Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya 254’an bi manşeta “Li dijî tundiya civakî: Dema avakirina civaka demokratîk e” weşand. Di hejmara Gulanê de bandora şer, tundiya li dijî jinê, avakirina civaka demokratîk, nîqaşên li ser aboriya komînal û têkoşîna jinê ya navneteweyî bi berfirehî hate nirxandin.
Ji nivîskarên rojnameyê Raperîn Mûnzûr di nivîsa xwe de bi berfirehî nirxand ku şerê global ê li Rojhilata Navîn bi rengê tundiyeke bi rêk û pêk li dijî jinê û civakê tê meşandin. Di nivîsê de hate ragihandin ku şerê heyî ne tenê têkoşîneke hêzê ya navbera dewletan e, di heman demê de pêvajoyeke li dijî jinan û avaniya civakî ye.
Hate destnîşankirin ku Rojhilata Navîn û Kurdistan li navenda vî şerî ne û xetên enerjiyê û pergala siyasî jinûve tê danîn. Her wiha hate gotin, tundî û kuştina jinê şexsî nîne, encamek ji polîtîkayên bi rêk û pêk e.
Nêzîkatiya “neteweya demokratîk” û civaka demokratîk weke çareseriya vê pêvajoyê hate destnîşankirin û işaret bi girîngiya xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê û rêxistinkirinê ya jinan hate kirin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di 4’ê Nîsanê de bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî dema avakirina civaka komînal e” kampanya da destpêkirin. Aktîvîst Songul Omurcan diyar kir ku armanca kampanyayê ew e ku bi pêşengiya jinê rêxistiniya komînal û demokratîk bê xurtkirin.
Songul Omurcan işaret bi girîngiya rêxistiniya ji bingehê ve kir û destnîşan kir ku ne tenê di nava jiyana civakî de divê jin di pêvajoyên biryardanê de jî diyarker bin. Tê plankirin ku di çarçoveya kampanyayê de li seranserê Ewropayê çalakî bêne lidarxistin.
Seval Balçi jî di dosya xwe ya bi navê “Demokrasî û malbatê” de cih da hevpeyvînên bi beşdarên cuda. Di dosyayê de hate ragihandin ku gotina demokratîkbûnê di nava avaniya malbatê de gelek caran bê bersiv dimîne.
Selînay Yadsan konferansa jinê ya navneteweyî ku li Zurichê hate lidarxistin, nirxand. Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê jin di pêvajoyên aştiyê de bi roleke hîn çalak û diyarker rabin.
Di rûpela Forûmê de vê mehê cih ji nirxandinên Rêber Apo re hate dayin. Di nirxandinan de hate ragihandin ku veguherîna civakî yekser bi azadiya jinê ve girêdayî ye.
Rêber Apo diyar kir ku tevlîbûna çalak a jinan li pêvajoyê asta şoreşê wê diyar bike û anî ziman ku mejiyê bi serweriya mêr heta ku neguhere nikare azadiya civakî pêk bîne. Her wiha işaret bi mecbûriyeta nêzîkatiyeke wekhevîparêz a têkiliyên jin û mêr kir.
Îlke Jiyan Ege di nirxandina xwe ya li ser têkoşîna jinan a enternasyonal de got, piştevaniya navbera gelan dînamîka bingehîn a aştiyê ye.
Îlke Jiyan Ege ragihand ku berxwedanên gel û jinan ên li erdnîgariyên cuda xeteke azadiyê ya hevpar ava kiriye. Her wiha destnîşan kir ku têkoşînên ji Latîn Emerîkayê heta bi Rojhilata Navîn, ji Ewropayê heta bi Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî ye ku hev xwedî dike.
Sûltan Sulsun li dijî sîstema xurekê ya endustriyel modelên hilberîna alternatîf nirxand. Di nivîsê de hate ragihandin ku şêweyên hilberînê yên li gorî xwezayê êdî hîn girîng bûne.
Zenda Leylan di hevpeyvîna xwe ya bi Sawsan Chouman de bandora şerê li Lubnanê ya li ser jiyana sivîl vegot.
Sawsan Chouman bi taybetî diyar kir ku li Geliyê Bekaayê êrişên hewayî û bejahî kiriye ku jiyana rojane bisekine.
Fîdan Yildirim di vê hejmarê de qala kar û jiyana aktîvîsta Iraqî-Emerîkî Zainab Salbi kir.
Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe ya li ser bûyerên siyasî yên li Îranê de bal kişand ser avaniya zordar a sîstema heyî. Ewrîn anî ziman ku tevgerên civakî yên bi pêşengiya jin û ciwanan pêvajoyeke nû ya guherînê dane destpêkirin û diyar kir ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeta îdeolojîk a bingehîn a vê guherînê ye.
Roza Metîna di nivîsa xwe de rêxistiniya aboriyê ya jinan a di komxebata li Amedê de nirxand. Ragihand ku aboriya komînal ji bo azadiya jinê modeleke bingehîn e.
Jannika Feldmann bi rojnamevan û derhênera dokûmanterê ya Îtalî Benedetta Argentieri re hevpeyvîn kir. Argentieri diyar kir ku ew bi giranî bala xwe dide ser çîrokên jinan ên li Rojhilata Navîn û Rojava û dokûmanter jî li gorî nûçeyê vegotineke hîn xurtir pêşkêş dike. Argentieri işaret bi girîngiya zêdekirina cihê jina li nava medyayê kir.
Sevda Can parastina nasnameya çandî ya Kurd a li Ewropayê nirxand. Sevda Can bi taybetî diyar kir ku di nava nifşên ciwanan de bikaranîna Kurdî gelekî kêm dibe û ev yek ji bo hişê çandî rîskeke cidî ıye. Ji bo parastina ziman jî işaret bi rola diyarker a karên perwerdeya alternatîf û malbatan kir.
Rojname li navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.

