9’ê Cotmeha 1998’an hêzên hegemon li hemberî Rêber Apo komployek dan destpêkirin. Armanca vê komploya ku gelek netew dewletan têde cih girtin, ew bû ku di şexsê Rêber Apo de îradeya gelê Kurd tune bike. Lê belê planên hêzên hegemon vala hatin derxistin.
Di salvegera komployê de gerîlayên HPG û YJA Starê helwest û nêrînên xwe anîn ziman.
LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Gerîlayê HPG’ê Botan Mêrdîn got, “Komploya 9’ê Cotmehê bi hevkariya rêxistinên îstixbaratê û hin judenratên Kurd ên bi serkêşiya Emerîka û Îsraîlê û bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê destpê dike. Pêvajoyeke 4 mehî didome ku Rêber Apo diçe Yewnanistanê, ji wir diçe Rûsyayê û piştre diçe Romayê, piştre jî car din vedigere Rûsyayê. Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an hêzên komploger dixwazin li hemberî Rêbertî û gelê Kurd komployê pêk bînin. Rêber Apo diyar dike ku bi vê komployê re şerê cîhanê yê 3’yemîn destpê dike. Hedefa hêzên komploger mudaxilekirina Rojhilata Navîn e.”
Gerîla Botan Mêrdîn ev tişt jî bilêv kir, “Paradîgmaya ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xistî, hêzên komploger têk bir. Weke gerîlayên HPG’ê em ê jî ji bo pûçkirina vê komployê û têkbirina hêzên komploger, paradîgmaya Rêber Apo esas bigirin û heta azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bidomînin.”
XWESTIN TEVGERA AZADIYÊ Û TEVGERA JINAN TUNE BIKIN
Gerîlaya YJA Starê Dîcle Serbilind ji bo Komploya 9’ê Cotmehê ev nirxandin kir: “Sala 1998’an bi sûîqesta li Şamê li hemberî Rêbertî pêk hat, xwestin di şexsê Rêbertî de Tevgera Azadiyê û Tevgera Jinan tasfiye bikin. Lê belê weke şervanên Rêber Apo em ê vê komployê pûç bikin. Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
KOMPLO LI DIJÎ TEVAHÎ GELÊ KURD BÛ
Gerîlaya YJA Starê Sozda Amara jî bilêv kir ku komplogeran bi komployê xwestin gelê Kurd bitirsînin, lê belê bi vê komployê re dewleta Tirk tirsa xwe nîşan da û destnîşan kir ku hingî Rêber Apo dîlgirtî be, ew têkoşîna heyî ji bo xwe bes nabînin. Gerîla Sozda Amara got, Heta ku Rêber Apo azad nebe, ew dest ji têkoşînê bernadin.
BI TÊKOŞÎNÊ KOMPLO HATE PÛÇKIRIN
Gerîlayê HPG’ê Zinar Raperîn bi bîr xist ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêber Apo hate destpêkirin, sala 1999’an bi dîlgirtina wî bi encam bû û got, “Weke tê zanîn sala 2022’yan çalakiya heval Rûken û heval Sara, sala 2023’yan çalakiya heval Rojhat û heval Erdal û sala 2024’an çalakiya heval Rojger û heval Asya hemû jî çalakiyên meha Cotmehê ne. Armanca van çalakiyan pûçkirina komployê bû.”
Gerîla Zinar Raperîn destnîşan kir ku wê hesab ji komployê were pirsîn û got, “Weke gel û Tevger divê em li dora Rêbertî bibin xeleka ji agir. Çawa ku bi dehan ciwanan bi çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bersiva komployê dan, îro jî divê em bi wê ruhê têbikoşin.”

