Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Jii bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk mitîng hat lidarxistin
Rojava

Jii bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk mitîng hat lidarxistin

Bi hezaran şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi daxwaza avakirina Sûriyeke demokratîk mîtîng li dar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

 

 

Bi hezaran kesên ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, partiyên siyasî, eşîran, endamên rêxistinên civakî û xizmetguzarî li Parka Dîcle ya Dêrikê kom bûn.

Şêniyan pankartên “Na ji komkujî û qetilkirina li ser nasnameyê re”, “Em hemû Sûriyeyî xwediyê xakê ne”, “Neteweya demokratîk bingeha jiyanê ye” û “Ber bi Sûriyeya demokratîk a nenavendî ve” hildan. Li kêleka wê jî alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.

Li parkê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif axivî û diyar kir ku bi vîn, fedakariya gelan û hêviyên wan a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û berfireh bû. Perwîn destnîşan kir ku bi xweparastina li fikir û felsefeya Rêber Apo gel karî xwe bi rêxistin bike û xwe ji qeydên zulmê rizgar bike.

Perwîn got: “Em Kurd, me ev fikir partîze kir. Bi rêya wê em bûn pêşengê şoreşa azadiya civakan. Em bawer in ku guhertina rasteqîn ji vîna gelan û hevgirtina wê ye.”

Di dewama axaftina xwe de Perwîn da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) weke encama fedakariyên vî gelî ava bû, ji lew re QSD nûnertiya vê civakê dike, dewamkirina metoda van hêzan dewamkirina rêya rast e.

Perwîn Yûsif anî ziman ku têkoşîna wan wê heta avakirina Sûriyeyek demokratîk a nenavendî bidome, da ku tevahî pêkhate û civakan hembêz bike.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat anî ziman ku herêm di qonaxeke dîrokî ya werçexrî re derbas dibe, nexasim li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi taybet jî li Sûriyeyê.

Berekat destnîşan kir ku pêdiviya vê qonaxê bi pêkanîna siyaseteke durist û demokratîk heye û got Rêber Apo di perspektîfên xwe de bang li gelan kir ku xwedî li metoda aştî û demokrasiyê derkevin.

Berekat diyar kir ku Rêveberiya Xweser di birêxistinkirinê de vê rêyê dişopîne, ku aştiya demokratîk rêbaza yekane ya avakirina Rojhilata Navîn a nû ye.

 

Kenan Berekat bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir ku xwedî li vebijêrka nenavendiyê derkevin û got: “Weke tê gotin, em cudaxwaziyê û parçebûnê naxwazin, em bi yekitiya Sûriyeyê û hevgirtinê bawer in. Kombûna bi hezaran şêniyan li Dêrikê nîşaneya yekitiya Sûriyeyê û xurtkirina biratiya gelan e.”

 

Berekat ev agahî li gotinên xwe zêde kirin: “Me di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo Perava Sûriyeyê û sekna li kêlek xelkê Sûriyeyê de, partîzekirina gotina xwe ya yekitiya xaka Sûriyeyê nîşan da. Em bi hevkariya tevahî pêkhateyan temsîla vê yekitiyê dikin. QSDˊê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kir, nirxên mirovahiyê li tevahî cîhanê parve kirin.”

 

Di dawiyê de Kenan Berekat got: “Em amade ne tev li diyaloga Sûriyeyî ya ku hemû pêkhateyan bigire nava xwe bin, da ku destûrek li gorî vîna gel a ku giranbihayên xwe di oxira avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî daye de, saz bikin.”

 

Çalakî bi dirûşmên daxwaza Sûriyeya demokratîk a nenavendî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo Rêber Apo meşiyan
Nûçeya Pişt re Di 3 salên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 2 hezar û 910 kes hatin darvekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kantona Cizîrê werza Biharê bi rengên xweşik pêşwaz dike

Li herêma Cizîrê hatina Baranê, Biharek pir xweşik li pey xwe xemiland.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Semsûrê 4 DEM Partiyî hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Kolik a Semsûrê bi ser malan de girt û Hevserokê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?