Ji keda hosta Hadî Dawid heta şikefta Leyla û Mecnûn, ji sîbera darên pîroz heta aramgeha hunermendên mezin, mezargeha Pîra Ewra bi çirayên xwe yên ku her êvara çarşem û pêncşemê tên vêxistin, nîşana îradeya herdemî û vejîna nasnameya gelê Şengalê ye.
Li ser lûtkeyên bilind û serbilind ên Çiyayê Şengalê, li wir ku her kevir û zinarek çîrokeke hezar salan di sînga xwe de veşartiye, Mezargeha Pîrê Ewra mîna dilê dîrok û baweriya Êzidxanê lê dide. Ev der ne tenê cihê duayan e, lê di heman demê de perestgeha xwezayê ye ku bi navê Melekê Ebrûs, ango xwediyê ewir û baranê, tê naskirin. Di nav bîra gel de tê gotin ku gava Melekê Ebrûs şûrê xwe yê ji nûra Şêşims dihejîne, asîman bi birûskan dişewite û barana rehmetê dibare ser axa Şengalê. Bi saya vê bereketa pîroz, dar û berên çiyê ji tîbûnê rizgar dibin û jiyan li van geliyan nû dibe.
XWEZA Û BAWERÎ BÛNE YEK
Ev mezargeha ku di sînga geliyekî kûr û şîn de ye, bi bedewiya xwe mirov dibe heta Geliyê Lalişê. Li vir xweza û bawerî bûne yek, darên li dora mezargehê mîna rûhên zindî tên parastin. Li gorî gotinên bav û kalan, ti kes destê xwe nade wan daran û çiqilekî wan naşkîne, ji ber ku şikandina darekê wekî birîndarkirina rûhê pîroz tê dîtin. Ev darên ku bi sedsalan e li ber bayê çiyê dilerizin, mîna parêzvanên bêdeng sîbera xwe didin ser serê her kesê ku ji bo aramiyê serdana vê derê dike.
MÎMARIYA KEVNAR Û RUHÊ NÛ YÊ ÊZIDIYAN
Dîroka avahiya mezargehê jî bi xwe re çîroka vejîna nasnameya herêmê tîne. Ev warê ku berê tenê cihekî sade yê derwêşan bû, piştî sala 1989’an bi ked û hunera hostayê mezin Hadî Dawid El-Dawid ji nû ve hat avakirin. Wî bi hostayiyeke bêhempa qubeyeke wisan çêkir ku mîmariya kevnar a Êzîdiyan û ruhê nû tê de gihîştin hev. Ev nûkirin ne tenê avakirina dîwaran bû, lê di heman demê de rûmet û koka eşîrên mîna Mihirkan û Bekiran li ser axa wan a pîroz careke din zindî kir.
ARAMGEHA DENGBÊJ QEPAL Û NASIR
Lê pîroziya Pîrê Ewira ne tenê di olê de ye, di heman demê de di eşq û edebiyatê de jî xwe nîşan dide. Şikefta Leyl û Mecnûn a li nêzîkî mezargehê, nîşana wê yekê ye ku evîn û ruhanîyet li ser vê axê bûne yek. Tê gotin ku Mecnûnê Şengalî di vê şikeftê de gihîştiye mertebeya herî bilind a rûhî. Îro ev mezargeh di heman demê de bûye aramgeha dawî ya mezinên huner û edebiyata Şengalê helbestvan Qepal Dûmo û dengbêj Nasir Ilyas di bin sîbera vê qubeyê de hatine veşartin, ku ev yek nîşan dide ka çiqasî huner û bawerî di ruhê gelê Şengalê de gihîştine hev.
AGIRÊ JIYANÊ YÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ
Her çend di salên dawî de ji ber êş û fermanan bêdengiyeke xemgîn li van geliyan geriyabe jî lê agirê jiyanê qet nevemiriye. Li gorî adeta kevnar, her êvara çarşem û pêncşemê çira têne vêxistin û ronahiya wan ji lûtkeyên Şengalê dibiriqe. Ev ronahî îradeya gelê Êzîdî nîşan dide ku her tim li ser piyan e û dîrok, huner û baweriya xwe mîna dirdaneke giranbiha diparêze û derbasî nifşên nû dike.

