Kovara Ozgur Halkê di hejmara 8’emîn a meha Îlona 2026’an de bi dirûşme û mijara navendî ya “Jin Jiyan Azadî: Heta heqîqeta jinê neyê fêhmkirin heqîqeta civakê nayê fêhmkirin” derket pêşberî xwênerên xwe. Li gel nivîsa ji Rêveberên Tevgerê Besê Erzincan, nivîsa Duran Kalkan a bi sernavê, “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn”, nivîsa Dilzar Dîrok a bi sernava, “Gelo Wijdana Zayend û Edaletê Heye?”, nivîsa Sînan Şahîn a bi sernavê, “Çima Komîn û Komînalîte?”, nivîsa Mahîr Dogan a bi sernavê, “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve”, nivîsa Xebat Andok a bi sernavê, “Li Welatê Hevpar Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û Aqilê Kurd ê Azad Dibe”, nivîsa Erdal Engîzek a bi sernavê, “Çiqas Zanîna Îdeolojîk Ewqas Xebata Pratîk, nivîsa Xebat Dîcle a bi sernavê, “Ciwan bi Xeyalên Xwe Hene” di kovarê de cih digirin.
Besê Erzîncan di gotara xwe ya bi navê “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” de balê dikişîne ser girîngiya avakirina kesayetiya şoreşger û têgeha “xwebûn”ê di nav têkoşîna azadiya jinê de. Erzincan tîne ziman ku şoreşa Kurdistanê tenê bi hevparî û pêşengiya şoreşa jinê re dikare pêş bikeve.
Bi heman rengî, Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya “Gelo Wijdana Zayend û Edaletê Heye?” de mijara dadperwerî û wijdana civakî ji hêla teorî, etîk û felsefeyê ve dinirxîne. Dilok radixe ber çavan ku di bin serdestiya pergala kapîtalîst û hişmendiya mêr de dadweriyeke rastîn çênabe û balê dikişîne ser rola avaker a nirxên jinê.
Duran Kalkan di nivîsa xwe ya “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn” de xebat û jiyana komînal di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk de digire dest. Kalkan, rexneyan li nêzîkatiyên dogmatîk û kêmfemkirina komûnê digire û cewherê hilberîn, manewiyat û demokrasiya rasterast ronî dike. Di heman xetê de, Sînan Şahîn di gotara “Çima Komîn û Jiyana Komînal” de sedemên civakî û îdeolojîk ên pêdiviya bi jiyana komînal şirove dike.
Nivîskar Mahîr Dogan di gotara xwe ya bi navê “Ji Sêdarê Ber bi Maseya Mizakereyê ve” de pêvajoyên dîrokî û siyasî yên têkoşînê û veguhêzên stratejîk dinirxîne. Xebat Andok di nivîsa “Li Welatê Hevpar Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û Aqilê Kurd ê Azad Dibe” de têgeha neteweya demokratîk, sosyalîzm û hişmendiya azad a Kurd di çarçoveya nûjeniyê de rave dike.
Erdal Engîzek di gotara “Çiqaq Hişmendiya Îdeolojîk Ewqas Pratîk” de peywendiya rasterast a di navbera hişmendiya îdeolojîk û serketina pratîkî de radixe ber çavan. Di dawiyê de, Xebat Dicle di nivîsa xwe ya bi navê “Çiwan bi Xeyalên Xwe Hene” de balê dikişîne ser rola dînamîk a ciwanan, xeyalên wan û rola wan a pêşengiyê di nav têkoşîna civakî de.

