Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin
Rojane

Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

Mûstafa Karasû got, kêmasiyeke ku rewşa Rêber Apo di 'Qanûna Çarçoveyê' de nehatiye destnîşankirin û diyar kir ku eger Rêber Apo ne di navenda vî karî de be, nikaribe pêvajoyê bi rê ve bibe, nepêkan e ku xalên di qanûnê de hatine gotin bi cih bêne anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2026 Dema xwendinê: 41 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a li Medya Haber TV bû û ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin û rê û rêbazên rêveçûna pêvajoyê ya ji niha û pê ve nirxand.

* Beriya ku em derbasî pirsan bibin, di rojên borî de dayika we ya hêja Xanê Karasû jiyana xwe ji dest da. Weke tîma hevalên me yên xebatê û li ser navê hemû kedkarên çapemeniyê, sersaxiyê dixwazin. 

Yên mayî sax bin. Di nava vê têkoşînê de wê jî zehmetî kişand. Bi me re di nava têkoşînê de bûn. Jixwe dema em li zindana Amedê, timî dihatin hevdîtinan. Yanî di wî alî de timî bi me re bûn. Bûn parçeyê têkoşîna me. Helbet, dayik û bavê min ji malbatên xizan dihatin. Bi taybetî aliyê bav hîn zêdetir xizan bû. Dayika min jî weke karker xebitî. Yanî bi kurt û cewherî bûn parçeyê vên têkoşînê. Yanî zorî û zehmetiyên vê yekê jiyan kirin. Di vî alî de, helbet hesreta wan jî hebû. Hesreta aştî, demokrasî, çareseriya pirsgirêka Kurd hebû. Em ê jî bi têkoşîna xwe ji bo pêkanîna hesreta wan û ya hemû şehîdên xwe, bikevin hewldanê. Em ê hewl bidin bibin ewladên wan ên baş. Ji bo wefata dayika xwe ez dikarim van tiştan bêjim. 

Helbet, meha Tebaxê ji bo me meheke girîng e, bi taybetî jî 15’ê Tebaxê. Di vê roj û mehê de li gelek deverên Kurdistanê, serhildan çêbûn. Li Dîgorê di serhildana 15’ê Tebaxê de, gule li gel hate reşandin. 16 welatparêz hatin qetilkirin, tê gotin hîn zêdetir jî ye. Her wiha rojeke din a 15’ê Tebaxê, helbet dewlet bi zanebûn kir, li Lolanê li gundê Kendekolê xist. 57 welatparêzên me hatin qetilkirin. Ew qadeke welê bû ku herî zêde em lê bi cih bibûn. Yanî yan rasterast êrîşî me dikirin, yan jî ji ber têkiliya gundiyan a bi me re ew li gorî xwe ceza dikirin. Ez wan jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. 

Hevrê Engîn Sîncer jî di merasîma 15’ê Tebaxê de ku jixwe wî bi xwe merasîm rêxistin kir û lidar xist û wê demê alîkarê heval Cemal bû, bi qezayekê şehîd bû. Ez hevrê Engîn Sîncer jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Wî jî di têkoşîna me de nirxên girîng afirand. Yek ji fermandarên mînak ê vê têkoşînê bû. 

Her wiha, Mam Zekî û hevrê Atakan jî di 15’ê Tebaxê de şehîd bûn. Jixwe ew jî endamên me yên konseya rêveberiyê bûn. Ez wan jî bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. 

Meha Tebaxê, ji bo Êzidiyan bû meheke qirkirinê. Fermana 74’an pêk hat. Bi hezaran hatin kuştin, revandin. Ez wan û şehîdan jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Helbet weke Tevger em her tim xwedî li Êzidiyan derketin. Rêber Apo her tim xwest ku Êzidî bên parastin. Belkî di asta gotina Rêber Apo de, me di dema xwe de nekarî komkujiya li hemberî Êzidiyan asteng bikin, em ketin nava liv û tevgerê, lê hin astengî derketin, lê piştre Tevgera me mudaxileyî êrîşa DAÎŞ’ê kir û Êzidî ji qirkirineke hîn mezintir rizgar kirin. Helbet Êzidî xwedî baweriyeke herî kevnar a Kurdan e. Jixwe Êzidîtî tenê di nava Kurdan de heye. Hemû bawerî di nava gelên cuda de hene. Lê Êzidîtî tenê di nava Kurdan de heye. Di vî alî de helbet weke Kurd û Tevgera Azadiyê berpirsyariya me heye ku em wan biparêzin û bigihînin civaka azad û demokratîk. Ji vir û şûn de jî em ê wezîfeya xwe bi cih bînin. 

Di vê mehê de hunermendê hêja Aram Tîgran jî jiyana xwe ji dest da. Min jî Aram Tîgran nas kir. Li Ewropayê gelek sohbet û hevdîtinên me çêbûn. Weke Ermeniyek bi rastî jî xizmetek mezin da çand û hebûna Kurdan. Weke gotina Rêber Apo, wî dengî hebûna gelê Kurd nîşan da. Di vî alî de ji bo têkoşîna me ya azadiyê jî, ji bo têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd jî, tevkariyên girîng kir. Em ê wî jî her tim bi minet û rêzdarî bi bîr bînin. Em ê hesreta wî ya ji bo têkoşîna çand, ziman û nasnameya Kurdî heta dawiyê bimeşînin. 

* Piştî demek dirêj, qanûna çarçoveyê hate Meclîsê. Têkildarî vê yekê hûn dixwazin çi bêjin? 

Helbet, bi mehan her kesê li bendê bû. Bi rastî jî pir hate nîqaşkirin. Bi Rêbertî re jî demek dirêj di vî alî de hevdîtin hatin kirin. Gelê me, hêzên demokratîk, DEM Partî û me jî têkildarî vê qanûnê fikrên xwe anî ziman. Di rastiyê de qanûneke ku pir dereng ket. Di 27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ji wê demê heya niha, salek û nîv derbas bû. Qanûneke wiha bi hêsanî dikarî derbikeve. Dewlet û desthilatdariya AKP’ê têkildarî demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd, li ser esasê qada hiqûqî û siyasî ya li ser bingehê zemîna bêşer zêde amadekar nebû. Ev yek ji bo nîşandana îradeyeke bi biryar, netêrker e. Yan çima di nava salek û nîvê de, qanûnek wiha derket? 

Helbet ev qanûn, di vî warî de girîng e. Gelek aliyên wê yên bên rexnekirin, hene. Lê êdî rêyek destpê kiriye. Jixwe nîqaş dihatin ku pirsgirêka Kurd bêşer bi rêyên siyasî yên demokratîk, were çareserkirin. Di esas de me ev pêvajo wiha dît. Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk jî, di vî alî de bû. Jixwe banga Rêber Apo ji Îmraliyê hate kirin. Bi haya rayedarên dewletê ev bang hate kirin. Di wê bangê de, bi eşkere behsa pirsgirêka Kurd hate kirin. Ev qanûn, çi nav lê were kirin bila were kirin, helbet em jî yekparebûna civakî diparêzin. Di nava dewleta Tirk û gelê Kurd de ev sed sal in qutbûn heye. Jixwe armanca çareseriya demokratîk, derbaskirina vê qûtbûnê ye. Yanî nêzîkatiya me wiha ye. Me got, me têkoşîna çekdarî bi dawî kir û em ê têkoşîna siyaseta demokratîk bimeşînin. Helbet ev wê rêxistinkirî be, yanî weke şexsî nabe. Em ê stratejiya têkoşîna siyaseta demokratîk, bimeşînin. Jixwe Rêber Apo xwest têkoşînê bikêşe ser zemînê siyasî û hiqûqî. Divê ev weke destpêkek were nirxandin. Yanî weke gotina Rêbertî, hezar kîlometre bi yek gavê destpê dike. Em jî wiha dinirxînin. Yan jixwe ev qanûn, ne qanûneke ku çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tîne. Lê divê weke gava destpêkê ya helwesteke xwedî wê armancê, were nirxandin. 

Helbet, di qanûnê de behsa çareseriya pirsgirêka Kurd nekirin, kêmahiyeke girîng e. Jixwe di daxuyaniya xwe de jî, me ev yek anî ziman. Lê êdî destpêkek e. Em ê vê destpêkê çawa bimeşînin, pêvajoya ji vir û şûnde girîng e. Nêzîkatiyên ji vir û şûnde girîng in. Gelo bi rastî jî em ê vê pêş bixin, ev destpêk wê pêş bikeve, yan ev destpêk wê hêdî bibe, wê li gorî pêdiviya biryardariyê nemeşe, helbet wê dem vê nîşan bide. 

Teqez, em dixwazin vê pêvajoyê bibin serketinê. Îradeya me di vî alî de ye. Dibe were nirxandin ku nêzîkatiya dewletê wiha ye, nizanim çawa ye. Jixwe tê nirxandin jî. Qanûn derket. Em ê ji vir û şûnde li pêşiya xwe binêrin. Ji bo ev destpêk li ser bingehê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi encam bibe, em ê tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin. 

* We jî diyar kir, weke Rêveberiya Tevgerê we daxuyaniyeke girîng da. We bal kişand ser girîngiya qanûnê. Di vê çarçoveyê de têkildarî naveroka qanûna hatî amadekirin, hûn dikarin çi bêjin? 

Em destpêkê vê destnîşan bikin. Aştî destpêkê bi ziman destpê dike. Ev girîng e. Ev pirsgirêkek sedsalî ye. Têkoşîna 50 salan a bi pêşengiya me heye. 50 salan şer hate meşandin. Lê belê ev pirsgirêk, sedsalî ye. Di vî alî de eger pirsgirêkek sedsalî were çareserkirin, li vir ziman girîng e. Heta ku ziman û ûslûb neyê guhertin, nêzîkatî neyê guhertin, pêkanîna aştiyê ne pêkan e. Hem em ê ji bo aştiyê birûnin, baxivin û hevdîtinan bikin, hem jî em ê zimanê xwe jî li gorî vê eyar nekin. Helbet ev ne rast e. Me ev yek rexne kir. Êdî ti wateya gotina ‘terorîst, rêxistina terorê’ nîne. Duh me şer dikir, me rexne jî dikir ku dewletê li dijî me her cure pênase bi kar dianî. Şaş jî be, me qebûl nedikir jî, lê dîsa jî bi kar dianî. Lê niha, eger pêvajoyeke aştiyê hebe, divê têkildarî vê yekê baldarî hebe. Lê di rastiyê de, çapemenî, desthilatdarî û berdevkan zêde bi baldar tevnegeriyan, vê qanûnê jî şêwazê nêzîkatiyeke bêbaldar nîşan da. 

Niha, helbet me ev qanûn rexne kir. Bi taybetî jî vê qanûnê qet navê Kurd bi kar neaniye. Her wiha îşaret bi gavên piştre bên avêtin, nekir. Behsa demokratîkbûnê nekir. Ev pir girîng e. Ji ber ku ev pêvajo encex bi demokratîkbûnê dikare pêş de biçe. Qet behsa van nekirin, mijara rexneyê ye. Di vî alî de pirsgirêk tenê li ser esasê berdana çekan nirxandin, şaş e. Rapora komîsyonê jî tevî kêmahiyên heyî pirsgirêk tenê weke berdana çekan, nenirxand. Nêzîkatiya ‘eger çek hatin berdan wê her tişt çareser bibe’, netêrker e. Heta mirov sedemên wê nebîne, ti pirsgirêk çareser nabe. Di vê çarçoveyê de me amadekirina qanûnê ya tenê endeksî berdana çekan hatî kirin, têrker nedît. Ji ber ku ev rewşeke welê ye ku wê bandorê li polîtîka û nêzîkatiyên piştre jî bike. Niha eger nêzîkatiyeke yekalî were raberkirin, dibe piştre têkildarî sedemên esas nêzîkatiyên netêrker bên raberkirin. Rexneyên me yên di vî alî de çêbûn. Lê weke esas em ê ji ya li vir û şûnde binêrin. 

* Ev pêvajo ji bo naskirina mafê hêviyê yê ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re bi ser ket, lê belê di qanûna çarçoveyê de têkildarî vê yekê tiştek nîne, ber bi sala duyem a pêvajoyê ve hîna têkildarî mafê hêviyê ti diyarde nîne. Ev rewş ji me re çi dibêje? 

Têkildarî pêvajoyê, mijara herî girîng ev e. Jixwe Devlet Bahçelî got, bila rêxistin were fesixkirin, têkoşîna çekdarî were bidawîkirin û ji mafê hêviyê sûd werbigire. Hem jî got, bila heta dawiyê jê sûd werbigire. Niha gotineke wiha hate gotin. Niha her kes dizane ku rêberê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û muxatabê sereke yê gel Rêber Apo ye. Yê ku sala 93’yan bi Ozal re ew pêvajo da destpêkirin, Rêber Apo bû. Rêber Apo bersiv da nêzîkatiya Ozal. Piştre sala 98’an agirbesta yekalî îlan kir. Piştre hêzên çekdar ji sînorên Tirkiyeyê vekişiyan. Gelek caran Rêber Apo ji bo ev pirsgirêk bi rêyên siyaseta demokratîk were çareserkirin, helwest û nêzîkatî raber kir. Gelek caran hevdîtina bi rayedarên dewletê re jî çêbû. Di vî alî de ev dewlet, pir baş dizane ku Rêber Apo ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd tê çi wateyê. Yê ev pêvajo da destpêkirin, Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo bersiva Bahçelî da û banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Rêber Apo got, ez dikarim zemînê şer veguherim zemînê hiqûqî û siyasî û tiştên pêwîst jî bi cih anî. Niha ev rastî li holê ye, eger pêvajo pêş bikeve, ev encex bi Rêber Apo re dibe. Di vî alî de, di qanûnê de nediyarkirina cihê Rêber Apo, kêmahiyek e. Li aliyê din Devlet Bahçelî têkildarî qanûneke wiha ku wê li ser çi bingehê derkeve, hin nirxandin kirin. Alîkarê Serokkomar got, wê desteyek hebe. Got, Rêber Apo wê bibe koordînatorê aştî û siyasî. Niha ev rastî li holê ye. Rayedaran jî ev qebûl kir. Lê nebûna rola Rêber Apo di qanûnê de, bi rastî jî kêmahî ye. 

Em bi taybetî vê yekê diyar bikin, eger Rêber Apo li navenda vî karî nebe, yanî eger ji bo rêvebirina vê pêvajoyê bi rola xwe nerabe, pêkanîna tiştên di wê qanûnê de hatine diyarkirin ne pêkan e. Ji bo ew tişt pêk werin, divê Rêber Apo rol bilîze, divê bi rêve bibe. Ji ber ku ev rewş tenê kesekî eleqedar nake. Civakekê eleqedar dike, bi hezaran şervanan eleqedar dike, bi hezaran kadroyan eleqedar dike. Erê, PKK’ê xwe fesix kir. Lê civakek jî li holê ye. Jixwe PKK ti carî nebûye tevgereke ku bi tuzîkê dimeşe. PKK bi çandeke rêxistinê hate van rojan. Niha ev civak heye. Jixwe ev rewşa civakê tê nîqaşkirin. Niha ji vî alî ve, Rêber Apo wê diyar bike ka ev civak wê çi bike, çawa tevbigere û çawa nêz bibe. Heta ku Rêber Apo bi rêve nebe, ti kes, yên kevin jî, gerîlayên nû beşdar bûne jî, nakevin nava nêzîkatiyeke şexsî. Me her dem got. Hêza me jî têrî vê yekê nake. Her kes li Rêber Apo dinêre; dê Rêber Apo çi bibêje, ew çawa nêzî vê pêvajoyê dibe? Rêber Apo, rêxistinbûna siyasî ya demokratîk dê çawa pêş bikeve vedibêje, dê çareseriya siyasî ya demokratîk çawa bibe vedibêje. Di têkoşîna siyasî ya demokratîk û çareseriya siyasî ya demokratîk de dê çi rolê bide me? Her kes li vê yekê dinêre. Ji vê yekê statuya Rêber Apo pir pir girîng e. Divê di vê mijarê de baldarî çêbibe. Ew ne kesekî wisa ji rêzê ye. Di nav rêxistinê de jî bandora wî heye. Em hemû şagirtên Rêber Apo ne, em hemû tevlî Rêber Apo bûne. Ji vê aliyê ve, di qanûnê de statuya Rêber Apo nehatiye diyar kirin. Lê belê ger ev pêvajo dê pêş bikeve û bi pêş ve biçe, divê Rêber Apo bi awayekî çalaktir di nav de cih bigire. Belê, divê bi rojnamevanan re, bi siyasetmedaran re hevdîtin bike. Jixwe hat gotin ku dê ev hevdîtin çêbibin. Lê ev têrê nake. Tenê bi çend hevdîtinan çênabe. 

Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û bixebite. Divê encameke xebata wî jî hebe. Divê encameke wê ya hiqûqî hebe. Ji vê aliyê ve em dê bi vê qanûnê re li rola Rêber Apo binêrin, gelê me dê binêre. Ev pêvajo dê çawa pêş bikeve, ji bo gel dê çawa pêş bikeve, ji aliyê me ve dê çawa pêş bikeve, di wateya siyasî ya demokratîk de dê çawa pêş bikeve; ev hemû dê bi ketina Rêber Apo ya di nav pêvajoyê de diyar bibin. Qanûneke ku Rêber Apo nexe dewrê, eşkere dibêjim, kêm dimîne. Divê em vê yekê bi taybetî diyar bikin. 

*Belê we di nirxandinên xwe de hinek mijar anîn ziman. Baş e ji bo qanûna çarçoveyê polîtîkayek û pratîkek çawa divê ku bigihêje armanca xwe? 

Pêşî divê em vê yekê diyar bikin: Ev qanûna çarçoveyê encama kîjan pêvajoyê û kîjan nîqaşan e? Jixwe qanûnên bingehîn hene. Dema ku qanûnên bingehîn û qanûn dihatin nirxandin û ev made dihatin şîrovkirin, dihat gotin, ‘mebesta çêkerê qanûnê çi ye?’ Şîrovên wisa dihatin kirin. Siyasetmedar û hiqûqnas vê şîrovê dikin. Madeyên qanûnên bingehîn û qanûnan jî hinekî li gorî meqseda çêkerê qanûnê dibin pratîk. 

Niha, di çêkirina vê qanûnê de çi hat nîqaşkirin? Nîqaş li ser çi hatin kirin? Ji ber ku di vê pêvajoyê de tişta herî zêde hatî nîqaşkirin ev bû: Qada siyaseta demokratîk dê çawa fireh bibe? Li şûna çekan, Tirkiyeyeke ku siyaset di dewrê de ye dê çawa çêbibe? Tirkiyeyeke ku siyaseta demokratîk tê de pêş bikeve dê çawa bibe rastî? 

Zemîna siyasî ya ku êdî çek tê de tune ne dê li ser kîjan hiqûqê rûnê, ev hatin nîqaşkirin. Bêguman van hemûyan demokratîkbûn ifade dikir. Demokratîkbûn hat nîqaşkirin. Hat gotin ku bi berdana çekan û derbasbûna têkoşîna siyasî ya demokratîk re, dê demokratîkbûn pêş bikeve. Yanî armanca esasî demokratîkbûn e. 

Divê em vê yekê wiha fêm bikin. Ketina nav têkoşîna siyasî ya demokratîk jî û çareseriya siyasî ya demokratîk jî dê bi çi awayî pêk bê? Dê bi demokratîkbûnê pêk bê. Ji vê aliyê ve, ger bê gotin ku pêvajoya ji vir û şûnde dê çawa bibe, ev yek tenê bi gavên demokratîkbûnê çêdibe. Bêyî gavên demokratîkbûnê dê siyaseta demokratîk çawa bê kirin, dê siyaseta demokratîk li cihê çekan çawa bikeve dewrê? Rêya ketina nava siyaseta demokratîk, demokratîkbûn e; azadiya raman û rêxistinbûnê ye. 

Dema em dibêjin demokratîkbûn, her kes vê yekê jî dizane ku: Ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nabe, demokratîkbûn jî çênabe. Tirkiyeyê heta niha polîtîkayeke şaş dimeşand. Li ser Kurdan polîtîkaya qirkirina çandî dimeşand. Dê Kurd kiribana Tirk. Polîtîkayeke wiha dihat meşandin. Ji ber vê yekê gavên demokratîkbûnê nehatin avêtin. Wan gavên demokratîkbûnê ji bo qirkirina çandî wekî astengiyekê didîtin. Wan ew fikir dikir ku demokratîkbûn dê rê li ber naskirina hebûna Kurdan veke. Ji ber vê yekê demokratîkbûnê pêk nedianîn. 

Niha ger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşketinek çêbibe, wê demê divê nêzîkatiya demokratîk bê nîşandan. Ji ber ku tişta ku hemû pevçûn, şer û aloziyan diafirîne, qanûnên bingehîn ên nedemokratîk û qanûnên nedemokratîk in. Ji vê aliyê ve divê pêvajoya ji vir û şûnde di esasê xwe de di rêya demokratîkbûnê de pêş bikeve. Divê gav li ser vê esasê bên avêtin. Ji bo ku ev qanûn bigihîje encamê jî ev yek pêwîst e. Ger di rêya demokratîkbûnê de gav neyên avêtin, çawa ku Rêber Apo jî gotî ‘ger ev faktorên ku pevçûnê diafirînin derbasî ser zemînê hiqûqî û siyasî nebin, wê demê helbet pêvajo bi pêş de naçe’. Ji ber vê yekê em ji bo pêşveçûna pêvajoyê van xalan girîng dibînin. 

Em di vê mijarê de biryardar in û bawer dikin ku ev tişt dikarin çêbibin. Pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi vê yekê heye. Gelê Tirk demokratîkbûnê dixwaze. Gelê Tirk ji vê pergala siyasî ya heyî û ya heta naha ne kêfxweş e, aciz e. Di esasê xwe de desthilatdariya AKP’ê jî ji ber ku soza demokrasiyê dabû civakê hat ser desthilatdariyê. Jixwe di dîroka Tirkiyeyê de yên hatine ser desthilatdariyê banga demokratîkbûnê kiribûn. Dema pirpartîbûn dest pê kir, Partiya Demokrat behsa demokrasiyê kir û bû desthilatdar. Serdemek Ecevît behsa demokrasiyê kir û hatibû ser desthilatdariyê, Demîrel jî her dem behsa demokrasiyê kir. AKP’ê jî bi axaftina li ser demokrasiyê hat ser desthilatê. 

Ji vê aliyê ve, daxwaza civaka Tirkiyeyê ya ji bo demokratîkbûnê heye. Heke desthilatdarî, ango aliyê siyasî di vê mijarê de biryardar be, pêkanîna vê gengaz e. Ji bo ku ev pêvajo bi encam bibe, em vê yekê pêdivî dibînin. Bê guman, ev tiştek ji ber xwe ve çênabe. 

Pêdivî ye ku hêzên demokratîk, gelê Kurd û herkes tevlî vê têkoşînê bibin. Di vê aliyê de divê têkoşînek û rêxistiniyek hebê ku karibe bandorê li ser desthilatdarî û dewletê bike. Di vê pêvajoyê de divê kes nebe temaşevan, divê herkes bibe beşek ji vê pêvajoyê. Heke gel û hêzên demokratîk di nav vê pêvajoyê de bin, wê çaxê ev qanûn dikare bi praktîk be. Bi vê yekê re, armanca Tirkiyeya demokratîk ku di nav sal û nîv an du salan de hat nîqaşkirin û fikrandin, dikare bi cih were. 

*Ger ku rewşek awarte çênebe, qanûna çarçoveyê dê derkeve, dibe ku heta ku bernameya me bê weşandin jî derketibe. Qanûna çarçoveyê destpêkek e. Di vê mijarê de erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milê gelê Kurd, gelên li Kurdistanê û dostên wan çi ne? 

Min berê jî hin tişt diyar kiribûn. Bê guman, ji bo serkeftina vê pêvajoyê, tenê temaşekirin û li benda ka dewlet wê çi bike an wê çi gavê biavêje ne nêzîkatiyeke rast e. Ji vê aliyê ve Rêbertî dibêje, ‘Em ê bigihêjin civaka demokratîk û komara demokratîk.’ Rêbertî di notên hevdîtina xwe yên dawî de jî her dem behsa civaka demokratîk û komara demokratîk dike; tiştekî din jî behsa tevgera civaka demokratîk û komara demokratîk dike. 

Ew behsa pêdiviya pêkanîna vê yekê dike. Ji ber ku li vir divê gel tevlî bibe, lê divê tevlîbûna gel bi rêxistinî be. Wê bi çi bernameyê û bi çi armancê tevlî bibe? Ji vê aliyê ve armanca bingehîn a vê pêvajoyê gihîştina komara demokratîk e. Gihîştina komara demokratîk jî tenê bi civaka demokratîk çêdibe. Civaka demokratîk dikare komara demokratîk pêk bîne. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd di nav civaka demokratîk de xwe birêxistin bike. Divê xwe bi awayê komûn û meclîsan bi rêxistin bike û bigihêje civakeke demokratîk. Civaka demokratîk tê wateya civaka ku xwedî hêza siyasî ye. Tê wateya rastiya gelê ku hêza wî ya siyasî heye. Ji vê aliyê ve rêxistinbûna gel xwe bixwe gelekî girîng e. Bê guman ev tiştekî ku tenê bi rêxistinbûna gelê Kurd çêbibe nîne. 

Rêbertî, got ku em dikarin komara demokratîk bi gelê Tirk û hêzên demokrasiyê re pêk bînin. Di vê aliyê de dibe ku ji bo civaka demokratîk piranî bang li civaka Kurd bike, lê divê li Tirkiyeyê jî civaka demokratîk çêbibe. Divê gelê Tirk jî bibe xwedî rêxistin. Ji bo vê jî divê hêzên demokratîk yên Kurd û hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê, hêzên çepgir, yên ku xwedî têgihîştina Îslama demokratîk in û misilmanên demokratîk -angu beşên herî fireh ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de dikarin rol bileyizin – bi hev re tifaqê bikin. 

Ji ber vê yekê, qonaxa nû ya têkoşînê, stratejiyeke nû ye. Stratejiya nû ne bi çek û şerê gel, lê bi têkoşîna demokratîk a gel dê bigihêje encamê. Dê bi têkoşîna siyasî û demokratîk encam bê girtin. Rêbertî stratejiya dema nû wekî stratejiya siyasî û demokratîk nirxand. Gava ku wisa be, ev tişt ne tenê bi rêxistinbûna civaka Kurd, lê divê civaka Kurd a rêxistinbûyî tevî hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê bi têkoşîna hevpar komara demokratîk pêk bîne. 

Ji vê aliyê ve, ji bo ku ev pêvajo serkeftî bibe, divê xebata tevgera civaka demokratîk û komara demokratîk di rêza yekem de bê dimeşandin. Ango di vê aliyê de bi dewletê re nîqaşek heye. Tiştên ku dikevin ser milê dewletê an hêzên siyasî hene ku divê bikin. Lê em li hemû cîhanê dizanin ku demokratîkbûn tenê bi têkoşîna hêzên demokratîk pêş dikeve. Demokratîkbûn ne diyariyek e, ew bi têkoşîn û di encama lihevkirinê de derdikeve holê. Ji vê aliyê ve di vê demê de erkeke gelekî girîng dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê. Bi kurtasî, divê ew nebin temaşevan. 

* Dijberên pêvajoyê ji roja ewil ve, yanî bi esasî dijberên Kurdan, hewl dan ku bi destdayîna her noqteya dîrokê pêvajoyê provoke bikin. Di çarçoveya pêvajoyê de jî timî ji vê yekê dûr neketin. Lê di vê mojarê dedi esasî de  rexne li medyaya desthilatdariyê ya ku aliyek meseleyê hene. Medyaya desthilatdariyê bi sektorê re dev ji dijberiya kurdan bernade? 

Yanî em vê fêm dikin ku hunermendên şer hene, dijminên Kurdan hene. Yên ku bi eşkereyî li dijî vê pêvajoyê derdikevin li ser bingeha dijminatiya Kurdan û dijminatiya li dijî demokrasiyê, di esasê xwe de şer dixwazin. Demekê digotin, “Ranta Apo”, “Ranta PKK’ê”. Bi rastî, tevgerên siyasî hene ku dixwazin di vê hawîrdora pevçûn û şer de hebin. Yanî divê em vê bi vî rengî fêm bikin. Bi rastî şer dixwazin. Gava ku ev pêvajo têk biçe, wê pevçûn biqewimin, wê şer biqewime. Û ne diyar e ku wê çiqasî bidome. Ji ber ku wekî ku hin kes difikirin, pirsgirêk ne serketin an windakirin e. Ji sala 93’yan û vir ve em bi rêbazên siyasî yên demokratîk li çareseriyê digerin. Ev nêzîkatiya zihniyetê ye, pêvajoya ku wê afirandî ye. Di vî alî de, gotina, bila bê çareserî bimîne, tê wateya bila şer berdewam bike, bila pevçûn berdewam bikin. Dixwazin li Tirkiyeyê leşker bimirin, gerîla bimirin. Ew vê dixwazin. Em vê yekê fêm dikin. Ev timî li Tirkiyeyê hebûn. Lê nêzîkatiya desthilatê bi rastî balkêş e. Çapemeniya nêzîkî desthilatdariyê ji bo civakîkirina vê pêvajoyê nekete nava hewldaneke mezin. Heta bi helwesta li dijî muxalefetê çarçoveya civakîkirinê teng kir. Yanî di vir de ev heye, belê dewlet tengav bû, desthilat tengav bû. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ketin nava lêgerînê. Lê ji ber ku di aliyê çareseriyê de nêzîkatiyeke zelal nîne, îradeyek zelal nîne,, biryardariyek zelal nîne û ji ber fikarên siyasî hene, çapemeniya alîgirê AKP’ê bi rastî jî li ser bingeha demokratîkbûnê zimanekî ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve bi kar neanî. Timî wisa zimanê dema şer bi kar anî. Di vî alî de yanî desthilat bifikara hilbijartinê, fikara ji bo dengan, difikirî “Gelo wisa bibe ez ê deng qezenc bbikim, wisa bibe ez ê deng winda bikim”. Helbûkî di pirsgirêkên wisa de bi rastî îradeyek û wêrekiyeke siyasî ya mezin divê. Dema ku ev pirsgirêkê çareser bibe, kî vê pirsgirêkê çareserbike deng winda nake. Ne pêkan e ku yên vê pirsgirêkê çareser bikin deng winda bikin. Di vî alî de, ev îfadeya bêbiryariyê ye. Di vî alî de me gelek caran gotiye ku desthilat ji ber hin sedeman û hincetan zehemetiyê dikşîne. Yanî rewşa Rojhilata Navîn, rewşa Tirkiyeyê, desthilatê ber bi tiştekî wisa ve bir. Lê dema ku pir ne biryardar bû û di vî warî de pir ne amade bû. Çapemeniya nêzî desthilatê di vê pêvajoyê de bi rastî rola xwe rast nelîst. Rola xwe ya ku vê pêvajoyê bike civakî bi cih neanî. Helbûkî li deverên din ên cîhanê, di pirsgirêkên bi vî rengî de desthilatên ku dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, her tim dixwazin qada civakî û piştgiriya civakî pêş bixin. Muxalefetê jî dixin nava wê. Dema ku desthilat di nava nêzîkatiyek kêm de be, bivê nevê  ev yek bandorê li ser çapemeniyê jî dike. 

* Ji destpêka pêvajoyê ve, we her tim bal kişand ser girîngiya piştgiriya muxalefetê. Qanûna çarçoveyî hat meclisê. Bawerim kurt be jî we şopandiye. Her partî kêm û zêde rengê xwe ya li hemberî qanûnê nîşan da. We ev yek çawa dît? 

Belê me ji destpêkê ve got ku piştgiriya muxalefetê girîng e. Heta me di vê mijarê de nêzîkatiya desthilata AKP’ê ya li hember muxalefetê rexne kir. Me got ku ger dixwazin ev pirsgirêk were çareserkirin, ger dixwazin piştgiriya civakê bigirin, divê muxalefet jî têxin nava vê yekê. Lê di vê mijarê de nêzîkatiya kêm a desthilatê çêbû. Îro, Ozgur Ozel got, “HJi bo me derxin derveyî vê pêvajoyê her tişt kirin.” Belê, Ozgur Ozel hin rastî danî hol. Lê wekî hevalê wî yên di rêveberiyê de, gotin ku em ê piştgiriyê bidinê. Lê hinekî parlamenteran serbest berda. Ev nêzîkatiyeke ne rast bû. Ji ber ku pêvajoyek ewqas mezin bi piştgiriya civakî tê qezenckirin. Bi eşkereyî civakê çi dikin? Ji bo qelskirina wê, ji bo piştgiriya civakîbi paş bixin. Ger piştgiriya civakî qels be, ger kêm bibe wê pirsgirêk çawa çareser bibe? Wê demokratîkbûn çawa çêbibe? Ev têkoşînek e. Hem dibêjin aştî, hem dibêjin ku ji niha û pê ve li ser demokratîkbûnê biaxivin û dîsa jî nêzîkatiyek wisa kêm nîşan didin. Ev ne rast e. Ne nêzîkatiyek ne rast e. Belê em nav li vê pêvajoyê bikin, got ku ev pirsgirêka Kurd e, ev baş in û watedar in. Lê ev pêvajo bi piştgiriya civakî bi ser dikeve. Di vî alî de CHP partiyeke girîng ê Tirkiyeyê bû. Niha bûye Yenî Partî û hîn jî piştgiriyek girîng a civakî heye. Niha, tevgerek siyasî ku ewqas piştgirî û hêza civakî heye dema ku em desthilata AKP’ê rexne dikin, niha Yenî Partî kete nava heman rewşê. Bi astî ev ne rast e. Hêvîdar im ku wê pêvajoyapiştî vê berdeawam bike û di nava helwesteke rast de bin. Qala demokratîkbûnê dikin. Belê, pirsgirêka Kurd di esasê xwe de pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Wê demê divê hem ji bo çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd têbikoşin û hem jî di vê mijarê de piştgiriya civakî bigirin. 

Me di vî alî de girîng dît. Yenî Yol, CHP, Yenî Psrtî hemû muxalefet qala demokratîkbûnê kirin. Di vî alî de, bi rastî yanî li meclisê ewqas li ser demokratîkbûnê axivîn, diyar kiin ku pirsgirêka Kurd, ev pirsgirêka pevçûnan tenê bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe. Bi rastî jî hêja û watedar e. Ya girîng ev e ku ev pêvajo berdewam bike. Ya girîng ev e ku dibe ku piştî wê rexneyên partiyên muxalefetê çêbibin. Divê her tim rexne hebin, dibe ku kêmasî hebin. Lê di esasê de ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêwîstîbi piştgiriya civakî heye. Divê di nava têkoşîna demokrasiyê de bin. Ji bo ev pêvajo bi demokratîkbûna Tirkiyeyê û komara demokratîk bi encam bibe divê tiştên diekvin ser milên wan pêk bînin. Bendewariya me ji muxalefetê ev e. Em hêvî dikin ku ew ê nêzîkatiyeke di vî alî de nîşan bidin. 

* Di encama têkoşîneke mezin û demdirêj de, em îro li ser hêviya aştî û çareseriyê nîqaş bikin û diaxivin. Em 42’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a ku yek ji qonaxên girîng ên vê pêvajoyê ye dijîn. Dema em li tiştên ku gelên Kurd û Kurdistanê jiyane dinêrin, dixwazin têkildarî serdema pêngava dîrokî çi bibêjin? 

Ewilî di şexsê hevrê Egîd (Mahsum Korkmaz) ê ku ev pêngav da destpêkirin de hemû şehîdên 15’ê Tebaxê bi rêzdarî û minetdarîbi bîr tînim. Ger em îro qala çareseriya siyasî dikin, ger em qala hewldana çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin ev eşkereye ku bi têkoşîna me ya 50 salî hatiye afirandin. EDi afirandina vê rewşê de tevkariya 15’ê Tebaxê û şehîdên 15’ê Tebaxê pir girîng e. Divê ev yek bi vî awayî were zanîn. Belê me têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir, lê nirxên mezin ku ji hêla vê têkoşîna çekdarî ve hatine afirandin hene. Em dikarin vê yekê bi eşkereyî bibêjin. Ev têkoşîna çekdarî û serhildanên ku li ser vê bingehê pêşketin û têkoşîna gel van hemû destketî afirandin. Dewleta Tirk hatiye noqteya ku êdî nikare vê pirsgirêkê bi zor û tundiyê çareser bike. Divê ev yek bi vî rengî were îfadekirin. Di vî alî de 15’ê Tebaxê tenê gelê Kurd neguherand, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê jî guherand. Têkoşîna gel geş kir û bandorek pir girîng li ser pêşketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê û li Iraq, Îran, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn  hişmendiya demokratîk û hişmendiya azadiyê bi pêş xist. Di vî alî de divê Pêngava 15’ê Tebaxê girîng û hêja were dîtin. Bêguman kêmasî, nebesiyên wê çêbûne û dikaribû serketîtir bibûya. Yanî derfetên ku ji bo hîn serketîtir bibûya hebûn. Jixwe ev alî  j8 jêla me ve hat rexnekirinn û di vê mijarê de rexne û rexnedayîn hat dayîn. Lê Pêngava 15’ê Tebaxê pir nirxdar e. Di dîroka Kurdistanê de xalek werçerxê ye. Îradebûna Kurd  heye. Hişt ku Kurd bi ser xwe ve werin. Hişt ku Kurd bi xwe bawer bibin. Ger serhildan derketibe holê, ger qadeke siyasî ya demokratîk derketibe holê – ji ber ku em dizanin ku qadeke siyasî ya demokratîk wekî encama serhildanan derketiye holê, ev yek bi van serhildanan derket holê. Ya ku serhildan derxist holê bêguman encama têkoşîna 15’ê Tebaxê ye. Ger îro di çanda Kurd de pêşketineke girîng hebe, ew jî encama vê têkoşînê ye. Di vî alî de dema ku em li çareseriya siyasî ya demokratîk digerin, nabe ku di nava nêzîkatiyeke înkarker de bin. Dema ku em dibêjin li çareseriya siyasî ya demokratîk digerin, hin kes hewl didin têkoşîna ku em dimeşînin bêqîmet bikin. Ev yek ji ber nedîtina nirx û encamên mezin ên ku ji hêla vê têkoşînê ve hatine afirandin derdikeve holê. Bêguman ev nêzîkatiyên nerast in. Ev berovajî hem rastiya dîrokî û hem jî ya civakî ye. Divê her kes 15’ê Tebaxê rast fêm bike. Divê gelê me jî rast fêm bike. Divê dewleta Tirk jî rast fêm bike. Çima 15’ê Tebaxê çêbû? Rêber Apo dibêje ku ger derfetek ji bo têkoşîna siyasî ya demokratîk hebûya, wê nebûya. Dîsa ew zilma wêranker a 12’ê Îlonê nebûya, dibe ku nebûya. Têkoşîn dikaribû bi rê û rêbazên din berdewam bikira. Lê gelê Kurd neçar ma ku têkoşîna xwe ya ji bo hebûnê bi vî rengî berdewam bike. Ev eşkere ye. Dema ku em niha behsa bidawîbûna têkoşîna çekdarî dikin, 15’ê Tebaxê gihîştiye encamê. Gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe derxist holê. Rastiya Kurd derxist holê. Hebûna Kurdan di her alî de mayînde kiriye. Di vî alî de encamên girîng bi dest xistiye. 15’ê Tebaxê bi rastî jî ji bo têkoşîna azadiyê û dîroka gelê Kurd pir bi nirx û watedar e. Di vî alî de em careke din şehîdên 15’ê Tebaxê bi bîr tînin. Em hewl didin ku bi têkoşîna siyasî ya demokratîk armancên wan pêk bînin. Têkoşîna me ya ji bo aştiyê têkoşîna ji bo pêkanîna armancên wan e. Çareseriya siyasî ya demokratîk têkoşîna ji bo pêkanîna armancên wan e. Divê teqez bi vî rengî were fêmkirin. Li ser vê bingehê dikarin soz bidin ku em ê teqez armancên wan pêk bînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

Laura Corradi anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo tevkariyên girîng li demokrasiya rasterast û epistemolojiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara bi telefonê axivîn

Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara li ser şerê dawî yê li herêmê bi telefonê axivîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Sozdar Avesta: Eger ew dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku Rêber Apo ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?