Ji Zanîngeha Bergen a Norweçê Prof. Kariane Westrheim rojeva Konferansa Kurd a 20’emîn û sedemên konferansê ku wê 14-15’ê Cotmehê li Parlamentoya Ewropayê were lidarxistin, nirxand. Kariane Westrheim diyar kir ku yek ji sernavên girîng ê rojeva konferansê wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê be.
Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropa (EUTCC) Kariane Westrheim diyar kir ku ev salên dirêje ekîbeke wan a xurt heye ku meseleya Kurd di rojeva navneteweyî de digirin û got, meseleya Kurd di heman demê de meseleyeke ku Ewropayê jî eleqeder dike.
Kariane Westrheim bilêv kir ku bi vê konferansê wan xwest meseleya Kurd veguhezin rojeva nîqaşên siyasî yên li Ewropayê û got, “Dilsoziya min a bi doza Kurd re sala 2002’yan dema cara ewilî min Tevgera Azadiyê ya Kurd dît, pêş ket. Bi saya vê yekê, min meseleya Kurd hîn kûrtir fêm kir. Bi demê re ev mijar bû parçeyekî xebatên min ên akademîk jî. Li ser PKK û perwerdeyê min teza doktorayê nivîsand. Sernavê teza min ev bû: ‘Di girêdaneke siyasî de perwerde: Di PKK’ê de pêvajoyên zanistê û qadên fêrbûnê’. Bi salan ez bi Tevgerê re û kesên girêdayî wê re xebitîm.
Bi vî rengî dilsoziya min hem bi xebatên min ên akademîk hem jî bi tecrûbeyên şexsî pêş ket. Min meseleya Kurd tenê ji dûr ve lêkolîn nekir; derfetê min çêbû ku ez mirovan nas bikim, guhdarî wan bikim û bi salan têkoşîna wan a siyasî û civakî bişopînim. Ez gelek tiştan ji Tevgerê û ji kesên di nav de fêr bûm. Her çendî ku PKK hatibe fesixkirin jî nirxên ku ew diparêze, hîn jî zindî ne.”
Kariane Westrheim anî ziman ku şerekî evqas mezin, tenê bi konferansan çareser nabe û got, “Di encamê de aktorên siyasî, hikûmet û civak biryaran didin. Lewma ez nikarim îdîa bikim ku konferansên me pirsgirêkan çareser dikin yan jî her tiştî bi ser dixin. Bi vê yekê re ez bawer dikim ku konferansên me tevkariyên girîng dike.”
Kariane Westrheim ragihand ku yek ji mijarên herî krîtîk a konferansê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û got, “Divê em ji vê pêvajoya ku dewam dike, sûd werbigirin. Divê em vê firsendê ji dest nedin. Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, wê hem ji bo gelê Kurd hem jî civaka Tirkiyeyê bi sûd be. Pêvajo divê berfireh be, aktorên siyasî û civakî yên eleqedar divê bigire nava xwe. Divê em dest ji diyalogê bernedin.”

