Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Mûstafa Karasû got, kêmasiyeke ku rewşa Rêber Apo di ‘Qanûna Çarçoveyê’ de nehatiye destnîşankirin û diyar kir ku Rêber Apo ne di navenda vî karî de be, di rêvebirina pêvajoyê de nikaribe bi rola xwe rabe, nepêkan e ku xalên di qanûnê de hatine gotin bi cih bê anîn.
Çaglar Demîrel anî ziman ku qanûna çarçoveyê gava destpêkê ya hiqûqî ye û got, “Meclîs ji ber xwe ve neçar nema ku vê meseleyê nîqaş bike. Di encama têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiyê ya Kurd de gihîşt vê astê.”
Lîstikvan û derhêner Ahmet Mumtaz Taylan destnîşan kir ku pêvajoya heyî dikare bibe destpêka demokratîkbûnê û got, “Diê her kes tevkariyê li pêvajoyê bike. Bêguman wezîfeyên mezin dikeve ser milê hunerê.”
Gerîlayên Azadiyê li ser Pêngava 15’ê Tebaxê axivîn û gotin, “15’ê Tebaxê ne tenê fîşekek e, di heman demê de navê meşa ber bi azadiyê ve ye. Navê meşa heqîqetê ye.”
Yadê Xanê: Çiqasî dewam bike bila bike, ez ê çalakiyê heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tînim. Heta ku ew roja azadiya wî bê, soz didim ku vê meşa pîroz bênavber dewam bikim.
Di gel ku şerê DYE-Îranê li Kendav û Behra Sor belav dibe, êrîşên Hûsiyan ên li ser lîman û binesaziyên petrola Siûdî jî berê Riyadê dane pozîsyoneke çalaktir. Riyad a ku li gel DYE’yê hevkariya xwe ya leşkerî zêde kir, tifaqa xwe ya herêmî jî zêde dike.

