În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Edaletê Gurlek: Sala 2028’an wê hilbijartinên Serokkomariyê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrt: Malbatên ji baweriyên cuda di sersaxiyan de bûn hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Em dixwazin diyalog û muzakereyê bikin çandeke jiyanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!
Jin

Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

Li Zurîhê Konferansa “Aştî, Bêyî Me Nabe” hat lidar xistin. Jinên ku ji welatên cuda beşdarî konferansê bûn, behsa rol û tecrûbeyên jinan di pêvajoya aştiyê de kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konferansa jinan a navneteweyî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşmeya “Aştî Bêyî Me Nabe” li bajarê Zurîhê ya Swîsreyê dest pê kir. Nêzîkî 180 delege ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek welatên din beşdarî konferansê bûn.

Konferans li Rote Fabrik a li Zurîhê bi axaftina vekirinê ya siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr dest pê kir. Piştre jî Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Senatora berê ya Kolombiyayê û muzakerevana aştiyê Victoria Sandino û girtiya siyasî ya ji welatên Baskê Kizkitza Gil de San Vicente jî axivîn.

 

PERVÎN BULDAN: BÊYÎ JIN AŞTÎ NABE

Pervîn Buldan, bal kişand ser rola bingehîn a ku jin di pêvajoyên aştiyê de dilîzin û diyar kir ku jin herî zêde ji şeran bandor dibin û ji ber vê yekê divê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin.

Pervîn Buldan, behsa astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di pêvajoyê de kir û got ku Rêber Apo girîngiyek mezin dide tevlîbûna jinan. Pervîn Buldan got, “Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide û di wê baweriyê de ye ku jin dê di pêvajoya entegrasyona demokratîk de bibin hêzeke pêşeng.”

Pervîn Buldan, diyar kir ku rêxistinbûna jinan a li her qadê dê tevkariyê li aştiyê bike û got, “Em dixwazin aştî bi civakî bibe. Di erdnîgariya me de cihê jinan tune ye. Têkoşîna jinan tê paşguhkirin. Çawa ku Kurd tên înkarkirin û paşguhkirin, jin jî rastî heman zîhniyetê tê. Lê di çaryeka sedsala dawî de bi taybetî di şert û mercên şer de jinên Kurd nîşanî hemû cîhanê dan ku têkoşîna maf a ji bo jinan çiqas girîng e. Yek ji mînakên herî şênber Rojava bû.”

Pervîn Buldan, da zanîn ku di pêvajoya aştiyê de, qonax gihiştiye sererastkirina qanûnan û destnîşan kir ku pêdivî bi misogerkirina mafên jinan heye. Pervîn Buldan, diyar kir ku azadiya jinan şertek bingehîn a aştiyê ye.

VİCTORİA SANDİNO: JINÊN KURD ÎLHAM DIDIN

Victoria Sandino, jî got ku têkoşîna jinên Kurd îlham dide jinên cîhanê û behsa girîngiya rola jinan a di pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de kir. Victoria Sandino got, “Jinan, bi taybetî dayikan, di sererastkirina zirara kûr a şer de roleke diyarker lîstin. Ji bo ku ev ked û tecrûbe di pêvajoyên muzakereyê de were nîşandan, me gelek têkoşîn kir. Lê belê, ev hewldan di rêziknameyên qanûnî yên pejirandî an jî derbasbûyî de têra xwe nehatine nîşandan.”

Victoria Sandino, destnîşan kir ku divê jin di navenda aştiyê de cih bigirin, an aştiya ku pêk were dê kêm bimîne. Victoria Sandino, diyar kir ku tevlîbûna çalak a jinan ji bo aştiyek mayînde, girîng e.

DE SAN VİCENTE: DIVÊ OCALAN AZAD BE

Piştre jî endama Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Baskê Kizkitza Gil de San Vicente axivî. Kizkitza Gil de San Vicente, axaftina xwe bi daxwaza azadiya Rêber Apo dest pê kir û behsa rola girîng a ku jinan di têkoşîna Baskê de lîstine, kir.

Kizkitza Gil de San Vicente, diyar kir ku jinan hem di têkoşîna neteweyî de û hem jî ji bo mafên xwe xwe birêxistin kirine. Kizkitza Gil de San Vicente, got ku jin vê pêvajoyê bi rêxistinbûna xwe ya xweser birêve dibin û got ku destkeftiyên ku hatine bidest xistin encama vê têkoşîna domdar e.

Konferans wê bi panel û atolyeyan tevahiya rojê bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Ûkraynayê êrîşek pêk hat: Herî kêm 5 kes mirin, 19 kes birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Li Wanê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo dar hatin çandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li sînorê Efganîstan û Pakîstanê şer: 4 sivîl mirin

Şeva Înê li herêma Spin Boldak a başûrê Efganîstanê di şerê li ser sînora Efganîstan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê ji 13 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh ceza birîn

21 siyasetmedarên Kurd ên ku ji ber rêveberiya xweser a Dêrikê der barê wan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Li çiyayên Kurdistanê gerîlayan bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyên cur bi cur lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?