Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Dîbo: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi tevahî bêrol bihêle
Rojava

Dîbo: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi tevahî bêrol bihêle

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Gel ê PYD'ê Sîhanok Dîbo der barê planên dewleta Tirk a dagirker de, got ku yekane hewldana dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi temamî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bêrol bihêle.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberê Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û têkiliya wê ya bi Esad re ji ANF’ê re nirxand.

 

Sîhanok Dîbo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a ji danûstandin û xebatên asayîkirinê yên bi hikûmeta Şamê re pêşxistina polîtîkaya dagirkeriyê ye û wiha got: “Hemû tifaqên ku li ser esasê berjewendiyên gel û civakê ne piştgiriyê didin PYD’ê û hem jî Rêveberiya Xweser. Lê em îro danûstandin û xebatên asayîkirinê yên di navbera rejîma Enqerê û hikûmeta Şamê de weke tifaqên demokratîk û stratejîk ên li ser esasê berjewendiyên gel nabînin. Dema mirov sedemên navxweyî, sedemên herêmî, siyaset û krîzên navneteweyî bi giştî li ber çavan bigire, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gavên pêwîst nayê avêtin. Asayîkirina têkiliyên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê di destpêkê de bi piştgiriya Rûsyayê pêş ket. Îranê jî erênî nêzikî vê bû. Piştre hat dîtin ku hin dewletên Ereb jî piştgirî dane wan.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNE

Lê belê hin daxuyaniyên dewleta Tirk, daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Şamê û daxuyaniyên Beşar Esad ên beriya çend rojan nîşan didin ku ev danûstandin bi erênî bi encam nebe. Di rastiyê de xwestek û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo hevdîtina bi Esad re li ser hin berjewendiyên bingehîn in. Ya yekemîn aborî ye. Ya duyemîn jî dewleta Tirk dixwaze koçberên Sûriyeyî li herêmên ku ji aliyê û çeteyên wê hatine dagirkirin bi cih bike.  Dewleta Tirk bi salan e hewl dide demografiya van herêman biguherîne. Niha jî dixwaze bi bicihkirina koçberan li van herêman demografiya tevahiya herêmê bi awayekî mayînde biguherîne. Bi vî awayî ew ê ji koçberên ku rê li ber qeyranê vekirine xilas bike û di heman demê de wê ji bo xwe bikar bîne.”

DEWLETA TIRK HEWL DIDE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BI XWE VE GIRÊ BIDE

Dîbo anî ziman ku çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike bi salane bi qetilkirina deh hezaran, welatiyan Sûriyeyê dagir kirine û wiha pêde çû: “Ev yek li pêşiya asayîkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de astengiyeke. Şertê Esad ew e ku heke dewleta Tirk ji Sûriyeyê axa derkeve wê têkiliyên navbera wan asayî bibe. Lê belê sedema ku dewleta Tirk bi lez û bez diçe her derê ew e ku di demeke kurt de axa Sûriyeyê ya dagirkirî li gorî xwe ava bike û bi xwe ve girêbide. Ev rewş bi serê xwe rê li ber metirsiyeke mezin vedike.”

ÇETEYAN LI BAŞÛR BI CIH DIKE’

Dîbo destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên dagirkirî yên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û wiha berdewam kir: “Van çeteyan li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar tîne. Yek ji hedefên sereke yên dewleta Tirk ku bi taybetî li ser dixebite û dixwaze bi encam bike ev e. Lê stratejiya bingehîn a dewleta Tirk ew e ku li Rojavayê Kurdistanê û li hemû herêman Kurdan bi tevahî bêrol bihêle. Bi taybetî jî di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê û biryarên bingehîn ên çarenûsa Sûriyeyê diyar dikin de Kurdan bêrol bihêle. Dewletên Astanayê jî heta radeyekê piştgiriyê didin vê projeyê. Îro modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşxistin, çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî di nav de û hemû herêmên Sûriyê weke yekane alternatîf derdikeve pêş. Dewleta Tirk hewl dide vê modelê ji holê rake. Lê em careke din bibêjin; bi vî awayî ne aştî, ne aramî û ne jî çareserî pêk nayê. Ji bo aramî, ewlekarî û pêşxistina çareseriyê divê deriyê diyalogê bê vekirin. Yekane rêya vê yekê jî çareseriya demokratîk û bi taybetî jî çareseriya pirsgirêka Kurd e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KBDH: Şoreşa Rojava hêza jinê nîşanî hemû cîhanê da
Nûçeya Pişt re DEM Partî nerazîbûn nîşanî êşkenceya li dijî ciwanên ku govend gerandine da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêr Hafirê çete êrişî malan dikin

Komên çete li Dêr Hafirê êrişê dibin ser qadên sivîlan.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ’ê hate şikandin

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li bejahiya rojhilatê Dêrazorê êrîşeke çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Rihayê banga tevlîbûna meşa Amarayê kirin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê banga tevlîbûna meşa “Em bi civaka demokratîk ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tirkiyeyê çekên giran ji Kefercenê kişand, hebûna wê ya leşkerî ya li Tirkiyeyê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê gihîştin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar: Heya ku perwerdeya bi zimanê Kurdî neyê naskirin em ê li ser piyan bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?