Li gorî malpera Kolbernewsê raporê, danê siharê kolberê Kurd Teyîb Rostemî li herêma sînorî ya Sûrkêw a girêdayî bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve bi guleyên rasterast hate hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku Teyîb Rostemî zewicî û bavê zarokekî bû, hevjîna wî jî niha ducanî ye.
Li gorî daneyên Kolbernewsê, di sala 2025’an de li Rojhilatê Kurdistanê 57 kolberên Kurd hatine kuştin yan jiyana xwe ji dest dane.

