Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êdî dema gava siyasî û hiqûqî ye
Rojane

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êdî dema gava siyasî û hiqûqî ye

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan piştî biryara tevgera azadiyê ya vekişandina hêzên xwe, bang li dewlet û desthilatdariyê kir demildest gava siyasî û hiqûqî bavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Hotêla Hîltonê ya Enqereyê têkildarî biryara vekişandina hêzên Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji Tirkiyeyê û geşedanên dawî yên di pêvajoyê de, daxuyanî dan.

 

Di civînê de ewil Bakirhan axivî û anî ziman ku ew di demeke ku dikare berê dîroka Tirkiyeyê biguherîne de ne. Bakirhan, wiha domand: “Ev kêlî, bi keda her kesên demokrasîxwaz û jiyanê diparêzin bû. Piştî meşeke dirêj, em bi hêviyke mezin gihiştin qonaxa serdemeke krîtîk. Her bihosteke Tirkiyeyê bedeleke mezin da, êşên mezin hatin kişandin. Duh, geşedaneke dîrokî çêbû. Helbet, em ji nişka ve negihiştin vê qonaxê. Ka em li çend mehên derbasbûyî, heta çendek rojan binêrin. Di 1’ê Cotmeha 2024’an de birêz Bahçelî di bin sîwana Meclisê de silaveke ku hînbûnên heyî serûbin kir da. Gava din jî di 27’ê Sibatê de hat. Dengê li Îmraliyê bilind bû, rêgeha pevçûnên zêdetirî 40 sal in didome guherand. Banga birêz Ocalan a çekberdanê û xwefesixkirinê ya li PKK’ê kirî, ne tenê bangek bû; bû qonaxe diyarker ku di hafizeya dîrokê de cih girt.

Birêz Serokkomar hate cem koma partiya me û silav da û vê jî baweriya bi îradeya aştiyê xurt kir. Û piştre jî di 26’ê Cotmehê de, anku duh welatê me şahidiya gaveke gelek krîtîk û watedar kir. PKK a ku berê biryara xwefesixkirinê dabû, ragihand ku xwe ji sehaya Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vê yekê re ji hemû cîhanê re got ku ew di çareserî û aştiyê de biisrar in. Ev biryar, deriyeke nû vedike û gaveke derfeta çareserî û aştiyê diafirîne ye.

Ev biryara vekişînê, îfadeya herî şênber a biryardariya di rêya aştiyê de ye. Gava, baweriya bêdawî ya bi çareseriya demokratîk û siyasî ye. Bangekî xurt a ji bo serdemeke nû, ruhekî nû ye. Biryara duh, ne tenê vekişîn e, her wiha gaveke xurt a ber bi pêşerojeke demokratîk ve ye. Ev gav, di heman demê de gava qezenckirina sedsala pêşiya me ye. Sedsala 20’emîn li vê xakê bû sedsala şer, êş, windahî û hêsiran. Hewceye sedsala 21’emîn bibe sedsala aştî, xwişk-biratî, wekhevî, pêşeroja hevpar û komara demokratîk. Dîrok, vê şensê dide me; hewceye em vê firsendê ji dest nedin.

GAVÊN SIYASÎ Û HIQÛQÎ

Heke em bikarin vê pêvajoyê rast birêve bibin; dê Tirkiye mînakeke ku pirsgirêk bi rêya guftûgoyê tên çareserkirin ku hêviyê dide mirovahiyê, pêşerojê ronî dike diyarî dinyayê bike. Ji ber ku em ji vê bawer in; êdî ne dubarekirina êşên berê lê dema avakirina hêviyên pêşerojê ye. Êdî dema hevhembêzkirinê, yekbûn û xwişk-biratiyê ye. Di asta heyî de qonaxa yekemîn a pêvajoyê temam bûye. Biryarên kongreyê û piştre şewitandina çekan û bi temambûnan vekişînê re jî êdî rûpeleke nû hate vekirin. Niha jî bêyî ku em li bendê bin çareserî ji cihekî din were, dema wê ye ku em çîroka xwe bi xwe binivîsin. Em derbasî qonaxeke din a pir bêhtir krîtîk û jiyanî dibin. Anku dema avêtina gavên hiqûqî û siyasî û dema derbasbûna aştiya civakî ye. Ev qonax zehmet e lê ewqas jî watedar e.

Divê pêvajo, bi mafan, bi azadiyan pêş bikeve. Hewcehî bi xurtkirina zimanê siyaset û demokrasiyê heye. Divê hiqûq bibe bingeha aştiyê û edalet jî bingeha pêşerojê be. Hem biryara duh hatiye ragihandin hem jî di avêtina gavên din de rola biryardariya birêz Ocalan pir mezin e û vîzyona wî ya aştiyê rê li ber vê vekir. Di şert û mercên herî giran de jî her tim helwesta wî li gel çareseriya siyasî bû. Di qonaxa em gihiştinê de jî hewldan, pêşdîtin, israr û rola avakirina aştiyê ya birêz Ocalan diyarker e. Lewma jî, ji bo ku bikare bêhtir înîsiyatîfê li xwe bigire û rêyan veke, hewceye ev derfet jê re bên avakirin.

Ji vê pêvajoyê ne tenê aliyek lê aliyê dewlet û îktîdarê, burokrasiya ewlehiyê, pergala darazê û hemû avadaniya sazûmaniyê jî berpirsyar e. Divêtin hemû alî destê xwe deynin bin kevir. Hewcehî pê divê ku her kes li gorî îradeya aştiyê tevbigere. Reflek û gotinên neyînî yên berê hewceye bên terikandin û aqil û zimanê pêşeroja demokratîk esas were girtin. Ne hesta dijminatiyê lê divê hesta hemwelatiyê, ne pênaseya gefê lê divê pênaseya maf were kirin. Ne zimanê ewlehîperestiyê lê zimanekî azadîxwaz; ne polîtîkaya tirsê lê hewcehî bi polîtîkaya hêviyê heye. Parastvanên pergala berê, xwediyên statukoyê, hêzên herêmî û navneteweyî yên xwe bi şer xweyî dikin dibe ku bixwazin vê pêvajoyê têk bibin. Dibe ku provokasyonan jî bikin. Dibe ku senaryoyên tirsê ava bikin, kampanyayên reşkirinê bimeşînin… Lêbelê em ê bi biryar bisekinin. Em ê meşa xwe ya di rêya aştiyê de bidomînin. Em ê dev ji aştiyê bernedin. Bila her kes bi vê bizane. Dema wê ye ku niha îktîdar, muxalefet, dewlet, civaka sivîl, medya, akademî û her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.”

QONAXEKE NÛ

Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku ew di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de şahidiya kêliyeke pir kêmî caran tê dîtin dikin û wiha domand: “Ev kêlî, ne tiştekî rasthatî lê berhema îradeyeke saxlem a bi dehan sala ye didome û berhema kedê wê ye. Em niha derbasî qonaxeke nû dibin. Peywira me tevan a niha ew e ku em vê zemînê bi hûr û kûr birêsin û Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Xwedîderketina derdorên cuda yên civakî ya li vê pêvajoyê, ji bo qezenckirina pêşeroja wekhev û hevpar pir girîng e. Û berpirsyartiyeke dîrokî ya her kesî ye.

Bêguman avakirina komarê tiştekî gelek girîng û biqîmet e. Lê belê komar demokratîk nebû. Lewma jî pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê çareser nekir. Ev bû sed sal em pirsgirêkên mezin dijîn. Êdî sebra vî welatî nemaye ku sed salên din jî êşan bikişîne, bêhiqûqiyan bijî. Nema dikare êdî tehemûla wan bike. Ji bo ku di sedsala duyemîn a komarê de edalet û hiqûq were pêşxistin, ji bo jiholêrakirina newekheviyan û tacîdarkirina komarê ya bi demokrasiyê, peywireke dîrokî dikeve ser milê me tevan. Heke em rast bixwînin, gavên dîrokî yên di nava salekê de hatine avêtin, ji bo komar di sedsala duyemîn de demokratîk bibe firsendên mezin ji me re çêdike.

Avakirina aştiyê ya bi ferasete entegrasyona demokratîk, mifteya deriyê ber bi komara demokratîk vedibe ye. Ev pêvajo ne tenê siyasî ye, her wiha pêvajoya veguherîna çandî û civakî ye. Bi veguherîna hişmendî û civakî re hewceye em tevek bi hev re aştî û demokratîkbûnê ava bikin. Hewceye kesek xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne. Divê li bendê nesekinin. Dibe ku fikr û nirxandinên me ji hev cuda bin. Dibe ku rexneyên me hebin. Ev, hêzê didin me. Banga me ji bo rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên li Tirkiyeyê heye; weke egereke berpirsyartiya li hemberî civakên Tirkiyeyê; tevî fikar û gumanan jî xwedîderketina li aştiyê pir biqîmet e. Banga me ji bo jin û dayikan e; birînên herî xedar ên şer we di dilê xwe de jiya û hewceye em jin bibin avakerên sereke yên aştiyê. Dayikên ku bi dersokên spî bûne sembola aştiyê! Dayikên ku zarokên xwe yên ciwan binax kirin, nasnameya wan cuda lê êşên wan wekî hev! Yekkirina qêrîna aştiyê ya we dê bibe zemîna herî xurt a aştiyê. Banga me ji bo ciwanan e; yên herî zêde bedel dayîn hûn in û em di wê baweriyê de ne ku hûn ê bi qasî ji dest tê xwedî li aştiyê derkevin. Avakirina aştiyê herî zêde li ser milê we ye.

Banga me ji bo dewlet û îktîdarê ye; bi qonaxa nû ya pêvajoyê re, bilez avêtina gavên siyasî û hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê gelek girîng e. Em careke din dubare dikin; bendewariya civakê ji rêveberiya welat û Meclisê heye. Divê êdî dengê civakê were bihîstin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi dronan 12 caran êrîşî Siwêdayê kirin
Nûçeya Pişt re Şêniyên Dirbêsiyê şehîdek veşart û gerîlayek bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

PJAK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û diyar kir ku karker bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Tayînkirina endamên parlamenta hikumeta demkî destpê kir

Di demekê de ku li Sûriyeyê parçebûna civakî û siyasî dwam dike, hikumeta demkî dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Di meha Sibatê de 121 karkeran jiyana xwe ji dest dan

ÎSÎG’ê rapora xwe ya meha Sibatê weşand. Li gorî raporê 121 karkeran di encama qezayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji Trump parvekirina têkildarî Venezuelayê: Eyaleta 51’emîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?