Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo peyamek weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya 4’ê Nîsanê ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate ragihandin ku rojbûna 77’an a Rêber Apo ji bo gelan xwedî wateyeke dîrokî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, 4’ê Nîsanê ku ji aliyê gelê Kurd ve weke rojbûna xwe tê dîtin, weke her sal îsal jî wê bi coş, dilsozî û biryardariyeke mezin bê pêşwazîkirin.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em dikevin rojbûna 77’an a Rêber Abdullah Ocalan ku gelê me weke rojbûna xwe dibîne û her sal bi coşeke mezin pîroz dike. Weke her sal îsal jî gelê me, jin û ciwan xwe amade dikin ku 4’ê Nîsanê bi kelecaneke mezin pêşwazî bikin. Lewma em vê rojbûna bi wate li Rêberê xwe, li gelê xwe, li jin, ciwanan, gelan û mirovahiyê pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em careke din şukranên xwe pêşkêşî wî dikin.

Rêber Apo ji bo gelan û mirovahiyê bi taybetî jî j bo gelê Kurd û jinan nirxên gelekî mezin afirand, bi van nirxan navê xwe li dîroka esîl a mirovahiyê nivîsand. Beriya her tiştî gelê Kurd jinûve rakir ser piyan ku hebûna xwe dihate înkarkirin û qirkirin. Hişmendî, ruh, nasname da gelê Kurd, kir ew gel ku hebûna wê nikaribe bê înkarkirin. Bêguman ev yek bi ked, hewldan û têkoşîneke mezin bû. Rêber Apo di nava şert û mercên gelekî giran de, li ser zemîneke ku derfet lê nebû xebitî, ked da, afirand, têkoşiya û ev encam afirand. Bîst û çar saetên xwe û tevahiya jiyana xwe di vê oxirê de da. Di nava mercên dîlgirtinê yên Îmraliyê yên 27 salan de jî heman rêbaz ji xwe re kir esas. Bi rêya vê yekê komploya herî mezin a dîrokê ya li hemberî xwe û dîlgirtina herî giran pûç kir. Bi kûrbûna li ser dîrok, civak û fikrî re di nava mercên herî giran ê dîrokê yê dîlgirtinê de sekna mirovê azad nîşan da. Paradîgma û fikrekî welê danî holê ku mirovahiyê dikare azad bike. Gelê Kurd bi vî fikrê nû û paradîgmaya Rêber Apo ronî bû. Bi vê ronîbûna di hiş û fikrî de gelê Kurd veguherî wî gelî ku li cîhanê bû cihê hurmetê, ji dînamîzma wê hêz tê wergirtin û têkoşîna xwe mînak tê dîtin. Bêguman ji bo gelekî ev yek cihê herî rûmetê û hurmetdariyê ye. Jİ ber vê jî gelê Kurd Rêber Apo weke Rêberê xwe dibîne, hebûn û azadiya xwe di nava hebûn û azadiya wî de dibîne û jê gelekî hez dike.

Jin jî bi hezkirin û dilxwaziyeke mezin dilsozê Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo ji hemû rêberên di nava dîrokê de bêhtir ji bo jinan kir. Rêber Apo mêrtiya serwer a heyî red kir, azadiya jinê weke pîvana bingehîn a jiyanê dît. Lêpirsîn, nirxandina bingehîn û guherîn û veguherîna esasî ya li ser bingeha azadiya jinê danî pêşiya mêr. Lewma jin Rêber Apo gelekî nêzî xwe dibînin û azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dinirxînin.

Rêber Apo bi rêya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xizmeteke mezin da mirovahiyê û hemû gelan. Neteweperestî, zayendîperestî, eşîrperestî û mezhebperestî rexne kir, jiyana bi rengekî wehkev û bi hev re ya gelan ji xwe re kir esas. Enternasyonalîzm weke pîvana bingehîn dît û ji xwe re kir esas. Li dijî mejiyê dewlet û desthilatdariyê feraseta neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk ava kir û çareserî ji lêgerîna li jiyana azad û demokratîk re dît ku hesreta bi hezaran salan a mirovahiyê ye.

Herî dawî Rêber Apo di pêvajoyekê d ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn giran bûye ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û bi vî rengî modeleke çareseriyê ya alternatîf û nû pêşkêşî mirovahiyê kir. Bi vê banga dîrokî û manîfestoya nû re li hemberî polîtîkaya hêzên hegemonîk a ku gelan berdide hev û xwe dispêr eşer, bi feraseta çareseriya entegrasyona demokratîk re pêşî li jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan vekir. Di serî de gelê Kurd û jin, gel û hêzên demokratîk ên şoreşger xwedî li vê banga dîrokî ya Rêber Apo derketin. Eşkere ye ku serketina vê pêvajoyê wê serketineke mezin bide gelê Kurd, jinan, gelan û mirovahiyê.

Em careke din 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî pîroz dikin ku ji bo gelê me, jinan, gelên me û mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e û bang li her kesî dikin ku 4’ê Nîsanê bi çandina daran ku daxwaza Rêber Apo ye bi coş pîroz bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!
Nûçeya Pişt re Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobetên li dijî desteserkirinê dewam dikin: Em hiqûqa we ya dijminatiyê nas nakin

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran çalakî hat lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em ê mîrateya Apê Mûsa û hevalên wî di her qadê de bidomînin

Di 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad de, Hevserokê Giştî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî komploya 15’ê Sibatê meşa girseyî

Şêniyên Kantona Firatê bi meşeke girseyî komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê malbatek Kurd girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Şeybanî li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?