Siyasetmedar Lezgîn Botan diyar kir ku di çareseriya meseleya Kurd de tenê çekdanîn têrker nîne, çareseriya mayînde bi demokratîkbûn, reformên hiqûqî û mîsogerkirina mafên çandî û siyasî yên Kurdan pêkan e.
Di qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di raya giştî ya Kurd de berê pêvajoyê, çarçoveya wê û bedewariyên têkildarî gavên ji vir û şûnde jî bi xwe re tîne. Ji xeynî nîqaşên di çarçoveya ewlekarî û çekdanînê de, mijara şêwazê nirxandina astên siyasî, hiqûqî û civakî yên meseleya Kurd jî di rojevê de ne.
Siyasetmedar Lezgîn Botan ji ANF’ê re nirxandin kir û bal kişand ser bendewariyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê, têkiliya navbera çekdanîn û demokratîkbûnê û geşedanên muhtemel ên dema pêş.
Botan diyar kir ku tenê di çarçoveya ewlekarî û şerê çekdarî de nirxandina meseleya Kurd, ji bo şîrovekirina hemû astên pirsgirêkê têrker nîne û destnîşan kir ku mesele divê bi astên siyasî, civakî, hiqûqî û çandî jî were nirxandin.
Botan got, “Helbet bidawîbûna şerê çekdarî û bêdengbûna çekan girîng e. Lê belê ne rast e ku mirov vê yekê bi pirsgirêka Kurd bi xwe re wekhev bike. Divê pênaseyên ‘Tirkiyeya bêteror’ û ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hev bên cudakirin. Ji bo çareseriyeke mayînde divê mafên siyasî, çandî û kolektîf ên Kurdan bên mîsogerkirin, pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin û sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst bikevin meriyetê. Lewma divê mirov çekdanîn û demokratîkbûnê ji hev qut neke.”
Botan bilêv kir ku divê asta ewlekariyê ya pêvajoyê û asta wê ya çareseriya demokratîk ji hev neyên cudakirin û îfade kir ku bêdengbûna çekan bi tena serê xwe nayê wateya aştiyê. Botan got, “Divê mirov çekdanînê ne weke aştiyê bi xwe, weke şertê pêşîn ê aştiyê bibîne.”
Botan bal kişand ser rapora Komîsyona Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê û diyar kir ku sererastkirinên hiqûqî û demokratîk ên piştî raporê hatine rojevê, ji bo siberoja pêvajoyê girîng e.
Lezgîn Botan diyar kir ku bendewariyên di raya giştî ya Kurd de tenê bidawîbûna şer re sînordar nîne û destnîşan kir ku pêvajo divê bi gavên hiqûqî û siyasî were destekkirin.
Botan îşaret bi nîqaşên welatîbûn û statuya Kurdan jî kir û got, divê mafên siyasî, çandî û kolektîf ên Kurdan di zagona bingehîn de were mîsogerkirin.
Botan ragihand ku mafê ziman jî yek ji sernavên esas a meseleya Kurd e û got, “Dewlet divê ziman û çandên cuda weke dewlemendiyeke xwezayî ya civakê bibîne, ne weke gefekê bibîne.”
Botan anî ziman ku astên îro yên meseleya Kurd ji rabirdûyê cuda nayê nirxandin û destnîşan kir ku divê qada siyaseta demokratîk were berfirehkirin. Botan diyar kir ku tişta ku di qonaxa ji vir û şûnde ya pêvajoyê de diyarker be, gavên şênber ên hiqûqî û siyasî ye.

