Heyeta DEM Partiyê piştî biryara “Bêhukmiya Teqez” bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
Hevdîtin li Koma Meclîsê ya CHP’ê pêk hat û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, Serokwekîlê Komê Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiya Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî beşdar bûn.
Tê payin ku piştî hevdîtinê heyet civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar bixin.

