Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her gaziyek ji bo parastina xak û gelê xwe ji bedena xwe parçeyek daye xwedî çîrokeke cuda ye. Yek ji wan jî Xebat Kobanê ye. Xebat di nav malbeteke welatparêz de mezin dibe. Birayekî wî şehîd e û xwişkeke wî jî di nav refên şoreşê de cihê xwe digire.
Xebat bi coş û hêviyeke mezin tevlî nav refên YPG’ê dibe. Li gelek qadan li hember êrîşên nemerd ên li ser xak û gelê xwe di refên herî pêş ên berxwedanê de cih digire.
Xebat dizane di vê rêya bi rûmet de şehîdbûn û birîndarî heye. Ligel perwerdeya eskerî di aliyê fikir û bîrdozî de jî xwe baş pêş dixe. Bi zanebûna ji warê Arîn û Rêvanan e bi dilsoziyeke mezin bi hemû kar û barên şoreşê radibe.
Xebat Kobanê di pêvajoyeke şerên dijwar de birîndar dibe. Her du lingên wî felc dibin. Lê belê ti carî birîndariyê ji xwe re nake astengî. Perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî gaziyên şer ji bo xwe esas digire. Li ser bingehê “gazî parêzvanên şoreşê ne” tevdigere.
Xebat ku ji berê de meyla wî li ser muzîkê heye, sazê bi hostetiyeke mirov matmayî dihêle lê dide. Ligel vê xwedî dengekî xweş e jî.
Gazî Xebat Kobanê her cihê diçiyê saza xwe jî bi xwe re dibe. Ji bo hevrêyên xwe yên gaziyên şer li sazê dide û stranan dibêje.

