Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji DFG Û MKG’yê li Enqereyê çalakî: Em ê tu car dev ji rastiyê bernedin 
Rojane

Ji DFG Û MKG’yê li Enqereyê çalakî: Em ê tu car dev ji rastiyê bernedin 

DFG û MKG ji bo rojnamevanên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin daxuyanî dan; “Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina heqîqetê bernedin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrîşa balafirên bê mirov hatin qetilkirin, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.

Rojnameger Huseyîn Aykol, Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşanxane û Çapxaneyan (Basîn-Îş) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Turgut Dedeoglu, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber Ajansa Mezopotamya Selanîkê amade bûn. (MA) Burcugül Çubuk, Vezir Coşkun Parlak, Sumeyye Boz, Rêxistina Parêzgeha DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasan Ji bo Azadiyê (OHD) beşdar bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nemir in, heqîqet nayê bêdengkirin” hat vekirin.

ÇAPEMENIYA AZAD EV ÇEND SAL IN TAWÎZ NEDAYE

Nûçegîhana Jinnewsê Melek Avci ku daxuyanî da, diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad tevî êrîşên endamên JÎTEM, kontra û çeteyan zêdetirî 40 sal in tu carî ji ragihandina heqîqetê tawîz nedane û got, “Dema ku DAIŞ’ê li gelek deveran hovîtî kir yên ku herî zêde rastiyan ragihandin, xebatkarên çapemeniya azad ên Rojhilata Navîn bûn. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê.  Kiryarên hovane yên DAIŞ’ê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Wan li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina rastiyê bernedan.”

‘AZADIYA KOBANÊ LI DINYAYÊ BELAVKIRIN’

Melek Avci diyar kir ku herî zêde rojnamevan tên hedefgirtin û wiha got: “Du roj berê em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnamevan hatine qetilkirin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqayê ku veguherî navenda hovîtiya DAIŞ’ê, bû dengê jinên esîr. Ji ber ku Nazim û Cîhan ev rastî ji cîhanê re ragihandine hedef hatin girtin.”

‘WAN KESÊN KU DI DESTÊ WAN DE TENÊ KAMERA HEYE BOMBE DIKIN’

Melek Avci peyama Nazim Daştan a beriya kuştina wî şandibû xwend û got, “Berî kuştina wî bi çend saetan Nazim Daştan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: ‘Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, berevajî îdîayên agirbestê, amadekariyên xwe dikin. Êrîşeke mezin li ser Rojava, bi taybet Kobanê heye…’taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tunekirin. Lê Tirkiye dibêje tu pirsgirêka wan bi kurdan re nîne. Heger bi rastî tu pirsgirêk tune, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin. Ji aliyekî ve yên ku dibêjin demokrasî û aştî, li aliyê din jî ji bo gelê Kurd azad nejî, her cure êrîşan amade dikin. Yên ku wek şandiyên demokrasiyê tên hesibandin, dema ku mijar dibe Kurda, dev ji şerê herî qirêj bernadin. Dema ev rastî derdikevin holê rojnamevanan qetil dikin. Dema planên wan ên qirêj eşkere dibin bi awayekî hovane êrîş dikin. Li şûna ku dev ji planên xwe yên qirêj berdin, sûcê xwe dixin stûyê rojnamevanan.”

‘EWIL ROJNAMEVAN TÊN QETILKIRIN’

Rojnamevan Huseyîn Aykol, diyar kir ku ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihînin bi salan e dixebitin û destnîşan kir ku tiştên ku çapemeniya azad dinivîse hişê dewletê diêşîne. Huseyîn Aykol got, “Naxwazin rastî bigihêje raya giştî. Lê hevalên me hatin kuştin û birîndarkirin, buroyên me hatin bombekirin. Tevî van zext û êrîşan jî me dil û can da vî karî. Dema ku zextên li ser me zêde dibin, dema ku dewleta Tirk û mejiyê dewleta Tirk amadekariya operasyoneke dersînor dike, li ser çapemenî, rojnameyên me, televîzyonên me, ajansên me, qedexeyên weşanê hene. Kuştina du hevalên me yên li Rojavayê dema rojnamevanî dikirin ev yek anî bîra me. Em ê bibînin ka aqilê dewletê dîsa operasyonên li ser sînor organîze dike, dîsa mirov tên qetilkirin, gelo dê dîsa jiyan xera bibe. Piştgiriya we ya bi me re dê piştrast bike ku ev neqewimin.”

‘ÊRÎŞEK LI HEMBER ROJNAMEVANAN HEYE’

Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk diyar kir ku hedefgirtina sîstematîk a li dijî rojnamevanan sûcê şer e û got, “Em hem xemgîn in, hem jî bi hêrs in. Ji ber ku 2 rojnamevanên ku gel û cîhanê ji bûyerên li Rojava diqewimin agahdar dikirin qetil kirin. Ji van rojnamevanan Nazim Daştan tevî Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara ku 4 meh berê hatibûn qetilkirin, birîndar bûn. Em dibînin ku li herêmê êrîş li ser rojnamevanan tên kirin. Kuştina sîstematîk a rojnamevanan ji Filistînê heta Urdunê, ji Iraqê heta Sûriye û Rojava sûcê şer e.”

‘BI SÎHAYAN Û ÎHAYAN AŞITÎ NABE’

Burcugul Çubuk got: “Bi taybetî li vê herêmê heke hûn dixwazin behsa aştiyê bikin, li ser çareseriyê biaxivin, heke hûn dixwazin rijandina xwînê raweste, hûn nikarin êrişî rojnamevanên ku deng û gotinên gelan digihînin cîhanê, bikin. Banga me ji her kesî re ye; Dest ji sûcên şer berdin. Dawî li zextên li ser çapemeniyê bînin. Bi gulebarana wesayîta ku li ser ‘Çapemenî’ hatiye nivîsandin, aştî pêk nayê. Heke hûn bibêjin em li stantan aştiyê dixwazin, divê hûn vê edaletê bidin. Divê hemû sûcdarên şer bên darizandin. Yê ku ferman daye û emir girtiye sûcê şer pêk aniye. Ev sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Ev sûc li dijî gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye kirin. Ew ji bo me hemûyan e. Heke rojnamevan li erdnîgariyekê ne ewle bin, yek ji me ne ewle ye. Divê sûcên şer rawestin. Divê polîtîkayên şer ên li herêmê bi dawî bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Baz Ereb: Em li Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyan dixin
Nûçeya Pişt re Biryara hepsa malê dane rojnamevan Ozlem Gurses
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mizgîn Çolaq: Bi berxwedana jinê ya çand û hunerê re wê dijmin têk biçe

"Dewleta Tirk a dagirker rojane zarok û jinan qetil dike û dixwaze bi van erîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Bafil Talebanî bi Sefîrê Fransa yê Iraqê re li hev civiya

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi Sefîrê Fransa yê Iraqê Patrîck Furel re…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li sê bajaran çalakiyên xwe domandin

Xizmên windayan û ÎHD ku li sê bajaran çalakî lidar xistin, li aqûbeta Fethî Yildirim…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?