Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo Yuce, Ay û Baysal ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Rojane

Ji bo Yuce, Ay û Baysal ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Ramazan Yuce, Aydin Ay û Mehmet Siddik Baysal ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 803’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveber û endamên ÎHD’a Amedê tev li çalakiyê bûn û wêneyên qurbaniyan li erdê raxistin û hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ramazan Yuce 29’ê hezîrana 1992’yan ji Farqînê ji bo ezmûna lîseyê diçû Amedê û dema vedigeriya ji pişt ve ji aliyê kes û kesên çekdar ve hat qetilkirin, edalet hat xwestin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku îro roja bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye.

Endamê ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Ramazan Yuce vegot.

ÊLIH  

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê bi heman armancê di hefteya 639’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê Êlih’te tevlî çalakiyê bûn.  

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ew encamê jê bigirin dê li aqûbeta windayan bipirsin û banga pêkanîna edaletê kir.

Gegîn serpêhatiya Aydin Ay (27) ê ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de li taxa 19 Mayisê ya Êlihê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û xwest aqûbeta Ay were eşkerekirin û faîl bên darizandin.  

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

COLEMÊRG

Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê û xizmên windayan, li navçeya Gever a Colemêrgê li Kolana Sokak hatin ba hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Rêxistina DEM Partiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û “Faîl diyar in, winda li kuderê ne” û wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin, hatin hildan. Di hefteya 129’an a çalakiyê de, aqûbeta Mehmet Siddik Baysal hate pirsîn ku 7’ê Hezîrana 1994’an hate qetilkirin. Sekretera Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê Pinar Şen Zengîn daxuyanî xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê, bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 25 hezar dolar fîdye ji malbata ciwanê hatî revandin, hate xwestin
Nûçeya Pişt re Şêx Seîd û hevalên wî hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kolombiyayê êrîşa li ser baregeha leşkerî: 2 mirî, 21 birîndar

Generalê artêşa Kolombiyayê Luis Emilio Cardozo ragihand ku ragihand ku koma gerîla 'qemyoneke bombebarkirî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 70’yan de ye

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve li ber Wezareta Edaletê tê girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Mizrakli serdana goristanan kir: ‘Berpirsyariya bingehîn a siyasetê afirandina aştiyê ye’

Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku doh hate berdan, li Goristana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?