Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gok: Tevlîbûna li meşa 8’ê Mijdarê tevlîbûna li banga Rêbertî ye
Rojane

Gok: Tevlîbûna li meşa 8’ê Mijdarê tevlîbûna li banga Rêbertî ye

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê axivî û got, "Tevlîbûna li vê meşê di heman demê de wê bibe tevlîbûna li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Kerem Gok ji ANF’ê re li ser wate û armanca meş û mîtînga 8’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê axivî.

Kerem Gok diyar kir ku azadiya Rêber Apo jiyanî ye; ji bo gelê Kurd, ji bo pêkhatina aştî û civaka demokratîk gelekî girîng e û got, “Di sala 2023’an de bi navê ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ pêngavek hate destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê derdorên ne Kurd li 74 navendên li 5 parzemînan ve hate destpêkirin. Di konjonktura heyî de bersivek li hemberî wan derdoran bû ku hewl dide pirsgirêkê bi rê û rêbazên zordariyê çareser bikin. Çavkaniya motîvasyonê ya pêngavê jî paradîgmaya Rêber Apo bû.

Derdorên li derveyî gelê Kurd bi bandora ji paradîgmaya Rêber Apo pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ pêngavek dan pêşniyarkirin û destpêkirin.

Heta niha di çarçoveya pêngavê de me li Kolnê 2 meş lidar xistin. Herdu meş jî gelekî bi heybet bûn. Bi van meşan hem ji saziyên Ewropî re hem jî ji dewletên dagirker re peyam hate dayin; hem jî tabloyeke welê derkete holê ku gelê me û gelên din, reng û çandên din gihîştin hev.

Me dît bê paradîgmaya Rêber Apo çawa enternasyonal dibe û kîjan sînoran derbas dike.

Bi pêngavê re peyam ji derdorên civakî û siyasî û ji hêzên statukoparêz ên herêmî re hate dayin. Di wê baweriyê de me ku van derdoran peyama xwe wergirtin. Tevlîbûna gel a di vê astê de û xwedîderketina li Rêber Apo bû sedem ku zext li ser hin saziyan bê kirin û neçar bimînin biryarê werbigirin. Mînaka vê yekê jî ew e ku ‘mafê hêviyê’ kete rojeva Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî.”

Li ser cudahiya meşa îsal jî Kerem Gok ev nirxandin kir: “Girîngiya meşa îsal ji yên din cuda ye. Hem girîng e, hem jî acîl e. Di meşên beriya niha de me digot, ‘Bila tecrîd bişikê’ tecrîd heta astekê şikest.

Bi vê meşê re em dibêjin êdî bes e: Divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. Ji ber ku em Rêber Apo weke nûnerê 60 milyon Kurdî dibînin. Ragirtina nûnerê 60 milyon Kurdî li nava çar dîwaran antî demokratîk e; binpêkirina mafên gelê Kurd e.

Ev yek ezmûnek e. Li kîjan devera cîhanê nûnerê siyasî yê gel an jî neteweyekê ragirtî ye? Gelo li Danîmarka, Hollanda, Swêd an jî Elmanyayê rewşeke bi vî rengî dikare bê dîtin? Lê belê îradeya siyasî ya Kurdan li Îmraliyê tê ragirtin – her wiha ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye.

Îro diyalogekê destpê kiriye. Divê bangên bi vî rengî li saziyên Ewropî bê kirin ku qala demokrasî, serweriya hiqûqê û mafan dikin; li gorî pîvanên xwe wezîfeyên xwe bi cih bînin. Ji ber ku di hiqûqa wan de ev maf hene.

Rêber Apo divê bi lez bê berdan. Her saet, her deqe, her kêliya ku Rêber Apo li wir tê ragirtin ji bo demokrasiyê windahiyek e. Ji ber vê jî em dibêjin divê Rêber Apo tavilê ji Îmraliyê derkeve û sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin. Êdî divê polîtîkaya zext û îmhayê li ser gelê Kurd neyê meşandin; ev polît3ıka encamê bi xwe re nîne, dibe sedem ku hîn bêhtir xwîn bê rijandin.

Ev polîtîka zerarê dide civakan. Divê aştî pêk were. Di afirandina demokrasî û aştiyê ji bo gelên bindest de Rêber Apo aktorê sereke ye.”

‘MEŞ TEVLÎBÛNA LI BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E’

Kerem Gok herî dawî got, “Di 8’ê Mijdarê de bi pêşengiya jin û ciwanan weke civak bi civakên din re divê em biherikin Kolnê. Em careke din bi bîra hemû sazî û hêzan bixin ku ji bo xwedîderketina li pêvajoya Rêber Apo em ê îradeyekê nîşan bidin.

Di vê pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de ji bo rêbazên aştiyane li pêş be û rola pratîkî ya Rêbertî nîşan bidin, em ê tevlî vê meşê bibin. Banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hem ji bo aştiya bi hêzên dewletê re ye hem jî ji bo demokratîkbûna civakê ye.

Em avaniyeke demokratîk in; alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. Rêber Apo rêyên diyalog û dîplomasiyê daniye pêşiya me; zemînek ava kiriye. Tevlîbûna li vê meşê di heman demê de tevlîbûna li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêbertî ye.

Lewma meşa îsal ji meşên salên derbasbûyî cuda û girîngtir e. Ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd çarenûsê diyar dike. Nêzîkatiya çareserî û diyalogê ya di şexsê Kurdistanê de wê bandorê li meseleyên din jî bike. Tevlîbûna li meşê tê wateya tevlîbûna li banga Rêbertî. Di vê astê de gaveke girîng, jiyanî û dîrokî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser bi xelkê Dêrazorê re hat ba hev
Nûçeya Pişt re Ji ber parvekirina Rojîn Kabaîş lêpirsîn li rojnamevan Dîlan Babat hate vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em qebûl nakin ku hesasiyetên Elewiyan weke amûrekê bêne bikaranîn’

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî nîqaşên Elewîtiyê da ku rojên dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

YJA Star: Berxwedan yekane rêya rizgariyê ye!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Gelê me yê Rojava yê berxwedêr nirxê me yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê dan û gotin, “Ji Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?