê patron hesab bidin”, “Bijî şoreş û sosyalîzm”, “Daristan dide jiyîn, Lîmak dikuje”, “ Ji Akbelenê heta Mûnzûrê xwedî li xwezayê derkeve” hatin berzkirin.
Bi sedan kesên ku tevlî korteja navneteweyî bûn, li dijî krîza avhewayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê dirûşm berz kirin û sirûd xwendin. Hin kesên ku ji welatên cuda hatibûn bi cilûbergên xwe yên herêmî tevlî meşê bûn. Di korteja navneteweyî de dîmenên rengîn derketin holê, bi lîstikên kûklayan û amûrên muzîkê meş hat lidarxistin û bi taybetî maketên ku nerazîbûnên li hemberî Trump nîşan didan hatin hilgirtin. Kortejên ku ji welatên cûda hatibûn, bi pankartên ku daxwazên wan ên derbarê wêrankirina ekolojîk a li welatên wan de vedigotin, meşiyan.
Li Qada Komarê li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar ji aliyê Çagri Sert û Erol Malçok ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ji civînên COP31ê bi guman in, jê bawer nakin û dixwazin bibin xwedî gotin. Hat destnîşankirin ku dewlet durûtiya xwe didomînin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku di civînên COP31ê de bi giranî rayedarên dewletan, nûnerên şîrketên sotemeniyên fosîl û şîrketên din ên mezin cih digirin û wiha hat gotin: “Ev 31 sal in ev kevneşopî qet xera nebûye û mixabin em qet şaş nekirin. Piraniya welatên ku tevlî lûtkeyan dibin, ji xistina rojevê ya pêşniyarên şênber ên ku dikarin çareseriyên rastîn ji krîza avhewayê re bînin xwe vedikişînin û di warê mecbûriyeta hiqûqî ya biryarên hatine girtin de jî ti pêşketin bi dest nexistine”
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku şer sûcê mirovahiyê û ekokujiyê ye û wiha berdewam kir: “Ji bo şîrket-dewletên mezin ên ku tekane derdê wan firotina çekan e, ne jiyana mirov, ne ya ajal û ne jî ya şînahiya xwezayî girîng e. Ji bo wan tekane nirx pere, pere û dîsa pere ye. Di şerê ku ev bi salan e di navbera Rûsya û Ukraynayê de didome de bi deh hezaran sivîl û bi sed hezaran leşkeran jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di şerê DYA û Îranê de zêdetirî 3000 mirov hatin kuştin û herî kêm 254 ji wan zarok in. Di encama kiryarên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan ve li Şerîda Xezeyê wekî birçîhiştin, astengkirina zayînan, wêrankirina binesaziya sivîl, bombebarankirina navendên tenduristiyê, kuştina xebatkarên tenduristiyê û dilxwazên alîkariyê, gulebarankirina rojnamegeran, koçberkirina bi zorê ya berfireh, êrişên zayendî û wêrankirina qadên çandî û herêmên perwerdeyê, li Xezeyê zêdetirî 70 hezar mirin û nêzî 170 hezar birîndarbûn pêk hatin. Tabloya ku vî şerê ku hema hema yekalî didome derxistiye holê, şermeke ku di wijdanê hemû welat û mirovahiyê de hatiye kolandin. Li gel vî sûcê komkujiya mirovan û jenosîdê, di lûtkeyên COPê de qet behsa wêrankirina ekolojîk a ku şer diafirînin jî nayê kirin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pergala sermayeyê li ber çavan nagire ku çavkaniyên gerstêrkê bisînor in û wiha hat gotin: “Av, hewa, ax û xwarina ku çavkaniya jiyana hemû zindiyan e jî jehrî dike. Cihêrengiya biyolojîk bi lez tune dike. Xwarina paqij û dadmend ji aliyê hejmareke kêm a hilberîneran ve di asteke biçûk de tê hilberandin û beşên xizan nikarin bigihîjin vê xwarinê. Di encama newekheviya mezin a dahatê ya li seranserê cîhanê de, bi milyaran mirov ne ku bigihîjin xwarina dadmend, nikarin pêdiviya xwe ya xwedîkirinê jî pêk bînin. Gihîştina xwarina tendurist û ava vexwarinê mafê herî bingehîn ê her zindiyî ye û divê bê dabînkirin. Lê belê ti dewleteke pergala kapîtalîst a ku bi şîara sermayeyê ya ‘yan mezin bibe yan bimire’ dimeşe, dê xwe nêzî afirandina van şert û mercan neke. Ji bo selametiya gerstêrkê û gihîştina her kesî ya ji bo xwarina tendurist, çandiniya agroekolojîk xwedî wê hêzê ye ku tevahiya cîhanê têr bike. Bes bila bê xwestin û parvekirineke dadmend hebe. Ev banga me ye ji bo hemû parêzvanên jiyanê yên cîhanê: Ji Glasgowê heta Dubayê, ji Belémê heta berxwedanên herêmî yên li çar aliyên cîhanê, tevgerên dadmendiya avhewayê ev bi salan e heman rastiyê diqîrin: Dadmendiya avhewayê.”
Mitîng bi konsera Luxusê bi dawî bû.

