Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney di axaftina xwe ya li Parlamena Ewropayê de piştgiriya xwe ji bo hîn xurtkirina têkiliyên di navbera Kanada û Yekîtiya Ewropayê de anî ziman.
Carney, daxwaza Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ku dibêje bila Kanada bibe “yekem endama hevpar” a YE’yê, bi erênî pêşwazî kir. Carney, diyar kir ku nirxên hevpar ên Kanada û Ewropayê hene û ew bi hev re hîn bihêztir in.
DAXWAZA ENDAMTIYA HEVPAR
Von der Leyen ji bo ku Kanada bi YE’yê re têkiliyeke nêzîktir û taybettir deyne, fikra “endametiya hevpar” anî rojevê. Tê armancikirin ku ev têkilî di qadên wekî hişê çêkirî, guherîna avhewayê, Arktîk û jeopolîtîkê de hevkarakariyê zêde bike.
JI TRUMP NERAZÎBÛN
Serokê DYE’yê Donald Trump ev pêşniyar wekî “pêkenî” bi nav kir. Trump, got ku heke ew nêzîkbûna Kanadayê ya bi YE’yê re wekî gava li dijî DYE’yê bibîne, dikare bacên gumrukê yên giran li ser Ewropayê bisepîne.
YE’yê jî eşkere kir ku hevkariya nêzîktir a bi Kanadayê re ne li dijî tu welatî ye.
Nêzîkbûna Kanadayê ya bi Ewropayê re di serdemekê de çêdibe ku aloziyên bazirganiyê yên bi DYE’yê re zêde bûne.

