Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya meha Hezîranê weşand ku mijarên têkşoîna azadiyê ya jinê, avakirina civaka demokratîk, pêvajoya aştiyê, jiyana ekolojîk û nîqaşên li ser Jineolojiyê li pêş bû. Rojname bi manşeta “Wasiyeta Zîlan û Sema, ji YAJK’ê bihîştina Gerdûnîbûnê” hate weşandin. Rojnameyê pêşketina dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya jinê ya ji Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce heta bi roja îro, bingehên wê yên îdeolojîk û bandorên xwe yên civakî bi rengê dosyayeke berfireh nirxand.
Di hejmara rojnameyê de kampanya “Niha dema jinê ye” ku Tevgera Jinê Azad (TJA) 8’ê Adarê da destpêkirin, pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn, nîqaşên li ser çareseriya demokratîk û tecrûbeyên navneteweyî yên têkoşîna jinê hate nirxandin.
ROLA DÎROKÎ YA ZÎLAN Û SEMA YUCE YA LI NAVA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ
Raperîn Mûnzûr di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Manîfestoya azadiyê Zîlan; Cewhera Avakirina Civaka Demokratîk e” rola dîrokî ya Zîlan û Sema Yuce ya li nava têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd vegot.
Di nivîsê de hate ragihandin ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku Rêber Apo 8’ê Adara 1998’an eşkere kir, bi xeta têkoşînê ya Zîlan û Sema bû xwedî bername. Welatparêzî, rêxistinî, tevlîbûna bi rengê têgihiştî û exlaqî-estetîk weke pîvanên bingehîn ên vê îdeolojiyê hatin pênasekirin.
Di nivîsê de her wiha hate destnîşankirin ku Zeynep Kinaci û Sema Yuce weke kesayetên pêşeng ên partîbûna jinê bi roleke dîrokî rabûn. Hate ragihandin ku azadiya jinê li dijî sîstema kapîtalîst çavkaniya hêviyê ye.
JI TJA’YÊ KAMPANYA ‘NIHA DEMA JINÊ YE’
Halîde Turkoglû di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Li dijî qirkirina jinê, niha dema avakirina jinê ye”, kamanya “Niha dema jinê ye” ya TJA’yê nirxand. Di nivîsê de hate gotin, kampanya li her qada jiyanê rêxistiniya jinan xurt dike, ji xwe re dike armanc ku têkoşîna azadî û wekheviyê mezin bikke.
Halîde Turkoglû li ser mînakên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş bal kişand ser tundî û windakirina li hemberî jinan û diyar kir ku jin divê bibin xweparastina hev.
Di nivîsê de hate ragihandin ku kampanya ne tenê têkoşîna ji bo mafên jinan e, di heman demê de dijberiya li şer e, hewldana ji bo veguherandina mejiyê bi serweriya mêr e û têkoşîna ekolojîk e.
MIFTEYA KU DERIYAN VEKE: PÊŞENGIYA JINÊ YA BER BI SERKETINÊ VE
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di nirxandina xwe de ya bi sernavê “Mifteya ku deriyên girtî veke: Pêşengiya jinan a ber bi serketinê ve” işaret bi girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Di nirxandinê de hate ragihandin ku pêşengiya jinê di pêvajoya heyî de xwedî roleke diyarker e û hate destnîşankirin ku li hemberî rewşa nediyar divê perspektîfa çareseriya demokratîk bibe esas.
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK Û MUZAKERE
Sebahat Tûncel jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk: Asta nû; muzakere” anî ziman ku li Tirkiyeyê desthilatdarî tenê di çarçoveya bêçekbûnê de li meseleya aştiyê dinihêre. Sebahat Tûncel destnîşan kir ku aştiya rasteqîn ne tenê bêdengbûne çekan e; di heman demê de xebitandina serbixwe ya hiqûqê, danîna têkiliya welatîbûna wekhev û veguherîna demokratîk a têkiliya dewlet û civakê dibe.
Evîndar Ararat jî ragihand ku azadiya jinê piralî ye; veguherîna avaniya malbatê, hevjiyana azad, guherîna mejiyê bi serweriya mêr û xweparastina jinê nirxand.
Di nivîsê de hate ragihandin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe jî pirsgirêka azadiya jinê wê dewam bike, lewma têkoşîn xwedî karakterekî gerdûnî ye.
‘ŞOREŞA JINÊ’ BERSIVA LI PIRSA ‘DIVÊ ÇAWA BÊ JIYÎN’ E
Di beşa dorûmê ya rojnameyê de cih ji nirxandinên Rêber Apo yên 30’ê Çileya 1994’an re hate dayin. Di beşa bi sernavê “Şoreşa Jinê bersiva li pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn’ e” li ser jiyan, azadî û veguherîna civakî nirxandin hatin parvekirin.
JI BO PÊVAJOYÊ PÊWÎSTÎ BI GAVÊN DEMOKRATÎK Û HIQÛQÎ HEYE
Hevpeyvîna ku Roza Metîna bi Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît re kir, di hejmara Hezîranê ya rojnameyê de hate weşandin. Di hevpeyvînê de ku bi sernavê “Ji bo pêvajoyê pêwîstî bi gavên hiqûqî û demokratîk heye” hate weşandin Koçyîgît “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand.
Gullistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin û pêvajo bi çarçoveyeke hiqûqî ya xurt, zelal û cihê baweriyê bê meşandin.
HÊVÎ JI MIRIN Û TIRSÊ MEZINTIR E
Berdevka Çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Hêvî ji mirin û tirsê mezintir e” de bûyerên li Îranê nirxand. Ewrîn anî ziman ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bû sembola lêgerîna li guherîna civakî ya li Îranê.
Di nivîsê de işaret bi têkoşîna navbera daxwaza jiyana azad a civaka Îranê û polîtîkayên zextê yên dewletê hate kirin.
LI KOLOMBIYAYÊ PÊVAJOYA MUZAKERE, AŞTÎ Û GUHERÎNA SIYASETÊ
Rojnameyê her wiha cih da hevpeyvîna Gulistn Çiya Îke ku bi siyasetmedar û endama heyeta muzakereyê ya FARC’ê ya berê VÎktorîa Sandîno (Judith Simance Herrera) re kir. Di hevpeyvînê de ku bi sernavê “Li Kolombiyayê pêvajoya muzakere, aştî û guherîna siyasetê” hate weşandin, peymana aştiyê ya navbera FARC û dewleta Kolomiyayê ya ku sala 2016’an hate îmzekirin û rola jinan a di pêvajoyê de hate nirxandin.
Di hevpeyvînê de işaret bi rola Vîktorîa Sandîno (Judith Simenca Herrera) ya li pêvajoya hevdîtinan hate kirin ku di nava heyetê de yekane jin bû.
Hate gotin, Sandîno ku 24 salan karê gerîlatiyê kir û bi wezîfeyên payebilind rabû, di pêvajoya muzakereyê de pêşengî ji avakirin û meşandina Komîsyona Jêrîn a Zayendîperestiya Civakî re kir.
ABORÎ HÊMANA BINGEHÎN A KOMUNALÎTEYÊ YE
Viyan Lolan di gotara xwe de ya bi sernavê “Aborî hêmana bingehîn a komunalîteyê ye” hate weşandin, modela aboriyê ya komînal a demokratîk nirxand. Di nivîsê de hate ragihandin ku divê aborî ji sîstema bi serweriya mêr bê derxisitn û li ser bingeha jiyana hevpar jinûve bê birêxistinkirin.
JINEOLOJÎ LÊGERÎNA LI EŞKEREKIRINA HEQÎQETA JINÊ YE
Di beşa Jinoleojiyê de, Seval Balci hevpeyvîn bi endamên Akademiya Jineolojiyê re kir. Di dosyayê de ya bi sernavê “Jineolojî lêgerîna eşkerekirina heqîqeta jinê ye” hate weşandin, dîroka jinê, xweparastin, karên li qadên exlaqî-estetîk û veguherîna civakî hate nirxandin.
NIRXANDINA JES’AN
Sûltan Gulsun jî di gotara xwe ya li ser nirxandina JES’an de işaret bi texrîbata projeyên JES’ê li Kanîreş û Gimgimê li ekolojî û çandî bike.
Di nivîsê de hate ragihandin ku cografyayên pîroz têne dîtin bi projeyên endustriyê têne guhertin û ev yek hişê civakî tine dike.
PORTREYÊN JINÊN EFGAN, MISRÎ Û KURD
Di beşa portreyê ya hejmara meha Hezîranê de cih ji çîroka jiyanê ya parêzvana mafên jinan a Efgan Maryam Durani re hate dayin. Qala têkoşîna ji bo azadiya jinan û jiyana siyasî ya Durani hate kirin ku li Kandaharê ji bo mafên jinan têkoşiya.
Di rojnameyê de femînîst a Misrî Doria Şefik û nivîseke portreyê û jiyana Zîlan a ji Qamişloyê bi nivîsekê hate vegotin.
Rojnameya Newaya Jin li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.

