Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî û wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan li Şamê hevdîtin kir. Her du aliyan li ser xurkirina tevkariyê di navbera her du welatan de, aktîfkirina komîteyên bilind ên hevbeş ên şopandina dosyayên siyasî, aborî û ewlehiyê nîqaş kirin.
El Şeybanî û Fidan li Koşka Tişrînê civîneke civîneke çapemeniyê li dar xist.
El Şeybanî anî ziman ku têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê di demên dawîn de bi lez berfireh bûn û der barê hevdîtinê de wiha got: “Di hevdîtinê de dosyayên enerjî, bazirganî, veger, perwerde û çand hatin nîqaşkirin. Her wiha aktîfkirina komîteyên bilind ên hevbeş ên bi serokatiya wezîrên karên derve yên her du welatan, serkertaryaya daimî, komîteyên qadan ên pispor ên şopandina bicihanîna biryaran hatin gotûbêjkirin.”
Li gorî El Şeybanî, Şam armanc dike ku asta pevguhertina bazirganiyê ya bi Enqereyê re ji nêzî 4 milyar dolarî ya sala borî, 10 milyar dolarî zêde bike, di heman demê de herêmên pîşesaziyê yên sînorî yên hevbeş pêş bixe û hevkariyê di warên enerjî û veguhastinê de xurt bike.
El Şeybanî bal kişand ser girîngiya avakirina artêşeke nîştimanî ya yekbûyî û hiştina çekan di destê dewletê tenê de.
Fîdan jî got, divê hemû hêzên çekdar di bin sîwana dewletê de entegre bibin û girîngiya yekparbûna Sûriyeyê, serdestiya wê û silametiya xaka wê anî ziman.
Her du aliyan balkişand ser tevgerên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê jî. El Şeybanî got Şam bi israr e ku hêzên Îsraîlê ji xeta beriya 8‘ê Çileya 2024‘an vekişe û pabendî peymana jihevbirina pevçûnê ya sala 1974‘an hatiye îmzekirin bibe û rêyên diplomatîk tercîh bike.
Hakan Fidan êrişên Îsraîlê şermezar kir û got: “Siyasetên Îsraîlê astengiyeke sereke li pêşiya istiqrar û pêşketinên erênî yên li Sûriyeyê. Êrişa li dijî balafirgeha Ebû Dihûrê jî mînaka şênber a vê yekê ye.”
Fîdan piştgiriya welatê xwe bi hewldanên rakirina astengiyên li pêşiya tevlêbûna Sûriyeyê ya nava aboriya cîhanî anî ziman û got, Enqere dixwaze razimanî û bazirganiyê di navbera her du welatan de xurt bibe, di heman demê de projeyên xeta trênî ya ku Tirkiye bi rêya Sûriyeyê re bi Erebistana Siûdî ve girê dide, bihêz bike.

