Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk 26’ê Nîsana 2026’an li Amedê bi sernavê “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” konferansek lidar xist. Encamnameya konferansê li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê hat eşkerekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Encamname bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Dimilkî hat xwendin. Kurmanciya encamnameyê ji sekreteryayê Înîsiyatîfê Gulser Yildirim û ya bi Dimilkî jî Mûrat Kan xwend.
Encamnameya konferansê wiha ye:
“Îro, piştî sed salekê, desthilatdar û hêzên hegemonîk dixwazin ji nû ve teşe bidin erdnîgariya Rojhilata Navîn. Di vê qonaxa dîrokî de ku rewşa hêzên li Rojhilata Navîn diguhere û sînor ji nû ve têne xêzkirin, ji bo Kurdan pir girîng e ku bi yekitiya neteweyî tevbigerin. Tenê bi hatina cem hev Kurd dikarin di vê qonaxa krîtîk de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên heyî jî biparêzin.
Tê zanîn ku qelsî û nakokiyên navbera hêz û rejîmên herêmî, rê li pêşiya van hêzên derve vedikin û bandorên neyînî li tevahiya herêmê û bi taybetî jî pêşeroja gelê Kurd dikin. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê hem firsendên dîrokî hene û hem jî ji ber nebûna yekitî û parçebûna hêzên Kurd xetereyên mezin hene. Yek ji rêyên herî girîng ji bo serkeftina gelê Kurd di têkoşîna xwe ya bi sedsalan a ji bo hebûn û azadiyê de, pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Gelê me jî di demên krîtîk de her gav pêwîstî bi yekitiya neteweyî dîtiye û dizane ku serkeftin tenê bi dersên ji rabirdûyê hatine girtin û bi yekitiyê dikare were bidestxistin.
Yekitiya neteweyî ya Kurd ne ku îro, her tim di rojeva kesayet û rêberên Kurdan de cih girtiye. Dema ku em li sedsala borî dinêrin, destpêşxeriya yekitiya neteweyî ya hevbeş a hêzên Bakur, bi saya hewldanên Mam Celalê nemir, bû sedema ragihandina giştî ya protokolekê li Şamê ku bi navê ‘Protokola 1993’yan’ tê zanîn, di nav Kurdan de hêviyek mezin çêkir. Her çend ji wê rojê ve gelek hewldan hebin jî, heta niha ew yekitî li gorî daxwaza Kurdan neçûye serî. Dîsa, hewldanên birêz Ocalan ên li ser vê mijarê ji destpêka salên 2000’an heta vê serdema dawî jî berdewam in. Dema ku di sala 2013’an de birêz Abdullah Ocalan daxwaz û bangewazî kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe, birêz Mesûd Barzanî bi destnîşana xwe li ser navê her sê rêberên Kurdan (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan, Mam Celalê nemir), hemû hêzên ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi xebatên wê kombûnê, Kurd gelekî nêzîkî yekitiya neteweyî bûn. Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, dîsa yekitiya neteweyî nekarî ava bibe.
Dîrokê nîşanî me daye ku qirkirin jî di nav de polîtîkayên serdestan herî zêde gava ku di navbera Kurdan de parçebûn û dabeşbûn hebûye, derketiye pêş. Vê parçebûnê her tim rê daye wan ku bi hêsanî polîtîka û komployên xwe yên li dijî Kurdan bicîh bînin. Berovajî wê jî hatina ba hev a Kurdan, rê li pêşiya xetereyên mezin girtiye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî gelê me li Rojava, bi taybetî li Kobanê kirin, yekitiya hêzên Kurd di parastina axa Kurdistanê de wekî mertalek pola şer kir. Dîsa di bûyerên dawî de jî helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojava de bi dirûşma ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ hemû sînorên çêkirî yên li ser axa xwe ji holê rakirin û hebûna xwe nîşanî hemû cihanê dan. Vê helwestê îspat kir ku yekitiya neteweyî dikare bibe tekane garantiya pûçkirina planên dagirkeran. Mînakên ku hatine jiyîn jî nîşan dane ku ger hêz dibin yek, hemû hevsengî li gor berjewendiya wan diguhere. Li ser vê bingehê lihevkirin, çêkirina stratejiyeke hevpar û pêşxistina bernameyeke neteweyî ya demokratîk dê berjewendiyên gelê me biparêze.
Me jî wek Kurdên Bakur ev konferansa xwe bi beşdariya partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, akademîsyen, kesayetên serbixwe û rûspiyên civakê, di salvegera ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî’ ya partiyên Kurdên Sûriyeyê de, ku di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamîşliyê hatibû lidarxistin, pêk anî. Biryarên ku di wê konferansê de hatine dayin û çalakiyên hevbeş ên hêzên Kurdî di sala borî de, divê ji bo hemû partiyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê bibin emsal.
Li ser vê esasê beşdarên konferansa me ya bi navê ‘Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin’diyar kirin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku ev salekî zêdetir e li Tirkiyeyê didome, êdî veguhere qonaxeke yasayî. Ji ber ku pêvajo yekalî û sist didome û tu gavên ber biçav nayên avêtin, ev jî dibe sedema şikestina hêviyên civakê. Ji bo ku pêvajo li gor hêviyên civakê û bi serkeftî bigihîje armanca xwe, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike. Herwiha, divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û tavilê qanûnên pêwîst ji bo mafê hêviyê û darizandinên siyasî derxîne.
Dîsa şerê li Îranê ji bo Kurdan û gelên din ên li wir derfetên girîng dihewîne da ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Konferansa me helwesta şeş partiyên Kurdî yên li Rojhilat a ji bo avakirina eniyeke hevpar bi dilxweşî pêşwazî dike û diyar dike ku divê ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî maf û xwesteke xwezayî û mirovî ya gelê me yê li wir were naskirin.
Beşdarên konferansa me li ser rewşa dawî xebat, daxwaz û daxuyaniyên hemû kom, rêxistin û aliyên siyasî yên cuda ku der barê yekitiya neteweyî de tên kirin, girîng dibîne. Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ev e ku gavên ji bo vê yekitiyê biavêjin, bi helwestekî hevpar bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî.”

